'Divê jin neyên listikên mêran û bi gotinên wan nexapin' 2022-09-16 09:04:45     Sema Çaglak   ŞIRNEX - Jinên Şirnexê bal kişandin ser zêdebûna qetîlkirina jinan a li herêmê û diyarkirin ku jin êdî xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Jinan anîn ziman ku divê jin bi gotinên mêran ên heskirin û evînê nexapin, neyên lîstikên wan û li dijî wan hêza xwe bikin yek.    Her ku diçe tundî, destdirêjî û qetîlkirina jinan zêdetir dibe.  Bi taybetî jî li herêmê ev sûc bi destê erkdarên dewletê tên kirin. Herî dawî li navçeya Qilebanê ya Şirnexê Fîrdefs Babat a 17  salî bi çeka cerdevaniyê bi îşkenceyê hate qetîlkirin. Her wiha li Hezexê jî Leyla Karaaslan û 3 keçên wê di xew de hatin qetîlkirin.  Polîtîkayên bêcezahiştinê ku dibin sedema van qetlîaman hêrs û bertekên jinan ên li dijî van pêkanînan zêde dikin. Têkîldarî mijarê me berê xwe da kolanên Şirnexê û nerînên jinên Şirnexê derbarê qetilkirina jinan de girtin.   Behiye Erdogan diyar kir ku li ser jinan zext zêde ne, jin bindestiyeke mezin dijîn û got: “Mêr li her qadê gotinên xwe dibêjin û xwe serdest nîşan didin. Ji ber hişmendiya civaka mêr,  ji her aliyî ve zext û tundî li wan tên kirin.   Mêr kuştina jinê ji xwe re heq dibînin. Lê mafekê wan wisa tune ye.  Mafê wan ê jinan bikujin tune ye. Divê kujerên jinan bi cezayên giran werin darizandin. Divê jin bêdeng nebînin û li dijî qetîlkirina jinan dengê xwe bilind bikin.”   ‘Jin xwe di ewlehiyê de hîs nakin’   Siyajîn Borutekîn jî daxuyand ku jin tenê niha nayên qetilkirin û got: “Jin berê jî hatine qetilkirin. Bi taybetî jî deverên ku lê bandora eşîrtiyê hebûye hatine qetilkirin. Lê îro qirkirina jinan her ku diçe zêdetir dibe û ev qirkirin dibe sedema ku jin xwe di ewlehiyê de hîs nekin. Li her derê qirkirin, tundî û destdirêjî li jinan tê kirin. Herî dawî li Hezexê dayikek û 3 keçên xwe hatin qetîlkirin. Dîsa girêdayî wê li Qilebanê jineke ciwan hate qetîlkirin. Em vê qirkirina jinan şermezar dikin.  Ji îradeya xurt a jinê ditirsin.Ji bo vîna jinan bişkînin jinan qetil dikin.”   ‘Kujer diyar in’   Siyajîn, bal kişand ser peywira kujerên jinan û destnîşan kir ku piraniya kujerên jina têkiliya wan bi dewlet û desthîlatdariyê re heye û got: “Kujer diyar in û yên ku piştgiriyê didin kujeran jî diyar in. Di serî de hikûmeta AKP’ê ji qetilkirina jinan berpirs e. Gava em lê dinihêrin bi taybetî li herêmê kujerên jinan yan polis , yan cerdevan, yan çawişê pispor yan jî mamosteyek dibistanê ku girêdayî wan e. Ev hemû ne tasadûf in. Cesareta xwe ji dewletê digirin û pişta xwe didin polîtîkayên bêcezahiştinê. Lê em van qebûl nakin û dê têkoşîna xwe ya di vî aliyî de xurttir bikin.  Li dijî qetîlkirinê divê têkoşînek û rêxistinbûnek  hebe. Lewra em ê jin têkoşînek bêhempa bimeşînin û heta ku tundî û kuştina jinan neye rawestandin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”   ‘Ji bo qetîlkirinê hincêtên mêran naqedin’   Emîne Çagli jî anî ziman ku ew êdî naxwazin agahiya qetîlkirina jinan bigirin û got: “Em naxwazin tu jin werin qetîlkirin û tu dayik êşê bikşînin. Heqê mêran tune ye ku li jinan tundiyê bikin û wan qetîl bikin. Her roj em nûçeyên qetîlkirina jinan dibînin û em pê gelek aciz dibin. Divê yên ku jinan qetîl dikin bi cezayên giran werin darizandin.”   Ceyhan Çagli jî diyar kir ku mêr ji bo ku jinan qetîl bikin her cûre hincetan dibînin û wiha axivî: “Heke jinek tundî lê bê kirin û were qetîlkirin hemû jin wê êşê parve dikin. Mêr hemû hêrsa xwe di serê jinan re derdixin û ji bo ku jinan qetîl bikin hincetên wan zêde ne.  Mînak li Hezexê mêrêk jina pê re zewicandî û 3 keçên wê qetîl kirin. Lê gotin derûniya wî nebaş e. Ev ne rast e.  Dema ku mêr  jinan qetil dikin hişê wan li ser wan e lê dema ku tên darizandin çim hişê wan ne li serê wan e.  Ev nayê qebûlkirin.”     ‘Bêdeng nemînin’   Zeynep Bozan jî anî ziman ku divê jin li dijî qirkirina jinan hêza xwe bikin yek û got: “Em dixwazin qedr û qîmeta jinan were zanîn. Li dijî qetilkirina jinan divê jin bêdeng nemînin. Divê jin xwe bikin yek, piştgiriya hev bikin û ibin dengê jinên ku hatine qetîlkirin.”   Herî dawî jî Merve Goksu axivî û destnîşan kir ku mêr di bin navê hezkirinê de jinên ciwan dixapînin û wan qetîl dikin. Merve, got: “Divê jin neyên qetîlkirin. Ez wek jinekê xwe li kolanê di ewlehiyê de hîs nakim. Bi tena serê xwe nikarim biçim derve. Em hertim bi fikar dijîn. Ji ber ku mêr li her derê amade ne ku jinan qetîl bikin. Mêr di bin navê hezkirin û evînê de jinan qetîl dikin. Divê jin neyên van listokan.”