'Nêzîkatiya li hember cenazeyan ne munferîte' 2022-09-12 09:02:52     Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Ji însiyatîfa Edelet û Rêzdariya Li hember Mirî Parêzer Burcu Çelîk da zanîn ku desthilatdarî êrişên li hember cenaze û goristanan roj bi roj zêde dike û der barê cenazeya Hakan Aslan yê bi qutiyê teslîmê malbatê kir de axivî. Burcuyê got nêzîkatiya li hember cenazeyan qet ne munferîte.   Li Tirkiye û Kurdistanê binpêkirinên mafan gelek tên jiyîn. Yek ji van binpêkirinên maf jî nêzîkatiya li hember cenazeyane. Hakan Aslan yê di pêvajoya 2015-2016’an de li Amedê jiyana xwe ji dest dabû, piştî têkoşîna 7 salan a malbatê di 29’ê tebaxê de cenaza wî di qutiyê de dan malbatê.    Endama Însiyatîfa Edelet û Rêzdariya li Hember Mirî parêzer Burcu Çelîk der barê mijarê de nirxandin kir û banga hestiyariyê kir.   ‘Tiştên tên jiyîn ne munferîtin’   Burcuyê da zanîn ku mirin ne tenê felsefîk û ontolojîke di heman demê de aliyê wê yê siyasî û polîtîk jî heye û got: “Ji ber vê jî bi qasî polîkaya jiyanê ya desthilatdariyan ya mirinê jî heye. Îro tiştên em dijî ne yên ewil in. Tiştên li cenazeyan tên kirin bi armanca peyamê tên kirin. Peyama dixwazin bidin ku dibêje ku em biryar didin ku hûn dikarin defin bikin an na, mafê we yê şînê heye an na. Malbat dixwazin li gorî ola xwe definê bikin. Mixabin nêzîkatiya dewletê ya li hember cenazeyan ne  munferîte.”   ‘Divê mirovajî ji vê şerm bike’   Burcu, destnîşan kir ku derbarê malbata Hakan Aslan de agahî girtibûn. Hestiyê zarkên xwe girtin. Lê divê em mijara cenazeyan hemû civak lêpirsîn bikin. Ji ber rêbaza teslîmkirina cenazê gelek saziyen navneteweyî bertek nîşandan. Alî Riza Arslan dibêje ‘kesên mirovahiya wan heye divê ji vê rewşê şerm bikin.”   Mekanîzmayên navneteweyî pêk nayên   Burcuyê destnîşan kir ku Tirkiye bi polîtîkayên li hember cenazeyan li dijî peymanên navneteweyî tevdigere û wiha bi lêv kir: “Li Tirkiyeyê tenê li ser cenazeyan binpêkirinên maf tune. Ev ji hiqûq û dewletên navneteweyî serbixwe nîne. Em dikarin bêjin ku mekanîzmayên navneteweyî pêk nayên. Têkiliyên navbera dewletan di biryaran de gelek bi bandorin. Malbat bi daxwaza edeletê her roj li ber edliyeyan nobetê pêk tîne. Lê dewletê cenaza Hakan Aslan ji edliyê teslîm kir. Malbat diçe ku wê îmzeyekê bavêje. Ya divê pêk bihata jî ev bû. Lê malbat li wir bi rewşeke ne mirovahî û bê wijdanî re tên rû hev.”   ‘Em banga hestiyariyê li civakê dikin’   Burcuyê diyar kir ku wek însiyatîf bi malbatan re di vê miajrê de xebetan dimeşînin û bi saziyan re tên gel hev û wiha dawî lê anî: “Me di cenazeya dayika Taybet ya li kolanê hat sekinandin, me bi cenazeya Cemîleyê ku di cemedankê de hat veşartin me di cenazeya Hatun Tugluk de ev pêkanîn jiyan. Ligel vê  elewî, ermenî, Dayikên Şemiyê û penaber jî hene. Dema ev tên jiyîn divê dîrok jî neyê jibîrkirin. Hêviya me ev e ku ev mînak yên dawî bin. Em wek însiyatîf hemû kesî vexwendiyê hestiyariyê dikin.”