Xizmên girtiyan: Dewletên herî hov jî vê zilmê nakin 2022-09-07 12:37:16   AMED - Xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê didomînin û li ber ATK'ê daxuyanî dan wiha gotin: "Dewletên herî hov jî vê zilmê nakin."   Ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin û girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan malbatên girtiyan li Amedê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Nobeda Edaletê îro di roja 295'an de dewam kir. Xizmên girtiyan li ber Saziya Tipa Edlî ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.    Gelek sazî û kesayet hatin ber ATK'ê û piştgirî dan çalakiyê.    'Dewletên herî hov jî vê zilmê nakin'   Xizma girtiyan Încî Guler da zanîn kes nabin dengê çalakiya wan û got Serokkomar, Wezîrê Dadê û partiyên siyasî guhê xwe ji daxwazên wan re digirin. Înciyê wiha dewam kir:"Li girtîgehan kesên temenê wan mezin di bin şerd û mercên giran de ne. Gelek girtiyên nexweş êdî xizmên xwe jî nas nakin. Jineke 83 salî wê çi zirara wê li dewletê bê? Neviyên xwe jî hîn nas nakin. Edaleta ji bo her kesî bila ji bo me jî bê. Dewletên herî hov jî vê zilmê nakin. Ji ber em kurd in vê zilmê li me dikin. Xwelî li serê we be."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq hiqûq edalet" û bi çepikan bi dawî bû.