‘Ev manîpulasyon wê cihê xwe nebînin’ 2022-09-05 09:09:45       Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinên HDP’yî diyar kirin ku polîsan kujerên Denîz Poyraz bi gotina ‘abîcîm’ parastine û nêzîkariya li hember Semra Guzel a HDP’î bi bîr xistin û gotin: “Tu car wê manîpulasyonên li hember şikandina îradeya gel cihê xwe nebînin.”   Parlameneta HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku destnedana wê hat rakirin û ji aliyê dozgeriya komarê ya Enqereyê ve lêpirsîn lê hatibû vekirin di 2’ê îlonê de li Stenbolê hat binçavkirin. Dema ku Semra birin Emniyta Stenbolê beriya edliyeyê birin nexweşxanê ku kontrola tenduristiyê bikin lê wê demê polîsan şîdet lê kir. Jinên HDP’yî bertek nîşanê rewşê dan û nêzîkatiya polîsan a li hember kujerê Denîz Poyraz bi bîr xistin.   ‘Kujerên Denîz Poyraz parastibûn’   Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk da zanîn ku desthilatdariyê pêvajoya doza girtina HDP’ê de de hewl daye dosyayê tije bike û  li hember Semrayê jî komplo amade kiriye û got: “Hun nêzîkatiya li hember îradeyekê û nêzîkatiya li hember kujer û kesên nelêrêtiyê dikin baş dibînin. Salek berê Denîz Poyraz li Îzmîrê hat qetilkirin. Dema kujer ji avahiya navendî derdiket polîsan dora wî girtin û gotin ‘abîcîm.’Nêzîkatiya li hember îradeya mîlyonan Semrayê, nêzîkatiya li hember HDP’ê nîşan dide.”   ‘Gel wê dîsa îradeya xwe danîn holê’   Bernayê wiha dawî lê anî: “Wezîrê karê hundir li ser hesabê twîtterê Semra hedef girt. Kujer li vî welatî tên hembêzkirin. Lê parlamenter wekê ku endamên çeteyan e ji piştve tên kelepçekirin, serê wan tê pelçiqandin û porê wan tên kaşkirin. Bêguman gel vê baş dibîne. Manîpulasyonên li hember îrada gel wê cihê xw nebîne. Gel wê îradeya xwe dîsa danin holê.”   ‘Divê parlamenter bên berdan’   Hevseroka HDP’a Konakê Azîze Çelebî ev nirxandin kir: “Dewletê 10 sale wêne destê xwe de hişt û nû derxist holê. Semra Guzel iradeya me ye. Armanc êrîşkirina li hember HDP’ê ye. Em vê rewşê qebûl nakin. Mirovên îradeya me ne hatine girtin. Em van êrîşan şermezar dikin. Em dixwazin hemû parlamenterên me bên berdan.”   ‘Em ê dengê xwe bilind bikin’   Hevseroka HDP’a Narlidereve Şazîme Yaşa jî bi lêv kir ku Semra îradeya gele û nêzîkatiya li hember wê li hember hemû jinan e û ev bertek nîşan da: “Em ê dengê xwe bilind bikin. Çapemeniya alîgir propangada kir. Her kesî serê xwe xist nav xîzê. Tiştên bi Semra Guzel û Aysel Tugluk tên kirin sibê wê bi wan bê kirin.Ev tişt nikare bên qebûlkirin.  Divê em dengê xwe bilind bikin.”   ‘Ev nikare bê qebûlkirin’   Hevseroka HDP’a Çeşmeyê Menekşe Ecer anî ziman ku Semra Guzel hîna parlamentere û komploya li hember parlamenterên jn cara yekem nayê jiyîn. Menekşeyê wiha dawî lê anî: “Ev dîmenên şîdeta hatiye jiyîn ne tenê li hember Semrayê li hember hemû kesî ye, ji ber vê jî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em li dijî kesên vê şîdetê dikin e. Hemû kesên li alî aştiyê vê rewşê qebûl nakin.”