Serlêdanên ji bo kursên MED-DER'ê dest pê kir: Xwedî li zimanê xwe derkevin 2022-09-15 09:04:14     Rojda Aydin   AMED - Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç, diyar kir ku eleqeya li hemberî xebat û kursên ziman zêde ye û got: "Em bi xebatên xwe dixwazin zimanê kurdî bidin hînkirin, xwendin û nivîsandin. Em bang li herkesî dikin ku xwedî li ziman derkevin. Bi taybetî jî divê dayik û bav bi zarokên xwe re kurdî biaxivin."   Di sala 2016’an de bi îlankirina OHAL’ê ve gelek saziyên zimanê kurdî hatin girtin. Her wiha ligel girtina saziyan ve polîtîkayên bişaftinê jî bi awayek cûr bi cûr hatin meşandin û ev polîtîka hîn jî berdewam dike. Li dijî hemû astengiyan di sala 2017’an de li Amedê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) hat vekirin û perwerda zimanê kurdî hat dayîn. Xebat û kursên komeleyê ji wê demê heta îro bênavber didome.    Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç, derbarê polîtîkayên bişaftina û kursên zimanê kurdî de axivî.     'Nasnekirina ziman nasnekirina netewekî ye'  Dîlan, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê: "Ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta îro polîtîkayên bişaftinê bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Polîtîkayên yek ziman, yek netew û yek çand her hebû. Ji ber vê yekê jî zimanê kurdî ji serê ewilî heta îro tune hatiye hesibandin. Bi tune hesibandina ziman re dixwazin gel jî tune bikin. Ev jî nîşanê me dide ku nenaskirina ziman nenaskirina netewekî ye. Di vê hêlê de jî Dewleta Tirk heta niha polîtîkayên xwe bi awayek sîstematîk daye meşandin.”   ‘Bişaftina di biçûktiyê de dest pê dike'    Dîlan, da zanîn ku zarokên kurd ji gund û navçeyên xwe derketin û çûn YÎBO'yê, li vir jî bişaftin bi awayekî sîstematîk tê meşandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: ""Ji pêşdibistanan bigirin heta zanîngehê bi her awayî astengî li hember zimanê kurdî heye. Pergala heyî yek zimanî esas digire. Fransî, îngîlîzî û almanî di dibistanan de wek zimanek biyanî tê hînkirin. Lê belê zimanê kurdî di nav wan zimanan de nîne. Ev polîtîka ne li gor demê tê meşandin. Rêbazên cur bi cur ji bo bişaftinê bikartînin. Ji bo me nenaskirina ziman sûcê mirovahiyeyê. Ev 20 sal in polîtîkayên ku îktîdara AKP’ê dide meşandin jî nîşan dide ku zarok bi perwerdeya dibistanan tên bişaftin. Bişaftin di temenê biçûktiyê de dest pê dike."    'Zarok pirsgirêkên xwebaweriyê dijîn'    Dîlan, destnîşan kir ku di jiyana rojana de jî kurdî tune tê hesibandin û wiha mijar nirxand: "Ev jî bandorê li zarokên me dike. Lêkolînên zanistî û civakî nîşan dide ku zarokên ku ji perwerdeya zimanê dayikê bêpar mane pirsgirêkên xwebaweriyê dijîn. Nikarin xwe îfade bikin û di dibistanan de tên peçiqandin. Di hêla ramanî, hêstî û derûniyê de bandorek neyînî dike. Mixabin ew zarok travmayeke mezin dijîn. Di hêla serkeftinê de kêmasiyan dijîn."   ‘Di 8 mehan de em gihaştin 800 şagirtan’   Derbarê xebatên MED-DER'ê de jî Dîlan wiha axivî: "Wekî ku hûn jî dizanin di sala 2016’an de bi rêya KHK’ê saziyên ziman hatin girtin. Kurdî-Der û 38 şaxên we bi rêya KHK’ê hatin girtin. Bi girtina saziyan xwestin civakê ji perwerdeya ziman dûr bixin. Xwestin tirsê di nava civakê de belavbikin. Lê li dijî hemû astengî û qedexeyan jî di sala 2017’an de me komeleya MED-DER’ê ava kir. Em wek komele li hember bişaftinê xebatên xwe didin meşandin. Xebata me ya sereke fêrkirina zimanê kurdî ye. Ev daxwaz ji hêla gel ve jî hat pejirandin. Civak eleqeyeke mezin nîşan da û serî li kursên me da. Kursên me ji sala 2017’an vir ve didome. Her wiha di 8 mehên îsal de em gihaştin  nêzî 800 şagirtan. Perwerdeyên me hem li ser Onlinê û hem jî rû bi rû pêk tên. Di meha tebaxê de jî dersên me hebû û ji bo îlonê jî qedên me destpêkirin. Ev jî nîşan dide ku eleqeyek mezin li hemberî hînbûna ziman heye. Gelê me dixwaze zimanê xwe hîn bibe."   ‘Me derbarê eleqeyê de raporek aşkera kir'    Dîlan, bi lêv kir ku ji bo perwerdehiya zimanê kurdî serlêdanên wan dest pê kiriye û heta niha 420 kes serî lê daye û got: “Ji bo meha îlonê jî qeydên me yên nû dest pê kirine û qeydên me hîn berdewam dike. Em bang li her kesî dikin ku bila bên serî li kursên me bidin. Her wiha herî zêde jin û ciwan serî li kursan didin. Me bi Navenda Lêkolînên a Sosyo Polîtîk ve xebatek da meşandin û raporek hat amedekirin. Me xwest eleqeya li hemberî ziman bi raporê nîşan bidin. Em niha kursên kurmancî û kirmanckî didin. Ji asta destpêkê dest pê dike heta asta mamostetiyê didome. Asta destpêkê ji bo kesên ku qet kurdî nizanin perwerdehî tê dayîn. Kesên ku bixwazin xwe zêdetir pêş bixin û bibin mamoste asta mamostetiyê jî dixwînin. Her kursên me sê meh didome. Lê belê asta mamostetiyê salekî didome.”   ‘Li gund û taxan xebat dê bidomin'    Dîlan, da zanîn ku wek komeleya MED-DER’ê ew xebatên xwe bi tenê kursan sînordar nakin û axivî: “Herî zêde xebatên me yên girîng di nava civak, saziyên civakî de tên meşandin. Dema sazî daxwaz bikin em li wir jî kursa ziman didin. Xebatên zarokan ji bo me gelek girîng e. Demên borî me li gund û taxan ji bo zarokan xebat da meşandin. Her wiha atolyeyên ziman û çandî jî hatin lidarxistin. Em ê pêşerojê jî dîsa biçin gund û taxan ji bo zarokan xebatan bidin meşandin. Her wiha ji bo ziman panel, konferans û gelek xebatên cûr bi cûr jî bên plankirin."    Banga xwedîderketina li ziman   Dîlan, diyar kir ku daxwaza yekem bila dayik û bav bi zarokên xwe re kurdî biaxivin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bandora bişaftinê ji bo ku kêmtir bibe û li hember bişaftinê em wek kurd sekna xwe nîşan bidin, divê di her qada jiyanê de em bi zimanê xwe biaxivin, binivîsînin, bixwînin û kurdî bijîn. Em dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdê. Ji bo ku ev daxwaza me pêk bê em ê xebatên xwe bimeşînin.”