'Semra vîna gel e, em ê xwedî li vîna xwe derkevin' 2022-09-06 09:03:18   Rojda Aydin - Derya Ren     AMED - Girtina parlamentera HPD’ê Semra Guzel li Amedê ji hêla jinan ve hat şermezarkirin û jinan ev bang li jinan kir: "Semra vîna gel e û em ê xwedî li vîna xwe derkevin. Em ê li dijî pergala heyî serî rakin."   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ji aliyê îktidarê ve hedef hat nîşandan. Du fezleke derbarê wê de hatibûn amadekirin û piştre jî parêzbendiya wê hat rakirin. Dûre jî derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin. Guzel di 2’yê îlonê de li Stenbolê hat binçavkirin û wê birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Polîsan li ber kamereyan xwest serê wê bitewînin, destên wê jî ji paş ve hatibûn kelemçekirin. Tevî zordestiya polîsan Semra serê xwe li ber wan netewand. Semra di 3’yê îlonê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û ew şandin girtîgehê.    Bêhiqûqî û îşkenceya li hemberî Semrayê ji hêla sazî û dezgehên sivîl û partiyên siyasî ve hat şermezarkirin. Jinên li Amedê jî bertekên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    ‘Li dijî pergala heyî divê serî rakin'    Hacer Akgunduz, bi lêv kir ku ya ku tê kuştin jin e, ya ku bi tundiyê re rûbirû dimîne jî jin e û got: “Divê piştgiriya jinê hebe û ev bê mezinkirin. Pêwîste hemû kes di nava piştgiriyê de bin û li dijî vê pergalê derbikevin. Li dijî van hemûyan divê Peymana Stenbolê carekedin bikeve meriyete. Her roj du û sê jin tên kuştin û şîdetê re rubirû dimînin. Destnedayîna parlamentera HDP’ê Semra Guzel hat rakirin û em vê şermezar dikin. Di dawiya hefteyê de parlamenterek tê girtin û dixwazin serê wê bitewînin. Tu carî serê jinê natewe. Jin her tim ser bilind e û dê tim wisa jî bisekine. Semra ne bi tenê ye. Em hemû Semra ne. Ne bi tenê gelê Amedê, divê hemû gelê Tirkiyê bibe yek û li dijî vê pergalê serî rake.”   ‘Jinên têkoşer tên hedef girtin'    Melahat Soyver, di axaftina xwe de şîdeta li hemberî jinê şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesên ku vê welatê birêve dibin divê qanûnên xwe pêk bînin û li gorî wê tev bigerin. Kesên ku vê tundiyê pêk tînin divê bên cezakirin. Bila bên cezakirin ku êdî nikaribin destên xwe dirêjî jinan bikin. Lê mixabin me tu carî vê edaletê nedît. Jinên ku têkoşîna jinê didin jî hedef tên girtin û bi tundiyê re rû bi rû dibînin. Jinekî kurd ji ber têkoşîna xwe tê girtin, lê mêrê ku tundiyê dike nayê girtin. Em ji vê neheqiyê re dibêjin na. Li dijî vê neheqî û bê edaletiyê em bibin yek. Lê heta ku ev îqtîdar hebe tu tişt çareser nabe.”   ‘Semra vîna gel e'    Cîhan Ozel jî wiha bal kişand ser pêkneanîna edaletê: "Di her aliye de mêr tundiyê li jinê dike. Her roj jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Ne bi tenê ji aliyê mêrên li derve ve, her wiha ji aliye rayedaran ve jî bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Kengî televîzyonê vedikin û tundiya li hemberî jinê dibînim carek din televîzyonê digirim. Ji ber vê yekê tundiya li Semra Guzel hatiye kirin em şermezar dikin û qebûl nakin. Ew jî vîna gel e. Li vê welatê ewlehiya me jinan tuneye. Jinên ku têkoşînê didin tên girtin. Em nikarin baweriya xwe bi hikûmetê jî bînin êdî. Li tu cihê edalet tuneye. Ger ku edalet hebûya dê ev tişt bi Semra Guzel nehata kirin. Divê hemû kes li pişt parlamentera xwe bisekine. Bila tu kes bêdeng nebine û çalakî bên lidarxistin. Ev rewş tu carî nayê qebûlkirin. Em jî li cem Semra Guzel in û xwedî vê têkoşînê derdikevin. Têkoşîna jinê xêza me ya sor e.”   ‘Em ê di hilbijartinê de bersivê bidin'    Neşîde Kavût jî diyar kir ku ew bi dengên xwe wekîlê xwe hilbijartine û wiha dom kir: “Lê belê tişta ku îro lê hat kirin neheqiyek mezin e. Çawa porê jinek siyasetmedar digirin û tundiyê lê dikin. Ev heqaretek mezin e. Polîs çawa dikarin porê jinekê digire û tundiyê dike. Ev tu carî nayê qebûlkirin. Em jiyanek azad û aştiyane dixwazin. Parlamentera me jî ji bo vê yekê têdikoşiya. Em destên xwe bidin destên hevdû û nerazîbûnên xwe bînin ziman. Di hilbijartinên pêş de em ê bi dengên xwe carekedin xwedî vîna xwe derbikevin. Em ê bersiva xwe di hilbijartinê de bidin.”   ‘Êdî bes e’   Nezahat Işik jî bertekên xwe ya li hemberî girtina Semra Guzel wiha anî ziman: "Em ê li dijî vê bertekên xwe bînin ziman û dakevin qadan. Li dijî vê neheqiyê divê em bêdeng nebînin. Semra parlamentera me ye û em vê zilmê qebûl nakin. Dem ew deme ku em li dijî neheqiyê bêjin êdî bes e!”   ‘Bila jin xwedî mafê xwe derkevin'    Fatma Yildiz wek jinên ku bertekên xwe anîn ziman banga xwedî li derketinê kir û got: "Bila jin azad bin û xwedî mafê xwe derbikevin. Bila wekîlê me bê berdan."