Ji bo meşa dê li Şirnexê di 17'ê mehê de bê lidarxistin bang 2022-09-05 14:26:19   AMED – KCD, DBP, TJA,  HDP û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji bo meşa ku di 17'ê Îlonê de dê bi dirûşmeya “Li dijî talan û qirkirinê meşa azadiyê” li Şirnexê bê lidarxistin, daxuyaniyekê dan. Di daxuyaniyê de bang li hemû kesî hat kirin ku li dijî qirkirina xwezayê tevli meşa dê bê lidarxistin bibin.      Konreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, bi tevlîbûna Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîn Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ji bo meşa ku dê di 17’ê Îlonê de li Şirnexê bi dirûşma “Li dijî talan û qirkirinê meşa azadiyê”bê lidarxistin, li Parka Sûmerê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat bi awayekî hevpar civîna çapemeniyê li dar xistin.   Daxuyanî bi kurdî  û tirkî ji aliyê Endamên Tevgera Ekolojîyê  Derya Akyol û Murat Bîlgîç ve hat xwendin.     ‘Qirkirin berdewam dike’   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku erdnîgariya Kurdistanê di hemû keliyên dîrokê de ji hela dagirkerên ku xwe weke serwer dibînin ve hatiye metin û xwezaya wê hatiye qetilkirin û wiha got: “Lê îro qirkirin di asteke jortir de û bi rêbazên qirêjtir berdewam dike. Bi Teybetî bi desthilatiya AKP’ê re faşîzm li her qadê belav bûye, qirkirin kûrtir bûye, êrîşên li ser dîrok, çand û xwezayê gihîştine asta herî jor,  bi polîtîqayên ku armanca wan tunekirina bîra gel e, êrîşî gelê Kurd dikin. Weke encama pêkanînên polîtîqayên şer û bi pergalî berdewamkirina şewata daristanan, pergala ekolojîyê tê tunekirin.  Tevî ku bi rojan şewata daristannan berdewam dike, ji bo tefandinê tu tiştî nakin, Di ser re jî hemwelatiyên ku dixwazin vî agirî bitefînin  asteng dikin. Ji ber polîtîqayên nîjatperest, daristanên ku li Kurdistanê tên şewitandin di çapemenî û medya civakî de cih nagrin,Şewata daristanên Kurdistanê ji hêla rêxistinên qaşo ekolojîparêz ve tê şolîkirin, ji ber vê yekê dengekî xurt dernakeve.”   Jibo meşê bang   Di berdewama daxuyaniyê de, hat bilêvkirin ku bi şewatê tunekirina daristanan û qirkirin gelek zêde bûye û bi van gotinan banga tevlibûna meşê hat kirin: “Di serî de li Şirnexê, bi giştî li seranserê Kurdistanê daran dibirin. Heyînên ku hêmanên bingehîn ên ekolojiyê ne bi pêkanînên şer, her roj li ber çavên me tên tunekirin. Êrîşên tunekirinê bi dehan sal in berdewam dikin, Îro rantxur, weke perçe ji laş jê bikin, daran tevî kokên wan ji axê vediqetînin û dibin bajarên cuda difiroşin. Em kesên ku li dîroka xwe, çanda xwe, nirxên xwe û li xwezayê xwedî derdikevin; ji bo jiyan bi dawî nebe di 17’ê Îlonê de li Cizîrê tên cem hev. Ekolojî;  bi civak, daristan, hewa, av û axa xwe heye. Em bi heqîqeta xwe ya civakî  ji bo jiyanê dengê xwe bilind dikin. Ji bo meşa ku bi dirûşma ‘ li dijî talan û qirkirinê meşa azadiyê’ ji cizîrê ber bi cudiyê ve, jin, ciwan, komele, rexistinên civakî yên sivîl, sendîka, ode, partiyên siyasî… bi kurtasî em bang li hemû  gelên Kurdistan û Tirkiyê dikin ku bên Cizîrê û tevli meşê bibin.”   ‘Qirkirin parçeyek hiqûqa metîngeriyê ye’   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz,  diyar kir ku polîtîkayên şer ên li erdnîgariya Kurdistanê tên meşandin roj bi roj kûrtir dibin û ev polîtîka bingeha xwe ji mêtingeriyê digirin.  Saliha, wiha pê de çû: “Bi qanûnên metîngeriyê talanê pêk tînin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkaya sed salî hewl dide xwe li ser piyan bihêle. Em dizanin ku îro li Botanê pêkanînên bêmirovkirin û çolkirinê ku tên meşandin ên bi sedan salan e.  Ji ber piştguhkirina kurda ye ku tirkiye di gelek qeyrana re derbas dibe.”   ‘Divê tu kes bêdeng nemîne’   Saliha, di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ne tenê piştgiriyê didin meşa azadiyê, weke partiyeke Kurdistanî ew ê ji bo azadiyê di nava xebatê de jî bin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro em dibînin ku li ku derê destkeftiyek kurdan hebe, dixwazin biqedînin. Bi polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê em dibînin ku erdnîgarî tê talankirin. Ne tenê partiyên Kurdistanî; divê hemû kesên ku li demokratîkbûna Tirkiyeyê difikirin, li dijî vê talanê dengê xwe bilind bikin. Ne bi tenê kurd winda dikin; divê her kes bizanibe ku ew jî winda dikin.”   ‘Serê çend salane ev talan didome’   Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Nacî Sonmez jî destnîşan kir ku li her aliyê welat li dijî talankirin û qirkirina xwezayê siyaseta xwe mezin dikin û li erdnîgariya Kurdistanê cudakarî û dewletê siyaseta xwe carekedin di ser me re da jiyîn. û got ” Em, bang li hemû gelê Kurdistan û Tirkiyê dikin ku piştgiriyê bidin meşa di 17’ê Îlonê de dê  li Şirnexê bê lidarxistin.     ‘Dixwazin wê axê bê mirov bihêlin’   Herî dawî Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Berdan jî destnîşan kir ku dewleta tirk heta roja îro li dijî kurdan komkûjî kirine û xweza talan kirin û wiha domand: “Heta îro gelek caran xweza û daristan hatin şewitandin. Her roj mirovên me tên qetilkirin. Yên ku wan qetil dikin tu bersivê nadin wan. Wekî ku hûn jî dizanin qeymaqamek bi erebaya xwe zarokekî 13 salî qetil kir. Lê îro hat berdan û carekedin çû ser erka xwe û karê xwe didomîne. Li Mîdyatê jî ciwanekî me yê 21 salî hat qetilkirin. Piştî 3 rojan daxuyaniya ku hat dayîn em lê dinêrin ku careke din nêzkatiya li hemberî kurd û Kurdistanê nîşan didin. Di êrîşên li ser Rojava de gelek mirovnên me hatin qetilkirin.. Dîsa li Efrînê darên zeytûnan hatin birîn û ji bo ranta xwe firotin..”   ‘Li dijî metîngeriyê em dengê xwe bilind bikin’   Berdan, ev tiştan got: “Li Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî, li çiyayan ne bi tenê îro ji bo pêşeroja erdnîgariya Kurdistanê jî texrîbatên mezin pêk tên. Li bakûrê Kurdistanê jî ji salên 90’î bigire heta roja îro îqtîdara AKP û MHP’ê êrîşên xwe di van salên dawiyê de zêde kirine. Mînaka dar şewitandin û birînê Cûdî ye û li ber çavên me ye. Hemû Tirkiye û cihan jî dizane ku ew darên ku tên birîn ji aliyê kê ve tên birîn. Ev hiqûqa mafê mirovan binpêkirin nîne. Ev metîngerî ye. Li dijî metîngeriyê jî her kesekî me divê serê xwe bilind bike û werin li dijî metîngeriyê dengê xwe bilind bikin.”   Daxuyanî bi pirsên rojnamegeran bi dawî bû.