Desthilatdarî ji bo rantê gelan tîne hemberî hev 2022-09-19 09:03:07   Melîke Aydin   AYDIN - Hevseroka HDP’a Aydinê Aysel Baytar da zanîn ku desthilatdarî hewayeke ku wekê şer li welat heye diafirîne û got: “Ji aliyê desthilatdariya ku gelan tîne hember hev û li pey rantê ye dikare gel bên heberî hev û divê gel li dijî vê hişyar bin.”   Semra Turkan a li navçeya Încîlîova bi êrîşê re hatibûn rû hev xwe gîhand  HDP’a Aydin û hevseroka wê Aysel Baytar Onsel. Ayselê da zanîn ku xwestne tiştên hatine jiyîn ji keyayê Arapdere fêr bibin lê bi nêzîkatiyek ne xweş re hatine rû hev û got êrîşa hatiye kirin di encama hedefgirtina desthilatdariyê de pêk hatiye. Ayselê wiha dirêjî da axaftina xwe : “Ji aliyê desthilatdariya ku gelan tîne hember hev û rantê dike û kesên xwedî vê zîhniyetê dikare ev bûyer zêde bibin. Divê gel li diji van hişyar bin. Divê gel baldar bin û neyên van lîstikan.”   ‘Keya bûyer wek bûyerek edlî vegot’   Ayselê destnîşan kir ku Semra ku bi êrîşê re hatiye rû hev, rojek piştî bûyerê li ser înternetê xwe gîhandiye wan û wiha vegot: “ Malbata Semra ji ber bûyerê xwe bêçare û tenê hîs dike. Ji dengê wê dhat fêmkirin ku hîna di bin travma bûyerê de bû. Em hema çûn cem malbatê û me bûyer çawa pêk hatiye guhdar kir. Di 11’ê îlonê de êvarê ji nexweşxanê rapora lêdanê hatiye girtin û li qereqola cendermeyan îfadeyên wan hatine girtin. Lê bêyî bêjin ku mafê wan heye ligel wan parêzer hebe îfade bi lez girtine. Di îfadeya hevala me ya jin ya ji me re got û ya ji qerekolê re gotiye kêmasî hebûn. Lê me bi hevalên parêzer re dîsa îfade xwest. Îfadek din da. Pêvajoya hiqûqî didome.”   ‘Keya xwest wek bûyerek edlî nîşan bide’   Ayselê destnîşan kir ku beriya biçin cem malbatê li keyayê gundê Arapdere geriyane û keya bi nêzîkatiyek  necidî bûyer wek bûyerek edlî nîşan daye û wiha bi lêv kir: “Hinek gotinên wekê ku ketine nav erd gotin. Min telefona xwediyê erd xwest lê got telefon tune ye. Li ser vê em bi malbatê re ketin têkiliyê. Em her tişt ji wan fêr bûn. Em ligel malbatê ne.”   Gelan ji bo berjewendiyan tînin hemberî hev   Ayselê diyar kir ku di demên dawî de ji ser HDP û gelê Kurd bi taybet ji ser çapemeniya alîgir nûçeyên bêbingeh û ne cidî tên weşandin û di vê mijarê de jî wiha got: “Ji ber vê jî gel van komkujiyên lînçê ji xwe re rewa dibîne. Wekê li welat şerê rizgariyê heye, Weke ku dagirkirinek heye tevdigerin. Gel ji xwe re peywirê ji vir derdixe. Gelo gelê Kurd ne welatiyên esas yên vî welatî ne. Gelo baca xwe nadin? Ev mirov li her derê hildiberînin. Desthilatdariya ku li pey rantê ye û kesên xwedî vê zîhniyetê dikarin pêşî li ber bûyerên wih vekin. Divê gel li dijî van lîstikan baldar bin.”