Yuksel Genç: Divê mirov stratejîk nêzî pêvajoyên aştiyê bibin 2022-09-01 09:03:43     Derya Ren   AMED - Endama Koma Aştiyê Yuksel Genç da zanîn ku pêvajoyên aştiyê, di pêvajoyên desthilatdar hegemonîk de ne alava ku bê tahkîmkirine û got: “Çareseriya pirsgirêka kurd û krîzên tên jiyîn bi rêya sêyemîn ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye pêkan e. Rêya sêyemîn an jî pergalên çareseriya alternatîf dikare ji bo bindest, bawerî û gelan ji nûve bê dîzaynkirin.”   Neteweyên Yekbûyî (NY) ji 1981’ê û şûne di serê meha îlonê de bi bernameyên cuda Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz dike û ji 2001’ê şûnde wek 21’ê îlonê hat sabîtkirin. Li aliyê din jî Yekitiya Komarên Sosyalîst Sovyet (SSCB) û Pakta Varşovayê, dîroka 1’ê îlonê ku Hîtler Şerê duyemîn yê Cîhanê dabû destpêkirin, wek ‘Roja Aştiyê ya Cîhanê’ qebûl kir.   Li Tirkiyeyê her çiqas ji sala 1986’an heta niha Roja Aştiyê ya Cîhanê bê pîrozkirin jî hawira şer, pevçûn û kaosê berdewam kir. Tevgera kurd piştî sala 1992’yan şûnde heta 1999’an di dîrokên cuda de agirbest îlankiribe jî Tirkiyeyê ji vê hawira agirbestê fêde girt û komkujiyên hîn bêtir mezin pêk anî. Tevgera Azadiya Kurd di 1999’an de ji bo hawira aştiyê bê afirandin û şîdet bi dawî be ji Herêma Federal a Kurdistanê ‘Koma Aştiyê’ şand Tirkiyeyê.  Lê ji komê hinek hatin girtin û pevçûnan berdewam kir. Di navbera 2013 û 2015’an de jî di navbera Têkoşîna Azadiya Kurd û Tirkiyeyê de yekem ar du alî pevçûn sekinin. Lê pêvajo di nîsana 2015’an de ji aliyê serokomarê AKP’ê ve ji holê hat rakirin.   Yek ji kesên ku di Koma Aştiyê ya di 1999’an de li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Qendîle hatin, Yuksel Genç bû. Yuksel Genç der barê polîtîkayên ku hikûmet dimeşîne, bandora wê ya li ser hawira aştiyê, neçareseriya pirsgirêka kurd de axivî.   * Di 1999’an de hûn li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek Koma Aştiyê ji herêma Federal a Kurdistanê hatin Tirkiyeyê. Wê pêvajoyê çi hat jiyîn. Ji bo aştiyê çi pêngav hatin avêtin?   Mijara kurd, mijara aştiyê, nîqaşên aştiyê di pirsgirêka kurd de ji destpêkê de hebûn. Nîqaşeke ku her tim di rojevê de cihê xwe digireye û germbûn û girîngiya xwe parast. Ligel vê  di pirsgirêka kurd de hewldanên aştiyê bi awayekî herî sîstematîk di 1992 û piştî wê pêk hat. Di 1992’yan de ji aliyê PKK’ê ve agirbesta yek alî hat îlankirin û piştre dem bi dem, bê çalakîbûn, bangên bangên agirbestê û hewldanên din yên cuda ji bo aştiyê pêk hatin. Lê 1999 û piştî wê ji bo hewldana aştiyê demek stratejîk dest pê dike.   Ji bo çareseriyê pêvajoyeke girîng bû    Di 1999’an de ji nav PKK’ê komek gerîla hatin Tirkiyeyê û gotin ew dixwazin têkoşîna çekdarî berdin, têkoşîna çekdarî di pirsgirêka kurd de çareseriyek têr pêk nayne, di rewşa ku alavên demokratîk û rêbazên aştiyane pêk bên wê bi rêbazên siyasî re pirgirêka kurd bê çareserekirin. Heta wê demê di dîroka cîhanê de tiştek wisa nehatibû jiyîn ku rêxistineke şer dike mîlîtanên xwe bişîne û pêvajoyê bi hemû samimiyeta we xwe bide destpêkirin. Wê demê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ya