Bi hezaran kes li dijî talanê meşiyan: Bijî Berxwedana Cûdî 2022-09-17 16:36:33   ŞIRNEX - Bi hezaran kes ji bo Meşa Cûdiyê li Şirnexê hatin gel hevdu û tevî hemû êrîşan bi dirûşma "Bijî Berxwedana Cûdî" meşiyan.    Di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, îro bi hezaran kes bi dirûşma “Em li dijî hilweşandina şer û talankirina xwezayê dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ve ji bo bimeşin li Şirnexê kom bûn. Leşkeran bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseyê kirin.  Ligel hemû êrîşan girse meşiya û dev ji berxwedana xwe berneda.   'Xwestin kurdan tune bikin'   Piştre girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Berdan, anî ziman ku dewletê 2015'an de piştî ku tecrîda li ser Îmraliyê giran kir biryara şer girtiye û got: "Dewletê got 'em ê gelê kurd vê carê xilas bikin. Di navberê de 7 sal derbas bû. Di ev 7 salan de gelek hevalên me qetil kirin. Ev têr nekir axa ku gelê me li ser dijî tê talankirin û agir berê darên me dan. Xwestin bi vê agirê cihê ku gelê Kurd li ser bijîn nebîne."   'Bi nijadperestiyê xwe li ser nigan digirin'   Berdan,  bal kişand ser meşa ku ki dar xistin û wiha domand: "Îro çiyayê Cûdî, Dersîm û Çewlîgê dişewitînin. Daristanan dibirin. Armanc xilaskirina gelê Kurd bû. Nenaskirina axa gelê Kurd bû. Xilaskirina tunekirina gelê Kurd bû. Ji ber vê yekê em îro hatin Botanê. Li dijî kesên ku dixwazin me tune bikim, me ji xwest nîşan bidin ku em hene û li vir in. Wan di dîrokê de me neqedand dê pişî 7 salan jî nikaribin me biqedînin. Bi nîjadperestiyê îktîdara xwe li ser nigan digirin."    'Rêya me rêya azadiyê ye'   Berdan, dawiya axaftina xwe de wiha got: "Li her çar parçeyên Kurdîstanê de êrîş û qirkirinek topyekûn heye. Bi van êrîşan armanc dikin ku erdnîgariya Kurdîstanê bê mirov bihêlin. Li meşa me ya îro jî ew dewleta faşîst dîsa êrîşên xwe kir. Lê em carek din dibêjin ev êrîşên we encam nagirin. Rêya me rêya azadiyê ye û em di rêya xwe de mafdar in. Darên ku hûn dibirîn em ê li cihê wan darên nû biçînin û çiyayê Cûdî şîn bibe. Çawa gelê Kurd tevî êrîşan li ser xaka xwe şûn dibe erdnîgariya Kurdîstanê jî hêşîn bibe. Heya roja îro me paş de gav neavêt em ji wê rojê şûnde jî gav neavêjin. Rêya me rêya serkeftinê ye û dê serkeftin yê gelê Kurd bibe.”   'Ji bo xwezayê têkoşînek hevpar bidin'   Berpirsê Hawirdor û Cîgirê Hevserokên  Giştî yê HDP'ê Nacî Sonmez jî Tirkiyeyê di van deman dawîn de hem ji aliyê sîyaseta demokratîk hem ji aliyê têkoşîna ekolojiyê de rastî êrîşan tên û axivî: "Li dijî jinan, ciwan û hemû gelan re êrîşek mezin heye. Li aliyê Tirkiyeyê bi armanca bidestxistina rantê qirkirinek ekolojîk heye. Li herêmê jî bi hinceta herêma ewle li dijî erdnigariyê şerek daye destpê kirin. Di vê çarçoveyê de dar tên birîn û herêm bê mirov tên hiştin. Li dijî vê qirkirinê em hatin gel hevdu lê belê dîsa jî rastî êrîşên desthîlatdariyê hatin. Ruxmî van hemûyan em dev ji têkoşîna parastina xwezayê bernadin. Em ê li erdnîgariya Kurdîstanê jî ji bo xwezayê têkoşînek hevpar bidin meşandin.”   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK Gel e, gel li vir e", "Bijî Berxwedana Cûdî", Kurdistan Goristan ji bo faşîstan" bi dawî bû.    Girse piştî axaftinê belav bû.