Rojnamegeran giliyê polîsan kirin: Em ê heqîqetê binivîsin 2022-09-08 13:37:14     STENBOL - Rojnameger Dogan Kaynak û Elif Bayburt ên dema nûçe dişopandin û bi îşkenceya polîsan rû bi rû man giliyê polîsan kirin. MKGP û DFG'ê li ber edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê dan û gotin ew ê şopdarê pêvajoyê bin.     Di 3'yê Îlonê de Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Dogan Kaynak û nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) muhabiri Elif Bayburt Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan dişopandin. Di dema şopandina nûçeyê de Dogan bi îşkenceya polîsan rû bi rû ma û Elif jî hat binçavkirin. Rojnamegeran giliyê polîsan kirin û Platforma Rojnamegêrên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegerana Dicle Firatê (DFG) jî têkildarî mijarê li ber edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê.    Xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê didomînin, Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu, Seroka TGS'ê ya şaxa Stenbolê Banu Tuna, Editora ETHA'yê Nadiye Gurbuz û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin","Çapemeniya azad welatê azad","Rojnamegerî ne sûc e rûmet e" hatin berzkirin.    Di daxuyaniyê de di destpêkê de nûçegîhana ETHA'yê Elif Bayburt axivî û got ew cara ewil bi tundiya polîsan rû bi rû namînin. Elifê diyar kir ku ew pişta xwe naspêrin dîwarê tirsê ew pişta xwe dide jinên dixwazin dengê xwe bidin bihîstin û kurdan.    Nûçegîhanê MA'yê Dogan Kaynak jî got ew ê teşhîrkirina îşkenceyê bidomînin û ew gavê paşde navêjin.    Ji rêveberiya DFG'ê Nişmiyar Guler da zanîn êrişa li ser çapemeniyê bûye mîna polîtîkayekê û got ew ê nebin rojnamegerên ku îktdar dixwaze.    Diren Yurtsever a li ser navê MKGP'ê axivî diyar kir ku ew ê xwedî li sekna têkoşîna çapemeniya azad derkevin û gavê paşde neavêjin.    Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu da zanîn tê xwestin mafê rojnamegeriyê bê astengkirin û got ên li gel çapemaniya azad cihê xwe digirin wê bi ser bikevin.    Piştî daxuyaniyê rojnameger çûn Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û giliyê polîsan kirin.