bi rêbazên aştiyane û siyasî bê çareserkirinê pêvajoyek girîng bû. Wê demê rêxistinê 4 salan bi awayekî yek alî çalakî pêk neanî. Hêzên xwe yên çekdarî ji herêmê kişand û ket pratîkeke ku li gorî bangên aştiyê tevdigere. Lê mixabin vê pêvajoyê jî beramberiya xwe negirt. Koma aştiyê ya ez jî têde bûm hat girtin. Bi salan di girtîgehê de man. Beşeke koma gerîla ya ji Bakur vekişiya, bi kemîn û rêbazên leşkerî hatin îmhakirin. Wê demê gelek mîlîtan jiyana xwe ji des da. Piştre jî îfadeyên der barê aştiyê de bersiva xwe negirt. Rêxistinê heta hezîrana 2004’an jî di vê mijarê de bi awayekî zelal niyeta xwe anî ziman. Di vê mijarê de sekna xwe nîşan da. Hûn jî bala xwe bidinê di dîroka demokratîkbûna Tirkiyeyê de pêvajoya herî baş hat jiyîn. Bi Yekitiya Ewropa re hinek aran nîqaş hatinkirin. Lê di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekem car dînamîkên evqas nêzî demokrasiyê hatin avakirin. Lê tevî van rewş nehat nirxandin. Û ji nûve pêvajoya şîdetê dest pê kir.   Di 2004’an de çekdanîna yekalî ku xera bû, ji bo çareseriyê tu pêngav wê demê nehat avêtin. Piştî wê pêvajoyê jî  bangên bêçalakîbûnê, agirbesta yekalî, bang, nîqaşên çareseriyê û mekanîzmayên çareseriyê derketin pê. Di vê pêvajoyê de van hewldanan li Tirkiyeyê di pirsgirêka kurd e mantik û mantalîteya aştiyê rûnişt. Di vî alî de pêvajoyeke ku Tirkiye diguherî hat jiyîn. Tirkiye di mijara înkarkirina kurdan, ber bi guherînê ve çû.   'Ez dewletim û wek dewletê hevdîtinê dikim...'    Li Tirkiyeyê pêvajoyeke ku  nîqaşa dewleta kûr, nîqaşên Ergenekon, nîqaşên paqikirina dewleta kûr, nîqaşên xespkirina azadiyan, mafê jiyanê ya welatiyan dihat nîqaşkirin hat jiyîn. Van pêvajoyên girîng mixabin di pirsgirêka kurd e çareseriyek aştiyane neanî. Di vê mijarê de mînaka pêngava mezin a duyem  di 2008, 2009 û 2010’an de di pêvajoya Oslo û navbeyndar jî tê de rêxistin û Tirkiye li hember hev di maseyekê de bên rûniştinandin pêk hat. Lê ev pêvajo bixwe dijî berjewendiyên hêzên dewletê yên Tirkiyeyê û hem jî yên serdestiya Tirkiyeyê têk çû. Ev pêvajo jî mixabin têk çû. Piştî vê pêvajoya hat jiyîn şûnde şer û şîdetek mezin pêk hat.   Yek ji pêvajoya gelek bi nirx ya sêyemîn di navbera dîroka 2013-2015’an de pêk hat. Ev pêvajo ji tecrubeyên pêvajoyên berê jî derket rê û aliyan bi taybet jî gelek xesasiyetên Tirkiyeyê li ber çavan girt. Ev pêvajo bi awayekî ku ‘ez xwe digihînim lîderê rêxistinê’, mekanîzma dewletê got ‘Ez dewletim û wek dewlet hevdîtinê dikim’ destpê kir. Vê pêvajoyê hêviyên mezin dida û gelek bi nirx bû. Wê pêvajoyê li ser navê dewletê li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtin hatin kirin, dem bi dem çûn Qendîlê bi rêxistinê re têkilî hat dayîn û di navbera muxataban de pêvajoyek pêş ket.   