Parêzera RKD’ê Gozde Engîn: Ne hejmar, bandora diafirîne girîng e 2022-09-07 09:09:56   Derya Ren   AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa parêzer Gozde Engîn der barê xebatên Komeleya Jinan a Rosayê de axivî û got desthilatdarî saziyên ku têkoşîna jinan dimeşîne dike hedefa xwe û got di alî wan de ne hejmara ku xwe digihînê, bandora ku diafirînin girîng e.   Li Tirkiyeyê di 2016’an de piştî hewldana darbeya hat jiyîn şûnde di çarçoveya OHAL'ê ya hat îlankirin de bi  KHK’yên hatin derxistin di serî de saziyên jinan gelek saziyên demokratîk û muxalîf hatin girtin. Li Amedê jî di serî de Kongreya Jinan a Azad (KJA) gelek saziyên jinan hatin girtin. Piştî girtina saziyan kuştinên jinan û zarokan, bûyerên îstîsmar û tecawizê jî zêde bûn.   Jinan bi armanca pêşî li van bûyeran bigirin li Amedê di 29’ê Kanûna 2018’an de Komeleya Jinan a Rosayê vekirin. Komele ku ji roja hatiye avakirin piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî dide jinan, tevli rûniştinên dozên şîdet û tecawizê bû piştgiriya xwe ya ji bo jinan didomîne. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Gozde Engîn der barê xebatên Komeleyê de, serlêdanan û pêvajoya pêş de nirxandin kir.   ‘Rosa li ser hewcedariyê hat avakirin’   Gozdeyê da zanîn ku li Kurdistanê di 2016’an de bi tayînkirina qeyûman û KHK’yên hatin derxistin, cihekî ku jinên rastî şîdetê hatine serî lê bidin nemaye û di pêvajoyeke wisa de li ser hewcedariyê di 2018’an de Rosa hatiye avakirin. Gozdeyê wiha vegot: “Niha Komeleya Jinan a Rosayê li hember şîdetê di alî pêşxistina polîtîkayan de gelek faliyetan dimeşîne. Ligel piştgiriya hiqûqî ya psîkolojîk tê dayîn. Ger ku ewlehiya can hebe em berê wan didin ŞONÎM an jî Mor Çati  û stargehên girêdayê şaredariya Stenbolê.”   ‘Me çalakiyên pir bi bandor pêk anîn’   Gozdeyê wiha dirêjî dayê: “Piştî sala 2016’an şûnde STK bi zextên mezin re hatin rû hev. Ji van zextan tevgera jinan jî para xwe girt. Bêguman Tevgera Jinan a Azad jî wisa bû. Rosa tevî van zextan hat vekirin û ji bo jinên Amedê hinek bû alîkar. Piştî em di 2018’an de ava bûn me dest bi çalakî û bernameyên girîng kir. Wek kampanya ‘Jin jiyan e, jiyanê nekuje’. Li aliyê din jî rewşa boyaxkirina reş û mor a li bajar pêk hat. Dema em nû hatin avakirin ji ber qeyûm tunebûn me otobus, dolmiş, her der bi mor û reş boyax kir. Vê deng dabû. Ev bername tenê Rosa nekir. Tora Têkoşîna li dijî Şîdetê ya Amedê jî piştgirî da.”   ‘Serlêdan hatin’   Gozdeyê daxuyakirin ku bûne hedefa dewletê û ev tişt bi lêv kir: “Ji ber zextan  ji 22’yê Gulana 2020’î şûnde tacîzê darazê dest pê kirin. Ji ber desthilatdariyê her tim kesên li dijî xwe dikir hedef. Têkoşîna Jinên Kurd mînakek e. Me wek Rosa bandorek mezin afirand û îmze avêt çalakî, komxebatên girîng. Jinên rastî şîdetê dihatin serlêdan kirin. Rosa bû saziyeke ku dibe bersiva hewcedariyan.”   ‘Şîdet li me tê kirin’    Gozdeyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em hewl didin li kolan, taxan, kargeriyan xwe bigihînin jin û zarokan. Lê mixabin Rosa bi tena serê xwe nikare têrî pirsgirêkên jin dijîn bike. Em di ferqa vê rastiyê de ne. Em behsa şîdetek cidî dikin. Em çiqas biçin gundan, fabrîkayan jî ev pirsgirêk wisa nayê çareserkirin. Di alî me de hejmara kesên em xwe digihînê ne, bandora ku tê afirandin girîng e. Îro li kolanan belavkirina broşuran, axaftina şîdetê, parvekirina tecrubeyan û der barê cureyên şîdetê de afirandina hişmendiyê girîng e. Mînak bêjin jina ku em xwe digihînêne, cîran, xizm, hevalên wê hene û ji ber vê jî afirandina bandorê gelek mezin e. Ji ber vê em dixwazin xwe bigihînin ji her alî jinî. Em jin bi şîdeta zayenda civakî re tên rû hev. Ji bo hişmendî bê afirandin û tecrube bê parvekirine em hewl didin.”   ‘Em yek jî ji şîdetê ne bêpar in’   Gozdeyê bi lêv kir ku li ser hewcedariyan atolye vekirin û got: “Atolye bi qadên diyarkirî ne sînor e. Carna di xebatên em li taxê dimeşînin de li ser  pirsa jinekê em dikevin xebata atolyeyê. Lê ji bo têkoşîna bi şîdetê re jî her wiha xebatên me hene. Em li ser mekanîzmayên ku jin dikarin serî lê bidin, ji bo hişmendî bê avakirin diaxivin. Xebatên me roj bi roj mezin dibin. Atolyeyên me yên navxweyî jî çêdibin. Ji ber em yek jî ji şîdetê bêpar nînin.”   ‘Jin bi şîdeta dijîtal re tên rû hev’   Gozdeyê destnîşan kir ku sedema nirxandina şîdetê ya ku wek polîtîkayeke şerê taybet, gelek argumanan  dihewîne û di vê mijarê de jî ev tişt anî ziman: “Polîtîkayên şerê taybet li herêmê dibin sedema gelek pirsgirêkan. Belkî em nikarin cureyên serlêdanan ji ber veşeriyê bêjin. Lê der barê polîtîkayên şerê taybet de em gelek serlêdanên cidî digirin. Bi taybet jî şîdeta dîjîtal tê bikaranîn û vê wek şantaj li hember jinan bikar tînin, jin bi vî awayî bi şîdetê re tên rû hev.”   ‘Kuştinên jinan her tim zêde bûn’   Gozdeyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser qirkirina jinan û  wiha dawî lê anî: “Tu car li Tirkiyeyê qirkirina jinan ne kêm bû. Rêbaza zextxwar a desthlatdariyê qirkirina jinan zêde kir lê beriya desthilatdariyê jî qirkirinên jinan zêde bûn. Peywira desthilatdariyê ev e ku pêşî li qirkirina jinan bigire û di vê esasê de qanûnên nû derxe. Mînak Peymana Stenbolê xebatek girîng bû. Lê di şevekê de jê hat vekişîn. Divê peyman ji nû ve bikeve jiyanê. Divê ev peyman bi bandor pêk bê. Heta ku lêpirsînek bi bandor neyê meşandin ne pêkan e em jin jî ji nav lepê şîdetê derkevin.”