Nobeda Edaletê ya li Amedê dewam dike 2022-09-08 15:55:37     AMED - Nobeda Edaletê ya li Amedê ya xizmên girtiyan dane destpêkirin dewam kir.    Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan di roja 296’emîn de li ber Edliyeya Amedê didome.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya 78'an ê Amedê, endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê û Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy piştgirî dan çalakiya malbatan.   Di daxuyaniyê de xwişka girtiyê nexweş Hamdusena Ada, Reşahat Ada û Hişyar Ozsoy axivîn.   Reşahat wiha got: “Em deyndarê zarokên xwe ne. Banga me ji bo hemû cihanê, Wezîrê Edaletê û Serokkomar re ye. Bila qanûn bên bicihanîn. Bila girtiyên nexweş bên berdan û dermankirin. Em êdî naxwazin darbestên zarokên me ji girtîgehê derkevin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li gel girtiyên di girtîgehan de ne cih bigrin. Em vê zilmê qebûl nakin. Bijî berxwedana zindanan.”   Parlamenterê HDP'ê Hişyar  Ozsoy jî diyar kir ku girtîgeh veguherîne cihê êşkenceyê û wiha dewam kir: “Em rewşa Aysel Tûglûk dizanin. Li gel pirsgirêkên tenduristiyê û rapora heyetê jî ji bo tolhilandinê li girtîgehê tê ragirtin. Raya giştî ya Tirkiyeyê temaşeyê mirina Tûglûk dikin. Wezîrê Adaletê Bekîr Bozdag heta niha ji bo girtiyên nexweş tiştek nekiriye. Em ji saziyên di bin serweriya hikumetê de bendewariya edaletê nakin.”   Hişyar destnîşan kir ku bi zilmê nikarin encamek bigrin û wiha got: “Ger encam girtiban wê 100 sivîl çûban cenazeya Kenan Evren, lê neçûn. Di kolanên Amedê de gule berdan ser gel. Saziyên ewlehiyê yên vê dewletê çavê xwe lê girtin. Bi hezaran kesên kujernediyar hene. Ev dewlet ewqas lewaz bûye ku ji Makbûle Ozer a 80 salî jî tirsiyane.”   Hişyar wiha dewam kir: “Enqere heta qirika xwe ketiye qirêjiyê. Ji wezîr bigre heta qesra wî di bin qirêjiya rişwet û gendeliyê de ne. Derewa dikin ‘têkoşîna li dijî terorê’ nakin. Pirsgirêka pêşerojê ya vê dewletê tuneye. Ji ber diziya gel dikin wê di qesrên edaletê de bên darizandin. Hûn ê hesaba wan bidin. Bixwin, ev dayîk dibêjin mal û milkê vê gelî ji we re bibe jehr. Hûn bi girtina kesên 80 salî, hêza dewletê nîşan didin. Em weke HDP’ê ligel dayikan in. Em ê di demekê kin de hesabê ji kesên ku ewqas zilm li vî gelî dikin, bipirsin. Ev dozger, ev dadger ne ya vî gelî ne, ne ya vê dewletê ne jî. Dadger û dozgerên beşeke teng yên ku li ser desthilatdariyê rûniştine ne.”