Kengê şîdet dijwar dibe nîqaşên aştiyê pêş dikevin   Der barê pirsgirêka kurde pirsgirêka muxatabiyê her tim pirsgirêk bû. Îro jî pirsgirêke lê di mijara muxatabiyê de kontaka herî nêzî rastiyê di navbera 2012-2015’an  de hat avakirin. Lê nirxa rewşê nehat fêmkirin. Bi gelek sedeman re mixabin pêvajo têk çû. Pêvajo di carekê de hat birîn, ji pêvajoyê dûr ketin û civaka kurd û tirk ji pêkanînan re hatin vekirin. Şer û şîdetê gihişt astên cuda. Di pirsgirêka kurd de kengê şîdet dijwar bibe, hema piştî wê nîqaşên aştî an jî agirbestê tên nîqaşkirin. Dem aku pêvajoya agirbest û aştiyê yek alîbe û bi encam nebe û bidawî be, şîdet hîn bêtir xurt derdikeve pêşberî mirovan. Ji sala 1992’yan heta niha piştî her pêvajoya agirbestê şûnde pirsgirêka kurd hîn bêtir giran dibe û ji ber rewşa paramîlîter ya pêk tê, giranbûna pirsgirêkê ji aliyê her kesî ve tê ferq kirin.   Pirsgirêka kurd mezin bûye   Piştî pêvajo 2012-2015’an xerabû şûnde ku pirsgirêka kurd gihişt astek nû, pirsgirêka kurd ket rewşeke ku divê li Tirkiyeyê bê çareserkirinê. Pirsgirêka kurd îro di heman demê de pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn, Sûriye, Iraq û Îranê ye û ev pirsgirêk divê îro bi hêzên Rojhilata Navîn re ji bê çareserkirin. Şîdet û şerê global ku heta DYA’yê dirêj bûye, bandor li desthilatdariya siyasî û qada siyasî jî kiriye. Divê nokteyê de jî pirsgirêka kurd ya nehatiye çareserkirin, berfireh bûye. Her wiha rewşeke ku her diçe her tiştî zehmet dike derket holê.   Travmayên ku nifş bi nifş hatî dewrkirin   Ji ber ve jî pêvajoyeke aştiyê ya têk çûye, encameke neyinî û giran li kurdan, Rojhilata Navîn  û cîhanê kiriye. Ji ber vê jî pêvajoyên aştiyê, ne alaveke ku di pêvajoyên desthilatdariyên hegemonîk de bê bikaranînê ye. Ger wisa bikin alav wê bedelên wê hîn bêtir giran bin û alî bedela vê bidin. Ev dibe wesîleya birîn, travmayên ku nifş bi nifş tê dewrkirinê. Ji ber vê jî divê mirov pir stratejîk nêzî pêvajoya aştiyê û hewldanên wê bin. Em bêjin ku îro pirsgirêka kurd di alî jeopolîtîk de  di alî herêmî û global de hatibe rûniştandin û pirsgirêk di asta cîhanê de hatibe ber çareseriyê, wê demê divê hinek tişt hîn bêtir baş bên nirxandin. Çareseriya pirsgirêka kurd ji rewşa 1992 û 1999’an pir cudatire. Divê bê zanîn û fêmkirin ku ji pêvajoyên 2012-2015’an hîn bêtir ast tên xwestin. Her pêvajoya ku xerabûye bêguman pirsgirêka kurd û qada muxatabî û berfirehbûnê jî vediguherîne. Di alî aktorên çareseriyê de jî dibe sedema ku aliyên din jî dikevin nav vî karî. Ji ber vê jî amadekdariyên pir cidî ferz dike.   * Dema mirov di alî gelên Rojhilata Navîn de difikirin gotina ‘Aştiyê’ bûye wek sembola kurdan. Girêdayê vê gelo kurd aştiyek çawa dixwazin, ji nifşê berê heta nifşê îro venasîna aştiyê li cihekî çawa disekine? Di bingeha sosyalojîk a kurdan de guherîn dibe?   Li Rojhilata Navîn yên ku gotina aştiyê rojevî dikin û bi vê gotinê pirsgirêka xwe tînin ziman bê guman kurd in. Ji ber ku wateya li aştiyê bar dikin ne demên ku çek û şîdet bêdeng dibine; wateya li aştiyê bar dikin ev e. Daxwazên xwe yên netewî tînin ziman û ji bo ev daxwazên wan bên cih cih, wan û zemîna ku pirsgirêk lê çareser dibin, dixwazin. Ji ber vê dema em dibên ku ‘Kurd çareseriyê dixwazin’ ne tenê di wateya ku şîdet raweste ye. Kurd behsa aştiyeke pozîtîf ya ku zemîna çareserkirina pirsgirêkan ava dike, dixwaze. Behsa aştiyeke wisa dikin. Naveroka aştiya pozîtîf jî bê guman di dînamîkên diguherin yên li gorî şertên rojane xwe ji nûve teşe dike ye. Mînak di salên 1992’yan de pirsgirêka ku bi çareseryên cuda hatiye destpêkirin îro bi teşeyên cuda dikare pêk bê. Niha civakek kurd ya ku tecrubeyên global û herêmî jiyaye li pêş me ye.   