Jinên Siyasetmedar: Semra Guzel vîna jinan û Gelê Kurd e 2022-09-08 09:09:22   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Sîyasetmedarên jin ên Şirnexê bertek nîşanê girtina parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel dan û destnîşan kirin ku li dijî nûnertiya jinê bêtehamulîyek mezin heye û anin zıman ku ew êrîşa li hemberî Semrayê şermezar dikin û gotin: "Semra Guzel vîna jinan û Gelê Kurd e."   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku parözbendiya  wê hat rakirin û ji aliyê dozgeriya komarê ya Enqereyê ve lêpirsîn lê hatibû vekirin di 2’ê îlonê de li Stenbolê hat binçavkirin. Semra gava ku hat binçavkirin bi tundî û îşkenceyê re rûbirû hate hiştin. Bertekên li dijî girtina Semra Guzel her diçe zêdetir dibin. Jinên sîyasetmedar bertek nîşanê girtina Semra Guzel dan.    Hevşaredara HDP’ê yê Silopiyê Adalet Fîdan, diyar kir ku di sîyaseta kurd de hedefgirtina jinê her carê xwe bi şêwazek din nîşan dide û wiha axivî: “Ew wêneyên ku ji bo betalkirina parlementerî û girtina Semra Guzel wek sedem hatin nişandan, di serdema pêvajoya çareseriyê de hatiye kişandin û piştî çend salan hatine dîtin. Lê heya niha nehatibûn weşandin. Wan ew wêne ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn û Semra hedef girtin. Li dijî sîyaseta kurdî û siyasetmedarên jin bêtehamîliyek heye. Ji partiyên siyasî yên ku herî zêde jin tê de cih digirin partiyên kurd in. Bi êrîşa li Semrayê re nûnertiya jinên kurd  hate hedefgirtin. Bi nûnertiya jinê re ciwan û civak tên esasgirtin. Ew mijarên ku di nûnertiya jinê de tên hewandin textê desthîlatdariyê dihêjînin. Lewra desthîlatdarî jinan ji xwe re wek xeterî dibîne û hedef digire. Ev li hemû cihên ku jin lê ne wiha ye. Jin ji bo jiyaneke hevpar û aştiyane û kesên ku xwezayê diparêzin dixebitin. Lewra têkoşîna jinê ya di van mijaran de ji aliyê ferasetên yekperest ve nayê hazimkirin.”     ‘Gelê Kurd serê xwe netewand’   Adalet, anî ziman ku têkoşîna gelên aştîxwaz tevî hemû zilm û zextan berdewam e û got: “Kurdan ji bo xwe Semra nûner hilbijartine û deng daninê. Muameleya ku li dijî Semra Guzel hate kirin di şexsîyeta Semrayê de li tevahiya gel hatiye . Li dijî tevahî gelên azadîxwaz ku serê xwe natewînin hatiye kirin.  Heta îro gelên aştîxwaz li hemberê vê zîhnîyetê serî netewandine û li ber xwe dane. Ji têkoşîna Semra Guzel jî diyar bû ku Gelê Kurd ne bi êrîş, kuştin, girtin û telankirinê serê xwe natewîne û têkoşîna xwe berdewam dike.”   ‘Cihê Semra Guzel meclîs e  ne girtîgeh e’   Hevseroka Şaredariya Hezexê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songul Erden jî destnîşan kir ku li dijî Semra Guzel bêhiqûqîyek mezin pêk hat û got: “Ev çend meh in ku Semra hatibû hedefgirtin. Li jinên kurd tê ferzkirin ku dengê xwe dernexînin û Gelê Kurd wan îrade nîşan nede. Semra Guzel ji aliyê gelan ve hatiye bijartin û nûnertiya îradeyê dike. Wextê ku hatibû binçavkirin jî Semra Guzel di dema binçavkirina xwe de jî bi muameleyek dijhiqûqî re rûbirû hat. Em wê nêzîkatiyê jî şermezar dikin.  Gava xwestin serê Semra Guzel bitewînin di kesayeta wê de xwestin serê hemû jinên kurd bitewînin. Lê Semra Guzel berteka xwe nîşan da û nehişt ku serê wê bitewînin. Cihê Semra Guzel meclis e ne girtîgeh e. Ev êrîşên hovana tenê li jinên kurd tên kirin.  Qanûn û hiqûqa Tirkiyê ji bo Gelê Kurd derbas nabe. Yên ku di nav civakê de herî zêde têkoşînê didin jî jinên kurd in. Lera desthîlatdar jinên kurd ji xwe re dike hedef û dixwaze civakê ji siyaset û rojevê dûr bixîne.”   ‘Em paşve gavê neavêjin’   Songul, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Semra Guzel vîna gelan e û got: “Em ji armancên êrîşên desthîlatdariyê haydar in. Bi şerên taybet û pêşketî li dijî hebûna me êrîşên hovane pêk tînin. Lê em ê rê nedin vî dijminî. Gelê kurd li hemberê vê zilmê serê xwe netewand û têkoşîna xwe bilindtir kir. Ji îro şûnde jî Gelê Kurd li hemberî zilm û zordestiyê serê xwe natewîne û dê têkoşîna xwe bi rêxistin bike. Em bêhiqûqiya li dijî Semra Guzel qebûl nakin û carek din bang dikin Semra Guzel vîna jinan û Gelê Kurd e. Em tu carî paşve gavê naevêjin û bi taybetî jinên kurd dê pêşengtiya vê têkoşînê bikin.”