Guler Tûnç: Desthilatdariyê jinên kurd kirine hedefa xwe 2022-09-09 09:09:37   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Berdevka TJA’yê ya Şirnexê Guler Tunç, bal kişand ser zêdebûna qetîlkirina jin û zarokan a girêdayî polîtîkayên şerê taybet ku li herêmê tê meşandin, desthilatdarî bi hedefgiritna jinan re dixwazin civaka kurd bixîne û got: “Divê gelê me ji her çar aliyên ve li dijî van polîtîkayan hişyar be û li gorî wê rê û rêbazên xweparastinê pêş bixe.”   Li Şirnex û navçeyên wê demek dirêj e zêdebûna qetîlkirina jinan di rojevê de ye. Bi taybetî di salên dawînde konseptek nû ya şerê taybet li Kurdistanê di dewrê de ye û bi vî şerê taybet ku di ser jin û zarokan re tê meşandin qetîlkirina jinan derketiye lûtkeyê. Tenê li Şirnexê di nav 2 salan de herî kêm 5 jê zarok 16 jin hatin qetîl kirin. Herî dawî bi qetîlkirina Firdevs Babat a li navçeya Qilebanê ji aliyê Cerdevan Ahmet Babat ve û komkujiya li Hezexê hat kirin ku di encamê de Leyla Karaaslan û 3 keçên wê hatin qetilkirin, bertek û hêrsa jinan a li dijî hedefgirtina jinan zêdetir bû.  Berdevka Tevgera Jinên Azad( TJA) ya Şirnexê Guler Tunç têkildarî mijarê ji ajansa me re nirxandin kir.   Guler, diyar kir ku li ser Şirnexê û derdora wê şerekî derûnî û taybet tê meşandin û wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Bi taybetî piştî sala 2014’an ku bi biryara Lineya Milî ya Ewlehiyê  (MGK) plana çokdanînê xistin dewreyê  li dijî jinên kurd polîtîkayek taybet hat meşandin. Ji wê deme heta niha desthîlatdariya AKP’ê li dijî jinên kurd êrîşên cûrbecûr pêk tîne. Li Şirnexê jî bi taybetî ji salên 2015-2016’an de li dijî jinan bi awayê sîstematîk êrîş tên kirin û ji aliyê desthilatdariyê ve jin hedef tên girtin. Ji aliyekê ve ciwan tuşî hişbir û fuhuşê tên kirin. Ji aliyek din ve jî qetîlkirina jinan tê normalîzekirin. Dema em van didin ber çavan divê em bingeha wî şerê taybet jî bizanibin. Ango desthîlatdar çi dixwaze û van daxwazên xwe çawa pêk tîne divê em bizanibin. Di kîjan aliyî de bi ser neket ku bi vî awayî êrîş dike. Gava em bala xwe didin dîrokê li Şirnexê bi taybetî ji salên 90’î vir de heta niha dewlet êrîşî vî gelî kiriye û zilm li ser meşandiye. Gelek kurd bi rêya kuştinên kiryar ne diyar hatin windakirin, di newrozan de hatin qetîlkirin û bi îşkenceyê û şewitandinê bi zilmên gelek mezin re rûbirû hatin hiştin. Lê belê ruxmî van hemû yekan dewlet di van êrîşên xwe de bi ser neket û gelê Şirnexê serî netewand. Di vê demê de jî yên ku li dijî van polîtîkayên dewletê  serî rakirin jî dîsa jin bûn. Wekî berîvan û Bişeng Anik an bi dehan jin di rêya têkoşînê de bûn bûn pêşeng û jiyana xwe ji dest dan. Di vê pêvajoya xweseriyê de jî yên ku ji vê berxwedanê re pêşengtî kirin herî zêde jin bûn. Wekî Sêve, Pakize, Aysel, Ferîde û Berjînan li ber xwe dan.”   ‘Di milê exlaqî de jin hedef girtin’   Guler, destnîşan kir ku desthîlatdariyê ji ber têkçûyîna xwe ya piştî bi salan rêbazên şerê taybet pêş xist û wiha got: “Di milê exlaqî de jin hedef girtin. Bi destê çete, cerdevan û pisporên wan fihuş pêş xistin.  Van bûyeran jî normallîze dikin û ser wan digirin. Li herêmê ji çar aliyan êrîş dikin. Li aliyekî êrîşî xwezayê dilîzîn. Li aliyekî jinên ciwanan hedf digirin û li aliyekê jî li ser sîyaseta li Botanê tê kirin êrîşên xwe berdewam dikin. Heke di hefteyekê de 5 jin tên qetîlkirin ev ne tiştekî ku were qebûlkirin e. Her wiha di nav çar mehên dawîn de jinên wekî Berîvan Altun, sakîne Kultur, Firdevs Babat û komkujiya li Hezexê ku hat kirin mînakên herî şenber  in. Kesên ku ew jinan qetîl kirin jî piranî erkdarên dewletê ne. Bêguman ev ne tesadûf e.”    ‘Desthîlatdarî êrîşên li dijî Botanê ji xwe re serkeftin dibîne’   Guler di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku desthîlatdar êrîşên li dijî herêma Botanê ji xwe re wek serheftinek dihesîbîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vî aliyî de jî hêzên ku dişine herêmê yên dijberî herêmê ne.  Bi  vî şiklî di bin navê evin û hezkirinê de xistina jinên ciwanên kurd armanc dikin. Mînaka polîtîkayên şer ên taybet a li herêmê ya mezin Îpek Er e. Ji ber ku bi êrîşên fîzîkî nikarin encamêekê bi dest bixin, di warê derûnî û li dijî exlaq êrîş dikin. Çawişên pispor ku li vê herêmê kar dikin ne ji bo ku di karê xwe de pispor in. Ew ji aliyê dewletê ve bi taybetî tên perwerdekirin û dişinin herêmê. Ev herêm ji wan re cuda hatiye pênasekirin û li gorî wê bi şêwazek cuda nêzî jinên kurd dibin. Her wiha cerdevan jî bi heman şiklî ne.  Cerdevanên ku xiyanet li ser xak û nasnameya xwe kirine, ew jî parçeyekî vî şerê taybet in. Yê ku Firdevs Babat jî qetîl kir têkiliya wî bi dewletê re hebû. Pişlta xwe daye polîtîkayên dewletê. Her wiha yê ku li Hezexê komkujî kirpêk anî jî nêzî zîzbûllahê û HUDA-PAR î bû. Gava em li koka van hêzan dinihêrin jî tê zanîn ku ji ku derdikevin.”   ‘Kiryar tên perwerdekirin’   Guler, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tu bûyerên ku li herêmê pêk tên ji hev cudatir nînin, hemû ji girêdayî hev in. Guler, wiha axivî: “Dema ku em li kujerên jinan dinihêrin bêguman wêneyê wan bi Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu re derdikevin.  Êdî em ne biyaniyên van bûyeran e jixwe bi destê wan ew kujer tên perwerdekirin û digihêjînin astekê. Wekî kujerê Denîz Poyraz. Yê ku van qetîaman pêk tînin jî dizanin ku bi polîtîkayên bêcezahiştinê wê werin darizandin û bi vî şiklî cesarete digirin. Parastin û ewlehiya jinan nema ye. Tu bûyerên ku li herêmê pêk tên ji hev cuda nînin. Piraniya bûyerên ku pêk tên ser wan tê girtin.Dewlet van bûyeran di nava xwe de difetisinîne. Malbatan dide tirsandin û girêdayî polîtîkayên xwe dike. Ji bo ku dewlet van bûyeran paşguh dike kiryarên wan bê ceza dihêle, yên ku xwe eşîr binav dikin li jinan ceza dibirin û bi girtina ser bûyeran di nav xwe de çareser dikin. Bi vê yeke jin û zarok hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji aliyê malbat û civakê ve êrîş li wan tê kirin. Kujer polîtîkayên dewletê yê bêceza hiştinê ji xwe re wek çekekê dibîne, wek parastinek dibînin û wisa tevdigerin.”   ‘Li dijî polîtîkayên taybet xwe parastin divê’   Guler, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li hemberê li dijî van êrîşan divê seknekê xurt bê nîşandan û rê û rêbazên xwe parastinê werin pêşxisitn. Guler, ev tişt anî ziman: “ Divê gelê me ji her çar aliyên ve hişyar bibe. Divê derheqê bingeha wan polîtîkayan de xwedî agahî bibin û li gorî wê rê û rêbazên xweparastinê pêş bixînin. Desthîlatdar bi polîtîkayên xwe wisa bi ser ciwanan de tê ku ciwanên kurd serî li xwekujiyê didin. Divê hem gel û hem jî malbat hişyar bibin. Em jî wek TJA’yê cuda cuda li hemberê van polîtîkayan xebatan didin meşandin. Bi salan e li dijî van polîtîkayan em cûr bi cûr çalaki û xebatan dikin. Lê divê pêşîlêgirtina van polîtîkayan bi TJA’yê re bi sînordar nemîne. Divê hemû jinên li Kurdistan û aliyê Tirkiyê yekitiya xwe ya li dijî van qetlîamên jinan ava bikin û deng derxînin.”   