Bi awayekî pozîtîf divê pêvajo aştiyê bimeşe   Gelê Kurd îro di vê krîz û aloziya ku Tirkiye û cîhan têde ye, bi pirsgirêkên nasnameya netewî re pirsgirêkên rojevî jî yekser dijîn. Îro belkî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd perwerda zimanê dayikê destpêke. Lê ev ne çareseriye. Girtina şaredariyan, li herêman xwe rêvebirin ji bo pirsgirêka kurd pêngave lê ev ne çareseriye. Ev wê zemîna wê xurt bike. Çareserkirina pirsgirêka kurd avakirina zemînên wê bêguman gelek binirxin lê ev têr nake. Heman pêngavan divê Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn jî bide. Divê bi awayekî pozîtîf ev pêvajo bimeşe. Dema pirsgirêka Kurd bê çareserkirin divê xurtkirina pêvajoyên ku bibin parçeyeke dema bi krîz ya li cîhanê derketiye.   Pêvajoyên 92,95,97 û 99'an    Dema ku çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê bê nîqaşkirin, divê  forma Rojava û Bakurê Sûriyeyê bê parastin, ji bo pêşxistina wê jî ji xetereyên derve bê parastin. Ev pêvajoyek wisa jî ferz dike. Bêguman bandor li staruya Herêma Federal a Kurdistanê û hîn bêtir demokratîk bibe jî dike. Bandor pirsgirêka kurd ya Îranê jî dike. Veguhestineke nû a di asta welatîbûna wekhev de ferz dike û bandor dike. Îro çareseriya pirsgirêka kurd bi teşeyê ku hinek encamên jeopolîtîk derdixe holê, pêş dikeve. Di pêvajoyên 1992, 95, 97 û 99’an de hinek tişt rûneniştibin jî îro veguhertina sosyalojîk a mirovan çiqas bi nirxe divê neyê jibîrkirin.   Di salên 90’î de ji ser muxatabiyek bi sînor çareseriya pirsgirêka kurd pêkan bû. Lê îro aktor zêde bûne, têkiliya navbera aktoran pêvajoyeke çareseriyê ya baş ferz dike. Muxatabên esas pir neguherîbin jî di pirgirêka kurd de Tirkiye parçeyeke gelek girîng e.   * Li Rojhilata Navîn û hemû cihanê pêvajoyek şer tê jiyîn. Di bin siya van pevçûn û şeran de aştiyek çawa pêkan e? Rêya Sêyem û perspektîfa Netewa Demokratîk a Abdullah Ocalan peyamek çawa ji bo aştiya cîhanê dide?   Yek ji bo guherên formên çareseriya pirsgirêka kurd, di mînak Rojava de tê dîtin ku teoriya rêya sêyem e. Bi heman awayî rêya sêyemîn hemû parçeyan pirgirêka kurd hêsan dike û di pêvajoya parçebûna sosylojîk de dînamîkên rewşên nû derdixe holê û bang dike ku ev bi awayekî reel bigirin dest.Cîhan bi taybet piştî 2018’an şûnde dikeve krîzeke pir cidî. Tirkiye jî yek ji welatên ku vê krîzê bi awayekî cidî dijiye. Her wiha Rojhilata Navîn jî wisa. Ev krîza pir alî xwe wek krîza aborî û fînansî dernaxe holê; ev krîzeke sîstemî ya cidiye. Ev krîza sîstemî bandor li civakî çandî, etîk, ahlaqî û gelek aliyên din dike. Ji bo ji vê krîzê xilas bûn hebe divê alternatîfên nû bên afirandin. Dema alternatîf neyên avakirin, nirxên hegemonîk û aktor jî têde ji nûve xwe dide der. Lê pêvajoyeke din de krîzek mezin wê derkeve pêşerî me û bedela vê krîzê ne tenê pergala serdest di heman demê de civak, bindest û baweriyên cuda jî bi bandor dibin.   