Makbûle Ozer: Divê piştevaniya hemû girtiyan bê kirin 2022-09-08 11:09:23 Zelal Tunç WAN - Makbule Ozer a nexweş a ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê hat tehliyekirin wiha got:"Gelek girtiyên nexweş û temenmezin hene. Divê demildest bên berdan."   Makbûle Ozer a 80 salî û bi nexweşiya giran ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê hat tehliyekirin. Makbule bi iddiaya "Alîkariya rêxistinê kiriye" li Artemêta Wanê bi hinceta cezayê wê yê du sal û mehekê hatiye erêkirin di 9'ê Gulanê de hatibû girtin.    Makbuleyê pêvajoya tiştên li girtîgehê jiyaye ji ajansa me re rave kir.    'Min hewl da ez bi kurdî pirsgirêkên xwe vebêjim'   Makbuleyê da zanîn ku wê hewl daye pirsgirêkên xwe bi kurdî bêje û wiha got:"Piştî girtinê min şandin girtîgehê. Li wir hevalan ji bo pêdiviyên min ên şexsî alîkariya min kirin. Bi saya çerxe kursiyê min hereket dikir. Pirsgirêka min a nexweşiya şekir û tansiyon rû da. Ez bi nexweşiya dil jî bûm. Ji du rojan carekê min dianîn nexweşxaneyê. Herî dawî ji bo ATK'ê çûm Stenbolê. Bi balafirê min birin wir. Min got ez bi tirkî nizanim. Bi kurdî min hewl da ez pirsgirêka xwe bînim ziman. Piştre dîsa min anîn Wanê. Do serê sibehê jî dîsa ji bo dermanan min birin revîrê. Piştî min dermanê xwe girt şûnde gotin tu hatiye tehliyekirin."   'Divê aştî pêk bê'   Makbuleyê da zanîn ku li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û wiha pê de çû:"Daxwaza min ew e ku hemû girtiyên nexweş û hevjînê min Hadi Ozer bên berdan. Ez dixwazim vê gavê aştî pêk bê. Kesên li qawişa min hemû ciwan bûn û tu sûcê wan jî tunebû. Ez hêvî dikim ew jî vê gavê bên berdan."   Bi sedan girtiyên mîna min nexweş hene   Makbuleyê diyar kir ku baş e ew ji ber sûcekî edlî nehatiye girtin û wiha lê zêde kir:"Bi sedan jinên mîna min nexweş di girtîgehan de ne. Xwezî ew jî bihatana berdan."   'Divê piştevaniya hemû girtiyan bê kirin'   Makbuleyê bi lêv kir ku ji roja ew hatiye girtin hem li hundur hem li derve piştevaniyeke mezin hatiye kirin û wiha pê de çû:"Ez ji bo wan spas dikim. Min bi tenê nehiştin. Ez dibêjim divê piştevaniya hemû girtiyan bê kirin."