'Girtîgehên tîpa S û L weke rêbaza tecrîdê tên belavkirin' 2022-09-15 09:01:06     Medya Uren   AMED - Endama rêveberiya MED TUHAD – FED’ê parêzer Aslihan Bulut derbarê nêzîkatiyên keyfî yên li ser girtiyên siyasî têne meşandin nirxand û ev agahî parve kir: “Weke rêbazek a tecrîdê girtîgehên tîpên S û L tên belavkirin. Girtî ji hev û ji malbata xwe tên dûrxistin û îzolekirin. Jimara van girtîgehan jî di nava 81 bajaran de 113'yan derbas dike. Ev girtîgeh li cihên dûr û ragihandina wê zehmet de hatine çêkirin. Malbat jî neçarê rêyên dûr û xirab tên hiştin. Bi vê re civakak tê tecrîdkirin.”   Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê binpêkirinên mafan her diçe girantir dibe. Ji ber binpêkirinên mafan li 4 girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û Nobedên Edaletê yên xizmên girtiyan jî her ku diçe belav dibe. Endama rêveberiya Federesyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Amedê parêzer Aslihan Bulut bi ajansa me re nirxandinên xwe parve kir.   'Lijne çi biryarê bide ew pêk tê'   Aslihan bi lijneyên di girtîgehan de ketine meriyetê re dest bi axaftinê kir û got: “Bi lijjneyên çavdêrî û îdarî re berdana girtiyan a bi şertname dest pê kir. Ango ev kesana carek din diçin pêşberî van lijneyan ka derketina wan guncav e yan na, tê nirxandin. Li gel vê jî gelek paye li lijneyê hatin barkirin. Gelek tiştên weke pirtûk dixwîne yan naxwîne, bi hevalên xwe re dikeve têkiliyê yan na yan jî bi çi giraniyê malbat tê serdana kes, berçav tê girtin. Bi vê re sîstema piledayînê hate avakirin. Yên ku herî kêm gihişt pileya 45’ê dikare halê baş bistîne. Ruxmê ku gelek girtiyan ev pîle girt jî halê baş nehate dayîn û heya hevdîtinek din a lijneyê ew rehîn tên girtin. Pêwîstbû ku ev li kesên girtî nehatiban kirin. Lê belê li ser hemû girtiyan tê meşandin. Yên ku herî zêde jê bandor dibin jî yên ku 36 sal ceza girtine ye. Yên ku cezayên xwe qedandine jî derdikevin pêşiya lijneyê û ji ber erêkirina lijneyê negirtine 6 mehan cardin rehîn hatine girtin. Gelek kesên înfaza wan hatine şewitandin an jî weke ku qet nikare derbikeve biryar li ser hatine girtin.”   'Ceza hat mezinkirin û ev vegeriyan cezayê hucreyê'   Aslihanê da zanîn ku hincetên şewitandina înfazan jî weke cezayên disiplînê yên berê hatine dayînê didin nîşankirin û wiha berdewam kir: “Ger em li naveroka van cezayan binêrîn jî em ê rastî gelek cezayên trajîk û pêkenokî bên. Înfaza girtiyê 30 salan Resûl Baltacî û 11 rêhevalên wî yên di girtîgeha Duzceyê de dimînin hatibûn şewitandin. Sedemê wê jî cezayê disiplînê yê di sala 2018-19’an de ji ber hejmartina li lingan ve hatiye kirinê bû. Serjimêrî rojê 2 caran tê kirin. Ango her roj 2 caran cezayê dîsîplînê ji bo girtiyan hatiye dayîn. Di serî de hevdîtinên bi malbatê re hatin astengkirin. Her ku çû jî ev ceza hat mezinkirin û ev vegeriyan cezayê hucreyê. Em dibînin bi awayekî vekirî hewildanek dayina cezayê hucreyê heye. Di heman demê de li girtîgeha Baybûrtê jî cezayên dîsîplînê yên ji bo serjimêriyê hatine dayîn,  înfaza hemû girtiyan hate şewitandin. Girtiyek ji girtîgeha Beybûrtê tehliye bûye piştî demekê ji ber şewitandina înfazê dubare tê girtin. Mînaka vê li tu deverê hûn nabînin. Di nava xwe de nakokiyan dijîn.  Li van girtîgehan nêzîkatiyên keyfî û cureyên îşkenceyê sînor nas nakin.”   'Di 8 mehan de 49 cenaze derket'   Aslihan bi bîr xist ku di demên nêz de ew bûn şahidê gelek qetlîaman û wiha destnîşan kir: “ Di nava 8 mehan de 49 cenaze ji girtîgehan derketin. Em van weke qetlîamê bi nav dikin. Ji ber hîna sedemên wan bi delîlan nehatine ronîkirin. Ne tenê ji ber van sedeman, em mirinên bi guman gelek şikê jî dihewînin. Yek ji mînakên vê jî girtiyê siyasî yê bi navê Îbrahîm Zulfu Yildirim e. Îbrahîm dema 10 roj ji berdana wî re maye di pêlikan de ket û nîv saetê ji ber xeber nedan ambûlansê jiyana xwe ji dest da. Demek dirêj mudaxaleyî wî nehat kirin. Ciwanek 20 salî bi îdaya qrîza dil derbas kiriye cenazeyê wî teslîmê malbatê hate kirin. Hate eşkerekirin ku di laşê wî de gelek şopên îşkenceyê hene. Wêneyên vê jî li gel malbatê ne. Ruxmê van delîlan giliyê li îdareya girtîgehê hatiye kirin jî bê encam hate hiştin. Ne îfadeyên rêveberiya girtîgehê hate girtin ne jî lêpirsînek bandorker hate destpêkirin. Kesên di bin berpirsyartiya dewletê de ne jî nehatin parastin. Ev tê wê wateyê ku temînata jiyana kesî tune ye. Weke mînak jî em dikarin qetlîama li Dêrikê hatiye jiyîn jî bidin. Ev encamên qeyrana her ku diçe kûr dibe ye. Li gel ku di hundir de qetlîam çêdibin, ji derve jî ewqas jin tên qetilkirin. Ev berpirsyariya dewletê bi xwe ye. Em dibînin jinên ji aliyê çeteyan ve hatine tecawizkirin ya jî hatine qetilkirin bê ceza dimînin. Bi polîtîkayên bêcezatiyê re rêya van qetlîaman vedikin.”   