Di nav 2 salan de navên jinên ku hatine qetîlkirin wiha ne:   * Şîmon Diril ku li gundê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê dijiya, di 8'ê çileya 2020'an de ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat revandin. Cenazeyê Şîmon Diril piştî 70 rojan li qerexa Çemê Hezilê hatibû dîtin.   * Canan Nergîz(23) li taxa Konakê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 17’ê Gulana 2020’an de qetîlkirî hate dîtin.   * Betul Uçar(14) li gundê Takyan yê girêdayî navçeya Sîlopiya  Şirnexê, di 3’ê Adara 2021’an de, bi awayekî daliqandî li baxçeyê mala xwe hat dîtin.    * Gurbet Uren(50) li taxa Dagkapi ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 6’ê Gulana 2021’ê de bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. Der û dora Gurbetê ragihandibû ku ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve şîdet lê dihat kirin û bi kuştinê dihat tehdîtkirin.     * Kezban Akkoyun(25) li gundê Zengîlok ê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê, di meha Îlona 2021’an de bi awayekî bi guman jiyana xwe jidest da.   * Helîn Katlanç(18) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di meha Kanûnê ya 2021’an de bi awayekî bi guman li mala ku xwe jiyana xwe ji dest da.   * Ozlem Çakir(32) a li Dibistana Navîn a Îmam Hatîbê ya Silopiyê mamostetî dikir, di 4’ê Çilêya 2022’an de li oteleke li navenda navçeyê bi awayekî bi guman mirî hat dîtin.    * Asîye Akil(45) a li gundê Avgamasya yê girêdayî Şirnexê, di 8’ê Çilêya 2022’an de bi awayekî bi guman jiyana xwe jidest da.   * Kader Yagbasan(23) a li navçeya Hezexê ya Şirnexê, di 3’ê Sibata 2022’an de bi awayekî bi guman jiyana xwe jidest da.   * Mîhrîban Şengîl(31) a li navçeya Qilebanê ya Şirnexê, di 21’ê Nîsana 2022’an de ji aliyê mêra pê re zewicandî Metîn Şengîl ve hate qetîlkirin.   * Sakîne Kultur(40) a li navçeya Silopiyê Şirnexê, di 14’ê Gulana 2022’an de ji aliyê  Serokê Tevgera Taybet a Herêma Şirnexê Îbrahîm Barkîn ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Kujerê ku hat girtin, hat hînbûn ku gelek dosyayên lêpirsînê der barê wî de hene û heta niha bêceza hatiye hiştin.   * Firdevs Babat(17) a li bajarêkê Sêgirikê yê girêdayî navçeya Qilebanê ya Şirnexê, di 21’ê Tebaxa 2022’an de bi îşkenceyê qetîlkirî cinazeya wê li Çemê Hêzilê hate dîtin. Hat hînbûn ku kujerê Firdevs Ahmet Babat, bi çeka cerdevantiyê qetil kir. Her wiha hate diyarkirin ku birayê Ahmet Abat Ramazan Babat di meha Gulanê de tecawizî zarokê bi navê S.G. yê 16 salî kiriye û Hazim Babat û Şeyhmûs Babat xwestine ser bûyerê bigirin. Piştî vê yekê di 24’ê Hezîranê de Ramazan Babat ji sûcê tecawîzê hate girtin.   * Di 24’ê Tebaxa 2022’an de, li taxa Yenî ya navçeya Hezexê ya Şirnexê Hasan Karaaslan di 24’ê tebaxê de bi şev jina ku pêre hatî zewicandî Leyla Karaaslan (40) û zarokên xwe yên di xew de Derya (17), Melek (16) û Şerîfe (13) qetil kir. Kujer Hasan Karaaslan, piştre çû Midûriyeta Polîsan a Hezexê teslîm bû. Hasan ji aliyê dadgehê ve bi sucê “kuştina bi qesdî ya hevjîn xwe û zarokên xwe" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Şirnexê.