'Ji bo parastina nirx û çanda Kurdî em di nava têkoşînê de ne' 2022-09-14 09:02:29     Yara Kendeş   KOBANÊ - Têkildarî êrişên dewleta tirk ên piralî yên li dijî çand, huner, zimanê Gelê Kurd Endama Çand û Hunera Baqî Xidoyê ya Kantona Kobanê Leyla Ahmed wiha axivî:"Dema aliyek li hemberî te û çanda te tevgerek ne mirovî nîşan bide yan jî her tim bixwaze mafên te binpê bike, ev yek dide diyarkirin ku dixwaze tu ji çand, ziman, hebûn û nasnemeya xwe dûr bikevî û werî xapadin. Loma ji bo parastina nirx û rêgezên çanda Kurdî her tim wekî gel em di nava tekoşînê de ne."   Hêzên mêtinger ji bo Gelê Kurd nebe xwedî hebûn û statu, serî li hemû rêbazên qirêj didin. Ji gelek aliyan êrişan pêk tînin. Êrişên leşkerî, çandî, siyasî li dijî ziman û hunera Gelê Kurd didomînin. Ev êriş li her çar perçeyên Kurdistanê pêk tên. Gelek caran li bajarên tirkan li dijî Gelê Kurd êrişên nîjadperest pêk tên. Ji ber kurd bi zimanê xwe axivîne, bi zimanê xwe stran gotine, gelek caran hatine kuştin û tundî dîtine.    Di derbarê vê mijarê de Endama Çand û Hunera Baqî Xidoyê ya Kantona Kobanê Leyla Ahmed ji ajansa me re nêrîna xwe anî ziman. 'Ev hovîtiya li dijî kurdan bûye nexweşiyeke xerab'   Leylayê di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku êrîşên dewleta tirk bi gelek şêweyan, li hember Gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê  tê meşandin û got: "Dewleta tirk li her derê êrîşên xwe pêk tîne, yanî ji Lîbyayê bigire dest, heta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi êrîşên xwe dewleta tirk dixwaze hemû deveran bike bin bandora xwe. Dixwaze bi rêya êriş û çavsoriya xwe dawî li gelan bîne. Dewleteke desthildatdar e û gelan di komkujiyan re derbas dike. Ev hovîtiya li dijî kurdan bûye nexweşiyeke xerab."   'Gelê Kurd her tim di nava têkoşînekê de ye'   Leylayê di nava axaftina xwe de da zanîn ku ji sed salên borî de her tim dewleta tirk bi desthilatdaran re dibe hevalbend û li ser kurdan lihevkirinan çêdikin û wiha pê de çû: "Hemû cîhan dizane ku dewleta tirk bi çi rengî êrîş û binpêkirinê li hemberî Gelê Kurd dide meşandin. Her wiha dema şagirtekî kurd li her derê be, pirsa hebûn û naskirina çanda xwe bike, divê dewleta tirk wî şagirtî têk bibe û qetil bike. Dewleta tirk ev ji xwe re kiriye wekî karekî. Dewleta tirk bi balafirên bê mirov dibistana zarokan jî hedef girt û di encamê de zarokên keç ên li pey zanist û naskirina ziman û çanda xwe ketine, jiyana xwe ji dest dan. Ev mijar jî helbet diyar dike ku dewleta tirk çiqasî ji fikir û hêza jinê ditirse. Lê belê li dijî hemû êrişana Gelê Kurd her tim di nava têkoşînekê de ye."    'Ji bo parastina nirx û rêgezên çanda Kurdî em di nava têkoşînê de ne'   Leylayê diyar kir ku dema desthilatdarî xwe li ser jiyan, ziman, nasname, hebûn û nebûna gelan ferz bike ev yek lawaztiya desthilatdariyê ya li hember têkoşîna gel dide xuyakirin û wiha lê zêde kir:"Dema aliyek li hemberî te û çanda te tevgerek ne mirovî nîşan bide yan jî her tim bixwaze mafên te binpê bike, ev yek dide diyarkirin ku dixwaze tu ji çand, ziman, hebûn û nasnemeya xwe dûr bikevî û werî xapadin.  Em di dirêjahiya dîrokê de her tim bi destên dagirkeran, bi awayekî cuda hatine xapandin. Ji ber vê yekê em her tim têdikoşin da ku rastiya veşartî xuya bike, di têkoşîn û berxwedana me de diyar dike ku em  ji bo parastina nirx û rêgezên çanda Kurdî her tim wekî gel di nava tekoşînê de ne."   'Zimanê ku em pê diaxivin dibe azadiya me gelan'   Leylayê bi van gotinana dawî li axaftina xwe anî: "Em ê weke Neteweya Demokratîk a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi projeya pirzimanî, pirçandî, pirolî û pirrengî dagirkeriyê pûç bikin. Hêviyên me di pêşerojê de gelekî mezin in, em dev ji doza berxwedanê bernadin. Zimanê ku em pê diaxivin dibe azadiya me gelan."