Rojava alternatîfek e ji bo çareseriyê    Şerta ku ji vê krîza sîstemê bê derketin, mijara ku divê modelên alternatîf derkeve holê pêşniyar dike. Di mijara kurd de li ser mînaka Rojava, alternatîfeke lêgerîna çareseriyê dikare bê dîtin. Aktorên sîstemên serdest, berê xwe nadin tiştekî alternatîf. Ji ber ku berê xwe bidin pergal û çareseriyek alternatîf, tê wateya ku dest ji desthilatdariya xwe ya ku avakirine berdin. Ji ber vê jî tu pergalên serdest vê qebûl nakin. Lê dema ku krîzên giran bi wan zêde bide windakirin û rîskên wê giran bin, alternatîf dikarin ji wan e qadê vebike. An jî rêya sêuyem û pergalên çareseriya alternatîf dikare ji her tiştî ji nûve dîzayn bike. Ev hemû jî bêguman têkoşînek bi rêxistin dixwaze.   Pergala bi krîz ya heyî, ne di teşeyê ku aktorên serdest xurt bike ye; Derfetê di destê aktor û dînamîkên serdest de, têkildarî qadê li ser hegomonya avakirine, bi civakê re parvekirine. Vê bi giştî bi global kirin pir zehmete lê li hinek cihan tecrube dertên holê û ev jî di alî afirandina xurtkirian civakî de dikarin îlhamê bidin. Mînaka Rojava jî mînakek îlhamê ya wisa ye. ji şerê DAIŞ’ê heta niha yek ji çavkaniyên îlhamê ya herî girîng e.   * Ji bo çareseriya aştiyane ya pirgirêka kurd anketên we hene. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dengdayîna gel wê çawa bandor bike?   Fatura herî mezin a neçareseriya pirsgirêka kurd li kurdan û li hemû Tirkiyeyê tê birîn. Kengê di pirsgirêka kurd de şîdet bê sorkirin, neçareserî, red û gotinên înkarê bên rewakirin, zirarên wê bêguman dîsa herî zêde li Tirkiyeyê dibe. Krîza ku îro Tirkiye têdeye yekser girêdayê pirsgirêka kurd e. Parçebûna civakê ya li dora netewperestî, nîjadperestî ava bûye, dîsa girêdayê neçareseriya pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka kurd tenê hinek daxwazên kolektîf yên netewî nahewîne. Ji bo Tirkiyeye demokratîk, wekhev û ronahî pêşniyaran dihewîne. Ger ku civak, siyasî û desthilatdarî vê nebîne, ev sekn wê bi hemû kesî bide windakirin.   ‘Em ne guleyan, nan dixwazin’   Pirsgirêka kurd di sala 1999’an de bi rêbazên aştiyane dikaribû bihata çareserkirn. Lê rê li ber mirina bi 10 hezaran kesî vekir û îro hîna bi hezaran kes di bin rîska mirinê de ye. Her wiha wê ev berhevbûna civakî bê derfet jî bihele. Ji bo Tirkiyeyê demokratîkbûn wê wek xeyalek dûr ji dûr ve bimîne. Îdiaya civakek paqij û siyasetek paqij wê veguhere çîrokek pir kevn. Lê mixabin yên siyasetê dimeşînin desthilatdarî, muxalefet û yên lêgerîna wan ya alternatîfan heye li ser vê heqîqetê kûr nabin. Di vê profîla welatê ku xerabûye de, rewşa heyî ev e. Mînak serokomar du sal berê ji bo protestoyên firingiyan gotibû ‘Hûn dizanin guleyek çend pereye?’ û têkiliya krîzê ya bi şer re derxistibû holê û  ji bo vê rewa bike jî gotinên xwe aşkera kiribû. Ji wê rojê heta îro civaka ku got ‘Em ne guleyan, nan dixwazin’ bi awayekî xurt dengê xwe bilind nekirin.   