Mîtînga Silopyayê bi govenda jinan dest pê kir 2022-09-01 17:53:49       ŞIRNEX - Bi pêşengtiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dirûşma “Şer mirin e, aştî jiyane, aştiyê biparêzin” li qada Newrozê ya navçeya Silopiyê dest pê kir. Jin bi cil û bergên xwe yên gelerî diherikîn qadê.   Mîtînga ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşêma “Şer mirin e, aştî jiyan e, aştiyê biparêzin” bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Bajarê Şirnexê li qada Newrozê ya navçeya Silopiyê bi coşeke mezin dest pê kir,   Bi rojan  xebatên ji bo mîtîngê bênavber li navend û navçeyên Şirnexê berdewam kirin û piştî hemû amadekariyan gel di herike qada mîtîngê.   Qada mîtîngê bi flamayên HDP’ê hatin xemilandin û pankartên “ Şer mirin e , aştî jiyan e” li pi dikê hatin daliqadnin. Li qada mîtîngê  2 noqteyên lêgerîna polîsan hatiye avakirin. Piştî lêgerinê gel  bi dirûşman û jin bi cil û bergên xwe yên gelerî herikîn qadê. Jin bi korteja Tevgera Jinên Azad(TJA) hatin gel hevdû bi pankarta xwe  herikîn qadê.   Dê di mîtîngê de dê Hevserokê Giştî ya HDP’ê Mîthat Sancar û parlementerên HDP’ê yên herêmê biaxivin.