‘Li girtîgehan pêkanînên 12'ê Îlonê di dewrê de ne’ 2022-09-13 09:02:33   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Dayikên girtiyan diyar kirin ku girtiyên sîyasî bi pêkanînên 12’ê Îlonê re rûbirû ne û ev tişt gotin: “ Li hemberî girtiyan bi awayê kêfî tevdigerin û di bin tecrîdê de tên hiştin. Girtî ji hemû mafên xwe bêpar hatine hiştin.”   Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan berdewam dikin. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û infaza gelek gritiyan tê şewitandin. Her wiha mirina bi guman a li girtîgehan ku roj bi roj zêde dibe û tecrîda li ser girtîyan malbatên wan dike fikaran. Malbatên girtiyan ku bertek nîşanî rewşa li girtîgehan dan, banga hestiyariyê li raya giştî krin. Malbatan gotin divê her kesê xwedî wicdan bibe dengê girtiyan.     Nurullah Acet(23) di sala 2016’an de hatiye girtin û niha li girtîgeha Wanê tê girtin. Li Nurullah 2 cezayên muebetê yê giran hatine birîn. Dayika Nurullah Gulsum Acet(51), daxuyand ku kurê wê bi salan e di hucreya yekkesî de tê ragirtin û got: “Li hemberî girtiyan bi awayê kêfî tevdigerin û girtî di bin tecrîdê de tên hiştin. Ji hemû mafên xwe bêpar tên hiştin. Tê gotin ku heta 10 salan di yek hucreyê de were girtin. Ji bo ku derfetên me tune ne em nikarin wî bibinin. Herî dawî me par ew dîtibû. Zarokên me di destê wan de ne ew çi bixwazin wê dikin. Lewra zarokên me bi îşkenceyê re rûbirû dimînin. Niha jî dibêjin girtî xwe dikujin. Lê em bawer nakin ku girtî xwe bikujînin.”   ‘Li dijî girtiyan pêkanînên dema 12 Îlonê tên kirin’   Gulsum, destnîşan kir ku li dijî girtîyan muameleyên wekî ya 12’ê Îlonê heye û wiha axivî: “Em naxwazin li girtiyan îşkence û zextê bikin. Salên 12’ê Îlonê gelek xirab bûn. Niha jî li dijî girtiyan pêkannên wê demê tên kirin. Kesên ku diziye dikin, taciz û destdirêjeyê dikin serbest berdidin lê yên sîyasî bernadin. Zarokên me bi salan e bêyî sûc li zindanan dîl tên girtin. Zarokên me tenê doza mafên xwe kirine. Em dixwazin ji bo hemû girtiyên sîyasî efûyek derbixin. Divê em ji bo girtiyên xwe têbikoşin û li ber xwe bidin. Em ê bibin dengê girtiyan. Bêdengî ne çareserî ye. Her çiqas kurdan bixin zindanan an jî bikujînin jî nikarin wan biqedînin.”     ‘Em ê bibin dengê girtîyan’   Alî Gerden(29) jî di sala 2016’an de hatiye girtin û niha li girtîgeha Xarpêtê ya tîpa F de girtî ye. Li Alî 61 sal ceza hatiye birîn. Dayika Alî Fatma Gerden(60) da zanîn ku kurê wê di heman demê de yek ji girtîyên nexweş e û got: “Derfetên me ji bo hevdîtinê tune ne. Ez hem nexweş im hem jî şert û mercên me ne guncav in. Lawê min sirgûnî gelek cihan hatiye kirin û niha li Xarpêtê ye. Ji bo ku bînin bajarêk nêzî me gelek daxwazname şandin lê tevî van serlêdanên me hemû bêbersîv man. Gelek caran bi ser qawîşên wan de tê girtin û gardiyan tadeyê li wan dikin. Zarokên me emr ê wan li zindanan derbas dibe. Kurê min hê zarok bû hate girtin û niha 61 sal ceza lê hat birîn. Bila êdî zarokên me berdin. Ne tenê malbat divê hemû kesên xwedî wîjdan û yên ku mafên mirovan diparêzin bibin dengê girtiyan.”