‘Daraz bûye pêlîstoka desthilatdariyê’ 2022-09-13 09:01:25     Rojda Aydin     AMED - Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, destnîşan kir ku daraz îro bûye pêlîstoka desthilatdariyê û got: "Ji berê heta îro mekanîzmayên darazê parastina mêran kiriye û li hemberî siyasetmedarên kurd jî biryarên siyasî dane. Lê belê em ê li hemberî wan polîtîkayan li ber xwe bidin."    Li Tirkiyeyê li dijî jinan her tim polîtîkayên taybet hebûn. Bi taybetî jî li herêmê polîtîkayên taybet ên şer bi sîstematîk li hemberî jinan û li hemberî siyaseta kurd tê meşandin. Zîhniyeta serdest a ku dijminatiya jinan û kurdan dike, bi daraza xwe jî kujer, tecawizkar û êrişkaran diparêze. Li gorî daneyên ajansa me ji çapemeniyê hatine kom kirin di meha tebaxê de 30 jin hatine qetilkirin û 18 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 6 zarok hatine qetilkirin û 3 zarok jî biguman jiyana xwe ji dest dane.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulîstan Atasoy, têkildarî êrişên li ser jinê, afirandina polîtîkayên taybet ên li hemberî jinan û siyasetmedarên kurd de axivî.   ‘Daraz jî biryarên siyasî dide’   Gulîstan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pergala hiqûqê û got: "Ji berê heta îro mekanîzmayên darazê her tim mêran parastiye û hewl daye ku  şîdeta li hemeberî jinê di nava civakê de rewa bike. Em di demên dawiyê de dibînin ku siyasetê tevli mekanîzmayên darazê dikin. Hewl didin ku cezayên ji kontrolê derketine helal bikin û betir jinê medûrê tundiyê bikin. Pergala dadê jî nikare xwe ji vê yekê dûr bike. Yek jî wan sedeman siyaseta li ser mîlîtarîzmê ye, zimanê tundî bi gotarên elîtan jî hatiye avakirin. Dadger û dozgerên ku tên tayînkirin, bi talîmatan biryaran dide. Di encamê de biryarên siyasî tên dayîn. Ne li gorî hiqûqê, li gor pêvajoya siyasî biryar tên dayîn."   ‘Daraz îro bûye pêlîstoka desthilatdariyê’   Gulîstan, da zanîn ku di dozên siyasî de biryarên pir hovane tên dayîn û got: "Di pêvajoya biryara dadweriyê de em dibînin ku şîdeta li hemberî jinê, êrişa zayendî ya li hemberî zarokan, destdirejiya li hemberî jin û zarokan de her tim parastinek heye. Dema ev tişt ji hêla darazê ve tên kirin û tên rewakirin, tundî û destdirêjî di nava civakê zêde dibin. Her wiha îro li herêmê şereke taybet heye û fuhûş zêde bûye, bikaranîna tiryakê de zêde bûye û hem jî tundiya herî hov li hemberî jinê zêde bûye. Sedem jî siyaseta ku heyî ye û li hemberî jinan hêza mêran hatiye pêşxistin. Li hemberî jinan polîtîkayên taybet hatine pêşxistin. Hêza ku êrişê siyasetmedarên jin dike, bi heman awayî mêr jî li kolanan jinan wekî milkê xwe dibîne. Li hemberî jinan serdestiyê dikin. Em dikarin di pêvajoya piştî bidawîbûna Peymana Stenbolê wek mînak bidin. Doza Îpek Er, nîşan da ku dewlet çawa xwedî li pergala şerê taybet derdikeve, daraz çawa qanûnên xwe ji bîr dike û mafên mirovan ji bîr dike. Ev tişt nîşanî me dide ku ew ji pîvanên hiqûqî yên gerdûnî dûr ketine. Daraz îro bûye pêlîstoka desthilatdariyê. Bûyerên ku diqewimin bi belge, wêne û dîmenan pêşkêşî raya giştî û darazê tên kirin. Lê belê ev tişt ji hêla dozger ve nayên dîtin û gav nayên avêtin."   ‘Bi awayek hov nêzî siyasetmedarên kurd dibin’   Gulîstan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser êrişên li hemberî siyasetmedarên jin: "Lê dema ku dor tê ser daxwazên demokratîk, bi taybetî jî dema kurd, jinên kurd, siyasetmedarên kurd bînin ziman bi êrişên pir giran re rû bi rû dimînin. Her wiha mekanîzmaya darazê jî heman tiştî dike û di nava civakê de lînçek dest pê dike. Ligel Leyla Guven girtiyê jî derbarê wê de 46 sal hat birîn. Ev yek ji nîşan dide ku siyaset darazê wek rêbaza tolhildanê bikartîne. Ji bo Ayşe Gokkan a ku tenê ji ber têkoşîna jinê 30 sal ceza hat xwestin. Yanî darazeke bi vî rengî îro dikare li hemberî êrişên ser kurd û siyaseta kurd serbixwe bifikire? Jinên kurd û siyaseta kurd ji xwe re kirine hedef."   ‘Bi polîtîqayên qirêj dixwazin jinê bixin’   Gulîstan, destnîşan kir ku îktîdar dixwaze bi polîtîkayên bêexlaqî jinan bixin û got: “Tê hesabkirin ku di nava civakê de çiqasî hilweşîn û dejenerebûn çêbibe, civak ewqasî bêpolîtîk dibe. Em baş dizanin ku dema zarok hînê hişbirê dibin û dikevin destê çeteyan malbat ji hêzên dewletê alîkariyê dixwazin. Ew jî dibêjin ‘Dê çi bibe, tiştek nabe. Li şûna ku dibin terorîst bila tiryakê bikarbînin’. Malbat bi van gotinan re rûbirû dimînin û rewş jî tê normalîzekirin. Sedema jî avakirina civakeke bêpolîtîk. Li hemberî daxwaza demokrasî, wekhevî, edalet, azadî û bi taybetî jî çareseriya pirsgirêka kurd reflekseke cidî ya civakê nîne, tenê bi saya kurdan refleks tê nîşandan. Lihemberî vê refleksa kurdan pêşî li ber siyasetê digirin. Bi vî awayî dixwazin jinê ji civakê dûrbixin, di nava malê de ase bikin. Dixwazin nasnameyek derxin holê. Armanca afirandina jineke maqûl a ku li gorî bîrdoziya dewletê tê wateya êriş û polîtîkayên qirêj."    ‘Têkoşîna jinê mezin bikin’   Gulîstan, da zanîn ku têkoşîna jinê tevahî ye, ji ber vê yekê, tundiya ku ji aliyê dadgeriyê ve tê kirin, tundiya siyasî ya ku ji aliyê hikûmetê ve tê kirin, tundiya ku ji aliyê mêran ve tê kirin, hemû pirsgirêkên sîstematîk û civakî ne û wiha bi lêv kir: "Ji bo pêşî li vê yekê bê girtin, pêwîstî bi têkoşîneke tevahî ya jinê heye. Jin îro çawa dikarin bên cem hev, bi taybetî jî di êrişên ku ji bo tunekirina destkeftiyên jinê yên weke Peymana Stenbolê tên kirin de, divê em ji bo xurtkirina vê yekê li ser zemîna hiqûqî bên cem hev û di qada siyasî de jî di têkoşîna xwe de bên cem hev. Ji ber ku hiqûq, zêdetir têkoşîna jinê ye ku beşên giştî vedihewîne. Ji bo jinûve bi polîtîkayeke tevayî jiyaneke wekhev a zayendî were jiyîn, pêwîst e bi polîtîkayeke tevayî li ser bingehên berfirehtir civîneke pir mezin were çêkirin. Şert û mercên îroyîn ji bo vê bingehek guncaw ava dike. Hewl didin ku destkeftiyên jinan tunebikin, her roj jin bi şîdet û mirinê re rûbirû dimînin, li dijî vê yekê divê jin werin cem hev. Wek jinên HDP'ê em ê têkoşîna jinan mezin bikin û em ê her şert û mercên heyî de li ber xwe bidin."