'Girtî tên qetilkirin'   Aslihan wiha axaftina xwe da berdewamkirin: “Bi pêvajoya OHAL û şewbê re ev binpêkirinên mafan zêdetir bûn. Bi wan hincetan di aliyê tendirustî, werzîş, civakî, têkilî û paqijiyê de jî kêmasiyên mezin rû dan. Her nexweşê ku çû nexweşxaneyê bi qasî 14 rojan di karantînayê de hate hiştin û hîna jî ev karantîna weke 6 rojan berdewam dike. Gelek kes ji ber van sedeman pêvajoya xwe ya tedawiyê taloq kirin. Mixabin bi vê ve girêdayî nexweşiyên van kesan girantir bûne. Ev ji şêweyek din a tecrîdê ye. Her wiha ji bo girtiyên nexweş werin berdan jî bi malbatan re em têkoşînekê didin. Yek ji van girtiyên di rojevê de ye Mehmet Emîn Ozkan e. Ruxmê 5 caran qirîza dil derbas kiriye, weke din nexweşî pê re hene û ruxmê temenê xwe jî daxwaza tehliyeya wî berçav nehate girtin. ATK'ê erka xwe bi cih neanî û rapora nikare di girtîgehê de bimîne nedan Mehmet Emîn Ozkan. Ger di dema xwe de hatiba tehliyekirin wê niha Mehmet Emîn ne di beşa lezgîn de ba û rewşa wî wê ne di xeteriyê de ba. Em dibînin heya girtî neyên asta mirinê nayên berdan. Dibêjin bila ji derve bimirin. Ev qetilkirina kes e. Dewlet vê bi eşkere dike.”   'Lêgerînên edaletê berdewam in'   Aslihan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Nobedên Edaletê yên hatine destpêkirin û got: “Edaleta di koşkên edaletê de pêk nehatin dayikan hewil da li ber deriyê wan pêk bînin. Ji Emîne Şenyaşar heyanî Amed û noebedên edaletê yên li her deverê zêde dibin daxwazek heye. Ev daxwaz ji bo hemû beşên civakê pêwîstiyek e. Dayika Kurbanî Ozcan jî niha bi tena serê xwe dest bi nobedê kiriye. Qêrîna dayikê ew e, dibêje wê kurê min di hundir de bikujin. Dayika ku hatiye vê astê qarneya dewletê û asta gihiştiyê nîşanî me dide. Divê daxwaza dayikan berçav were girtin û demildest ji bo çareseriyê gav werin avêtin. Divê were erêkirin ku ev pêvajoya bê bandora siyasetê nameşe û li gorî wê gavavêtinek pêk were.”   'Girtîgehên tîpa S û L tên belavkirin'   Aslihan zêdebûna girtîgehan û zêdebûna jimara girtiyan bi van agahiyan re şîrove kir: “Di nava 81 bajaran de 113 girtîgehan de girtiyên siyasî dimînin. Ev girtîgehên tîpa S  û L tê belavkirin û zêdekirin. Herwiha li cihên herî çewt û dûr tên çêkirin. Li navçeyên ragihandina wan gelek zehmet de têne vekirin. Ji bo tecrîtkirina kes û ji bo îzolekirina wan a ji civakê hewildanek e. Bi vê ve girêdayî jî yek ji pirsgirêkên din jî sirgûnkirina girtiyan e. Gelek malbat ruxmê bê derfetiyên xwe ji 22 saetan zêdetir rêwîtiyê dikin. Heya digihêjin deriyê girtîgehê pirsgirêkên girîng dijîn. Daxwazên wan ên sewqirinê dikarin werin erêkirin. Daxwaznameyên girtiyan û malbatan bêyî ku ji Wezîrê Dadê re werin ragihandin tên paşguhkirine. Ji bo vê jî pêvajoya hiqûqî me da destpêkirin. Hem têkiliya malbat hem jî têkiliya girtiyan bi hev re didin qutkirin.”   'Li 4 girtîgehan greva birçîbûnê'   Aslihan herî dawî wiha axivî: “Weke federasyon ji roja pêkhatinê ve em dibin şahidê binpêkirinên mafên girtiyan ên herî giran. Di pêvajoya grevên birçîbûnê de ev rewş hate wê astê ku girtiyan laşê xwe da ber mirinê. Niha jî di 4 girtîgehan de grevên birçîbûnê berdewam dike. Li Kurkçuler, Wan, Beşlîkduzu û Kiriklarê grev berdewam in. Bi van çalakiyan re giraniya binpêkirinên mafên girtiyan berbiçav dibe. Girtiyên hemû rêbaz ceribandine û negihiştine encamekê serî li grevên birçîbûnê didin. Weke komele jî em hewil didin van pêvejoyan bidin dîtin û li hemberî hewldanên nehiqûqî bibin asteng. Ji bo çareserî bên avakirin, em hewl didin. Serlêdanên malbatan jî ji roja yekem heya niha di jimarek zêde de pêk tên. Di demên pêş de jî wê hevdîtinên me û serlêdanên me yên dîplomasiyê ji pêk werin.”