Wêneyê hestiyê di tûrik de: Ger min têkoşîn nekira dê di bin avahiyê de bima 2022-09-01 10:31:32     Zelal Tunç    ERZIROM - Dayika Hakan Arslan, Melike Arslan da zanîn ku wê di televizyonê de dîtiye ku hestiyên lawê wê di tûrikekî de ye û di destên bavê wî de ye û got:"Min 7 sal şûnde lawê xwe di tûrikekî de û di destên bavê wî de dît." Bavê Hakan, Ali Riza Aslan jî got:"Ger min têkoşîn nekiriba dê nehatiba dîtin dê di bin avahiyê de bima."    Li Navçeya Sûrê ya Wanê di 2'yê Kanûna 2015'an de bi îlankirina qedexeya derketina derve re di pevçûnên rû da de Hakan Arslan jiyana xwe ji dest dabû û 7 sal şûnde cenazeyê Hakan di tûrikekî de teslîmî malbatê hat kirin. Girtina cenazeyê Hakan a bi destên bavê wî û ya di tûrikî de bû sedema bertekên mezin. Her wiha ev wekî "eyba mirovahiyê" hat ziman.    Pêvajoya di salên 2013-2015'an de wekî "Pêvajoya Aştiyê" dihat pênasekirin ji aliyê îktidara AKP'ê ve hat înkarkirin û maseya muzakereyê hat hilweşandin. Li ser vê yekê zext û şer kûrtir bûn. Di 2015'an de li Cizîr, Nisêbîn, Gever, Silopiya, Sûrê têkoşîna rêveberiya xweser dest pê kir. Di vê pêvajoyê de gelek ciwanên kurd di jêrzemînan de bi awayekî zindî hatin kuştin. Cenazeyê Dayika Taybet 7 rojî li erdê ma, Cenazeyê Cemileyê ji bo xera nebe dayika wê kir sarincê. Di dema dorpêçê de li Sûrê di pevçûnê de Hakan ê 22 salî jiyana xwe ji dest da.    Di 2016'an de dema bavê Hakan, Ali Riza hîn bû zarokê wî jiyana xwe ji dest daye çû Amedê û mînaka DNA'yê da. Jê pêv jî gelek caran tê Amedê lê belê wekî gelek malbatan ew jî nikare cenazeyê kurê xwe bigire.    'Êşa 7 sal in ez dikşînim bi wî dîmenî bêtir bû'   Di 28'ê Tebaxê de Ali Riza li Edliyeya Amedê hestiyên zarokê xwe di hundurê tûrikekî de hilda û ev bû sedema gelek bertekên mezin. Dayika Hakan Aslan, Melike Aslan jî di televizyonê de dît ku hevjînê wê hestiyên lawê wê di tûrikekî de hildaye. Melikeyê derbarê mijarê de got: "Piştî min bihîst lawê min şehîd ketiye gelek caran me serî li dozgeriyê û emniyetê dan. Ji ser 7 sal derban bûn. Min 7 sal şûnde di televizyonê de dît ku hestiyên zarokên min kirine tûrikekî. Êşa 7 sal in ez dikşînim bi wî dîmenî bêtir bû."   'Bila xwedê heqê me nehêle'   Melike anî ziman ku haya wan jê tunebûye Hakan li Amedê bûye û got wê demê tim cenderme dihat mala me û wiha pê de çû:"Cenderme ji me re digot lawê we dijî herin bibînin. Li ser vê gotinê me jî got ger dijî herin hûn bibînin. Bila xwedê heqê me nehêle." Ji hemû dayikan re bang: Cengek be jî li zarokên xwe bigerin   Melikeyê bang li malbatên hîn negihaştine hestiyên zarokê xwe kir û wiha got:"Ez bi salan e li lawê xwe digerim. Niha çengek axa zarokên min heye. Ji bo vê çengeke axê be jî divê dayik têbikoşin. Çi dibe bila bibe zarokên xwe bibînin."   Gelek caran leşkeran zext li wan ki lê dev ji têkoşîna xwe berneda   Ali Riza da zanîn ku piştî encamên DNA'yê  derketiye şûnde li navçeyê leşkeran ba wî kirine û got:"Leşkeran got tu yê ji bo cenaze bi kê re hre, min got ez ê bi wesayita xwe herim û plakaya wesayita min girtin. Guzargeha wesayita min girtin. Gotin berî tu herî cenaze were qereqolê. Dema ez dîsa çûm qereqolê got 'Gorê bikolin em herin bibînin'. Me li gund gor kola leşkeran jî hatin wêneyê wê girtin."   'Min lawê xwe yê 22 salî 7 şûnde di qutuyekê de girt'   Ali Riza diyar kir ku bi telefonê bang li wî kirine û çûye edliyeya Amedê û got:"Min digot qey cenaze li tipa edlî yan jî li morgê ye. Piştî kar qediya ez çûm beşa 'emanetên edlî'. Min qaxiz îmze kirin. Min got ez ê cenaze bigirim çû cenaze hilgirtin û anîn. Min dît cenaze di qutuyeke biçûk de ye. Peywirdar got 'di hundur de CD heye divê ez bigirim'. Min deriyê qutuyê vekir dema min hestî dît jiyana min li ser serê min hilweşiya. Min tu tiştek nedît. Min lawê xwe yê 22 salî 7 şûnde di qutuyekê de girt. Dema ez bi tûrik derketim ez nizanim çi bi serê min de hat."   Ali Riza anî ziman ku tabût jî nedane wan  û got:"Bi qutuyê lawê min dan min. Ez ji dayina tiliya lawê xwe jî razî me. Loma min negot tiştek û ez derketim. Divê wiha neba. Divê di hundur tabûtê de bidana min. Ji Stenbolê çawa anîn wiha dan min. Tiştekî ku ez jî bikim tune bû."   'Ger min têkoşîn nekira dê di bin avahiyê de bima'   Ali Riza bi bîr xist ku hîn gelek kesî hestiyên zarokên xwe jî negirtine û wiha pê de çû:"Cenazeyên gelek hevalên me nedan wan. Yên hinekan tenê dest ên hinekan jî tenê ling dan wan. Ev 7 sal in min têkoşîneke mezin da. Malbatên wekî min dev ji têkoşîna xwe bernedan. Ez hêvî dikim zarokên xwe sax bibînin. Ger min neçiya mînaka DNA'yê nedaya û neketima dû wê kî yê lawê min bidaya min? Min 2 caran DNA nedaya wê nedana min wê biavêtana. Gelek cenaze di nava avahiyên li Sûrê winda bûn. Ez ditirsiyam ku di bin avahiyan de bimînin. Min digot ger di bin avahiyê de bimîne ez ê nebînim. Min çend caran dua kir. 'Yarebî berî ku ez nebînim, canê min nestîne'.   'Divê hemû baro gilî bikin'   Ali Riza da zanîn wî li Baroya Amedê ev tiştên qewimîne gilî kiriye û got: "Divê baroyên din jî gilî bikin."