Girtina Semra Guzel li Stenbolê hat şermezarkirin 2022-09-04 16:43:54   STENBOL - TJA û HDP'ê di pêşengiya Meclisa Jinan a Stenbolê de daxuyanî derbarê girtina Semra Guzel de daxuyanî dan.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meclisa Jinan a Setbolê derbarê parlamentera Amedê Semra Guzel de bi tevlibûn bi sedan kesê daxuyan dan. Gelek aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclisa Jinan a HDP'ê yA Stenbolê li ber avahiya HDP'ê ya Beyoglûyê, daxuyanî dan.   Di daxuyaniya ku gelek kes tevli bûn de dirûşmên, "Semra Guzel Îradeya gel e. Dest nede îradeya gel", "Semra Guzel Rûmeta me ye" hatin berzkirin.    Daxuyanî piştî axaftinan bi çepik û tişîliyan bi dawî bû.