'Em li dijî pergala perwerdeya yekzimanî ne' 2022-09-14 09:03:23     AMED - Hevseroka Hejmara Yekê ya Egîtîm Senê ya Amedê Emîne Akşahîn da zanîn ku li qadên dibistanê ku polîtîkayên asîmîlasyonê lê bi bandor e, xwendekar bi polîtîkayên asîmîlasyon û şîdeta sosyolojîk re tên rû hev û got: “Em perwerdehiyeke ku tenê Tirkî, yek ziman, yek çand û yek nasnameyê esas digire qebûl nakin û em li dijî vê ne.”   Di pêvajoya çareseriyê de di bin navê perwerdeya zimanê bi dayikê de beşek hat vekirin û di bin navê ‘ziman û zaravayên tên jiyîn’ de mafê perwerdeya zimanê dayikê hatibû dayîn. Lê ev bi zanîngeh û beşan sînor ma. Ji wê beşê nêzî hezar û 500 mamoste mezûn bûn lê îsal tayînkirina 3 mamosteyan bi giştî 124 mamoste hatin tayînkirin. Ji 124 mamosteyê 40 heb neçar man derbasî branşan bibin û yên din jî qadeke ku dersê bidin nabînin. Ligel vê her tim mafê perwerdeya ziman tê rojevê û berovajî vê deshtilatdarî bi polîtîkayan asteng dikin. Hevseroka Hejmara Yekê ya Egîtîm Senê ya Amedê Emîne Akşahîn êrîşên nîjadperest û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hember zarokên Kurd nirxand.   ‘Dixwazin dewlemendiyên çandî di nav pergalê de bihelînin’   Emîne der barê sala nû ya perwerdeyê de axivî û nedayîna perwerdeya bi zimanê Kurdî ya li dibistanan û ferzkirina yekzimanî rexne kir û wiha daxuyand: “Li welat mixabin tenê bi zimanê Kurdî, yek ziman, yek çand û yek nasname tê ferzkirin. Em bi pergalek perwerdeyê ya wisa re rû bi rû ne. Li vê erdnîgariyê ji ber em bi zarokên Kurd re di nav hev de ne, bêguman em yekser dibin şahidê zext û pirsgirêkên ku ew dijîn. Bi dehan carî me ev pirsgirêk anîne ziman. Welat di alî etnîkî de welatekî dewlemend e. Lê dewlemendiyên çandî, nasname û zimanên cuda di pergala perwerdeya heyî de tên helandin û asîmîlekirin. Divê her xwendekar bi çand û zimanê xwe perwerdeyê bigire. Ya rast ev e. Divê li dibistanan bê hîskirin ku cudahî dewlemendiyek e. Lê roja ewil a dibistanê bi qedexeya ziman dest pê kir.”   ‘Dibe sedema texrîbata li ser kes’   Emîneyê di berdewamiyê de diyar kir ku li dibistanan ji bo xwendekarên bi zimanê xwe diaxivin gotinên wekî bi tirkî biaxive tê gotin û ev rewşek dijber e û wiha pê de çû: “Ez niha mamosteya gund im û ez ji xwendekarê nû dest bi dibistanê kiriye re dibêjim zimanê xwe li derve bihêle û û êdî bi tirkî biaxive. Ez li hember zimanê wan, wan biyanî dikim. Ev dijberî ye. Bêguman em dikarin zimanekî din fêm bikin. Zimanekî duyem sêyem ji bo me dewlemendî ye. Lê ferzkirina yek zimanekî jî asîmîlasyon e.”   ‘Em li dijî yekparêziyê ne’   Emîneyê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Di pirtûkên dibistanê de nivîsên ku nîjadperestiyê gur dike û gotinên nîjadperest hene. Di pergala perwerdeyê de bi aşkera îfadekirina gotinên nîjaderest tiştekî şaş e. Em li dijî vê ne. Ferzkirina perwerdehiyeke bi vî rengî îfadeyên li dijî wekheviya nîjadan û zayenda civakî ne rast in. Em perwerdehiyeke ku hemû reng, bawerî, ziman û çandan nîşan dide dixwazin. Em perwerdehiyeke ku tenê bi tirkî, yek ziman, yek çand û yek nasnameyê esas digire qebûl nakin û em li dijî vê ne. Bi salane polîtîkayeke ku em yek zimanî fêr bikin hat ferzkirin. Ji zarokên me re dibêjin ‘Tirkî biaxivin, binivîsin, hîs bikin û xwedî li dîroka Tirk derkevin, ya xwe ji bîr bikin.’ Bi vê hewl didin pergala xwe heyî bikin. Ger mirovek li dijî nasnameya xwe biyanî bibe mirov wê-wî kesî wenda dikin.”   ‘Ji aliyê desthilatdariyan ve gav nayê avêtin’   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku yek ji rêgezên girîng a Egîtîm Senê ‘parastina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ye’ û wiha dawî lê anî: “Dibistan vebûn û dîsa bi sedhezaran zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bigirin. Li gorî zarokên din jî 1-0 dest bi jyana perwerdeyê dikin. Her tim got ku divê her xwendekar bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne, xwe bi zimanê xwe îfade bike, bi zimanê xwe bixwîne. Me di vê qadê de têkoşîn meşand. Ji vir şûnde jî em ê têbikoşn. Divê ne wek dersa bijartî yanî bi du saetan neyê sînorkirin. Ji bo mamosteyên hatine tayînkirin pol nayê vekirin. Di vî alî de desthilatdarî gavê navêje.”   Emîneyê her wiha diyar kir ku ji bo her zarok bi zimanê xwe perwerdeya xwe bibîne wê têkoşîna xwe her tim bidomînin.