Malbatên girtiyan: Em edaletê dixwazin 2022-09-01 12:20:10     AMED - Malbatên girtiyan li Amedê çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" didomînin. Çalakiya îro li ber Edliya Amedê pêk hat û ev peyam hat dayîn: "Em ne mirin edaletê dixwazin."   Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan li Amedê berdewam dike. Malbat li ber Edliya Amedê hatin gel hev û daxuyanî dan. Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD  ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de Reşahat Ada axivî û carek din banga pêkanîna edaletê kir û got: "Piştî ku zarokên me cezayên wan diqede tînin li edliyê dipirsin 'Gelo hûn poşman in'. Zarokên me ji bo rûmeta xwe derketin rê. Her wiha zarokên me jî em jî tu carî poşman nabin. Ji ber ku dizanin poşman nabin nayên berdan. Divê qanûn çibe ev tişt bê kirin. Em edaletê û xwişk û biratiyê dixwazin. Em dixwazin zarokên me bijîn. Ez bang li raya giştî ya cîhanê dikim ku bila guh bidin dengê me."    Çalakiya malbatên girtiyan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, adalet" bi dawî bû.