Ebrû Gunay: Mase û tifaqa HDP'ê diyar e 2022-09-08 16:00:55     ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku mase û tifaqa partiya wê zelal e û got: “Em ê tu carî piştgiriyê nedin namzetê ku em qebûl nekin.” Ebrû banga tevlîbûna Meşa Cûdî kir.    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Ebrû bal kişand ser gelek mijarên girîng û diyar kir ku êdî sebra tu kesî ji vê desthilatdara ku riziyaye re nemaye.   Ebrû Gunay nexasim bal kişand ser mijarek girîng a di rojevê de ku nîqaşa “Wezîrtiyê bidin HDP’ê” di raya giştî de tê kirin. Gunay bersiva Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener ku gotibû, “Maseya ku HDP lê be, em li wê maseyê tune ne” û wiha got: “Dixwazim hin mijaran bigihînim zelaliyê. Me bi tu partiyê re bazara wezîrtiyê nekiriye û em ê nekin jî. Em ê bi dengên gelê xwe bên bijartin û gelê me li cihê ku bixwaze wê bibîne. Ehliyeta rêveberiyê wê ne hin kes, wê gel wê ehliyetê bide. Wê gel me bîne ser rêveberiyê û em  ê jî li gorî daxwazên gelê xwe pir xweşik bi rê ve bibin.   Em li ser kîjan maseyê ne, baş tê zanîn. Dixwazin wê hişmendiya ku wekî HDP dixwaze di Tifaqa Millet de cih bigire çêdikin. Wê ev hişmendî tiştek bi wan nede qezenckirin. Me sala par bi deklarasyona xwe helwest û rêgezên xwe danîbû holê. Em ne di tifaqa Cumhur de ne jî di ya Millet de cih digirin û piştevaniya wan nakin. Derdek me wiha nîne û wê nebe jî. Namzetek ku em qebûl nekin, em ê piştgiriyê nedin wî/wê.   Siberoja vî welatî mijara gotinê ye. Divê her kesên ku ji bo partiya sêyemîn a vî welatî ku bike baldar be. Em di pêvajoyek hesas de derbas dibin. Mafê kesî tune ye ku bi rola qeyûman rabe. Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere û siyasetê bike, lazim her kes hed û hidûdê xwe dizanibe. Ew ê hesab bidin dîrokê, berdêla vî karî giran e.   Karê Meral Akşener ango berdevkên wê, ne ew e ku pozisyona HDP’ê diyar bikin. Jixwe xelk carek te ji karên te yên ku li gel Mehmet Agar û Tansû Çîller bi rê ve birin nas dike. Tu qet xema nekişîne, tişta ku te ji bo vî welatî qewl kiriye tarîtiya salên 90’î ye. Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî. Ne mase em bi te re li qahwexaneyek çayê jî venaxwin. Me gelek caran got û em dîsa bêjin, tifaq û maseya HDP’ê diyar e. Yekîtiya me Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Bi rastî jî ev tifaqa demokrsiyê û guhertin û veguhertnê dixwaze û tekane navnîşana muxalîfan e.   Her wiha hilbijartin kengê tê kirin bila bê kirin, em ji bo wê jî amade ne û em di nava amadekariyan de ne. Têkoşîna me roj bi roj mezin dibe. Em Tifaq û Siyaseta Rêya Sêyemîn in. Em ji bo azadî û demokrasiye tên, çimkî em ê biguherînin.”   Em banga tevlibûna Meşa Cûdiyê ya wê di 17’ê îlonê de li dijî talankirina xwezaya Botanê pêk tê dikin. Çapemeniya hêja wekî hûn jî zanin zext û zoren desthilatdariya AKP’ê her roj devam dike. Heman demê dijminatiya wan li ser xwezaya kurdan jî devam dike. Li Cûdiyê daristan xweza roj bi roj tê qetilkirin. Di 7 mehê dawî de ji sedî 8’ê daristanên Cûdiyê hatine qirkirin. Em li her derê nasname, ziman û xwazeya xwe dipazêrin. Ji ber wê ji bangawaziya DTK, TJA, DBP, HDP û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya em ê di 17'ê îlonê de meşekê li dar bixin. Em bi şiyara ‘Em li dijî şer û talana xwezayê dimeşin.’ Dimeşin. Ez careke din bangî ekolojîst û gelên Tirkiyeyê dikim, em deng bidin qîrîna Cûdîyê. Em bi hev re xwezaya Cûdiyê biparêzin.”