Înîsiyatîfa Jinan a Aştiyê: Hedefa me guhertina vê hewaya tirsê ye 2022-09-09 09:11:14   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Ji Însiyatîfa Jinan a Aştiyê ya Îzmîrê Rozan Urkun da zanîn ku  gelek xebatên wek atolye û form dane ber xwe û bang li hemû jinan kir ku di înîsiyatîfê de cih bigirin. Rozana got hedefa wan ev e ku vê hewaya tirsê biguherînin.   Înîsiyatîfa Jinan a Aştiyê ya Îzmîrê ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de di encama civîn û forumên pêk anîn de belgeya amade kiribûn aşkera kirin û damezerandina xwe îlan kirin. Însiyatîf wê li dijî şer xebatan bimeşînin.  Rozana Urkun der barê înîsiyatîfa ku jinên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û femînîst tê de cih digirin de nirxandin kir.   Rozana da zanîn ku armanca wan ev e ku jinên li dijî şer in bînin gel hev û hewaya tirsê bişkînin.   Şerê serdest yê mêr    Rozana destnîşan kir ku şerê li Tirkiye û her wiha şerê li Sûriye û Ukraynayê bi giştî bandor li ser jin û zarokan dike û di pêvajoya ku diçe hilbijartinan de polîtîkayên şer dijwartir bûne û got: “Ji bo jin li dijî şer gotina xwe bêje, Însiyatîfa Jinan a Îzmîrê ava kirine.  Polîtîka şer ya desthilatdariyê bi qada ku şer dike sînor namîne. Ev şerekî serdest  û zayendperest yê mêr e. Mînak polîtîkayên şer heta giştînameyên li zanîngehan tên derxistin bandor dike. Dîsa xwendekarên zanîngehê tên qetilkirin û kujer tên xelatkirin. Ev hemû girêdayên polîtîkayên şer in.”   ‘Şerê taybet li hember jinên kurd hatiye destpêkirin’   Rozana daxuyakirin ku di şerê li hember kurdan hatiye destpêkirin de dînamîkên cuda hene û wiha daxuyand: “Gumanbarê Îpek Er, çawîşê pispor Mûsa Orhan, gumanbarê sereke yê windakirina Gulîstan Doku Zaynal Abakarov tê parastin. Li hember jinên kurd polîtîka taybet tê meşandin. Ji ber hêrsa karê ya kapîtalîzmê li hember xwezayê jî şer hatiye destpêkirin. Jinên parêzvanên xwezayê dixwazin ji vî şerî re bêjin na. Bandora şer li ser me hemûyan dike. Em jin dixwazin li dijî şer aştiyê bihûnin. Em aştiyê dixwazin. Em ji bo vê hatine gel hev.”   Hedefa me şikandina tirsê ye   Rozana di berdewamiya axaftina xwe de wiha bang li jinan kir: “Çawa jin li dijî zayendperestiyê tên gel hev dikarin li dijî şer jî bên gel hev. Li pêş me pêvajoya hilbijartinê heye û em hawira tirsê hîs dikin. Em hewl didin di vê hawirê de bijîn. Hedefa me şikandina vê hewaya tirsê ye. Hedefa me ev e ku em xwe bigihînin zêdetir jinî û nîqaşan mezin bikin. Em bang lihemû jinan dikin. Me bi atolyeyan bername û çalakî dane ber xwe. Di 1’ê îlonê de em bi astengiya hêzên ked û demokrasiyê re hatin rû hev. Me li ser sahnê belge nexwend. Lê me li qadan bang li jinan kir. Ji vir şûnde wê banga me mezin bibe. Em hemû jinên aştiyê dixwazin vexwendiyê însiyatîfê dikin.”