Muxalefet samîmî nayê dîtin    Di pirsgireka kurd e desthilatdarî bi argumanên wek netewperest, mîlîter û çekdarî dikare bi dengan xwe xilas bike. Lê ev krîza ku têdene her diçe desthilatdariya wan qels dike. Li Tirkiyeyê hilbijartinek li pêş me ye û tu tifaqên mezin hene. Yek ya Komarê ya din jî Milliyet e. Her du tifaqa jî ji ber di çareseriya pirsgirêka kurd de pêşniyarên bi cesaret nekirine nikarin bibin desthilatdar. Ji ber di alî demokratîkbûn û di nokteya derketina ji vê krîzê de samimî nayên dîtin. Li Tirkiyeyê di xebatên em dikin de pêvajoyek hilbijartinê ya wek qeder tê vegotin heye.    Guherîna forman dê ji bo Tirkiyeyê bibe hêvî    Di alî muxalefet û muxalefeta sereke de jî otorîteriya heyî bi sozên ku wê ji krîzê bê xilaskirin her tiştî wek qederê îlan dikin. Lê her du muxalefet jî di serî de pirgirêka kurd û di mijara çareseriya pirsgirêkên de ne xwedî derfeta ku bibin desthilatdarin. Îro li ser bêbaweriya hilbijêran disekinin. Ger ku forma wan biguhere, di alî pirsgirêka kurd, daxwazên maf û azadiya kurdan de, di alî daxwazên maf û azadiyan yên Tirkiyeyê de, bibin wesîleya çareseriyê wê ev ji bo Tirkiyeyê bibe hêvî.   Li qada heyî pozîsyonek wisa bi hêvî tune. Ji bo gel hem desthilatdarî hem jî muxalefet wisa ne li cihekî bi bawer de ye. Ji bo hilbijêran ji bo çareseriya vê krîza pir alî, ne desthilatdarî ne jî muxalefet bi hêvî nayê dîtin. Bawerî pê nayê. Wek alternatîf nayên dîtin. Di vê mijarê de dane jî nîşan didin ku encameke ku başiya Tirkiyeyê wê derneyê.    * Ji bo avakirina hawira aştiyê nexşerêyek heye an na? Di vê mijarê de xebateke hûn dimeşînin heye an na?   Di vê mijarê de dem bi dem em xebatên qadê dikin. Xebatên me yên li Tirkiye û Kurdistanê hene. Di nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hember pirsgirêka kurd û nêzîkatiya herêmê ya li hember pirsgirêkê de cudahiyên cidî hene. Bi derketina krîzê re di mijara pirsgirêkên Tirkiyeyê de hem mirovên herêmê hem ji yên seranserê Tirkiyeyê pirsgirêkan hevpar dibînin. Lê metodên wan yên çareseriyê û hinceta bandorbûna pirsgirêkê cuda vedibêjin. Em vê ji qadê dizanin. Mînak gelê herêmê çavkaniya betalî û xizaniyê ji sedî 60 pirsgirêka kurd dibîne. Lê aliyê Tirkiyeyê jî ji sedî 25 dibêjin krîz ji ber pirsgirêka kurd e.   Di vê krîza heyî de j bo dînamîkên çareseriyê ji nûve bên rojevê, siyaset divê krîza heyî têkiliya krîzê ji baş ji civakê re vebêje. Divê ji gel baş bê vegotin ku nanê ku nagirin çawa wek gule vedigere, sedema pirsgirêkan  pirsgirêka kurd e û ji kurd ji her mafê bêpar hatine hiştin.   Di xebatên me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd kirine de, aktorê ku Gelê Kurd nîşan daye ji aliyê Tirkiyeyê ve nayê zanîn. Di anketên me li herêmê pêk anîn de beşeke mezin muxatabê pirsgirêkê Birêz Ocalan nîşan didin. Di heman demê de partiyên siyasî yên mekanîzma dewletê ava dikin, meclîs û tevgera siyasî ya kurd nîşan didin. Mirov formên navendî yên xurt nîşan didin. Her wiha dibêjin bila siyaseta demokratîk nav kurdan de zindî be. Ji sala 2012’yan heta niha em xebatan dimeşînin û ji bo pirsa ‘Divê çareseriya pirsgirêka kurd çawa’ rêjeya kesên digot ‘Divê welatibûna wekhev a destura bingehîn bê avakirin’ wan salan pir bilind bû. Yên ku Kurdistanek serbixwe dixwestin rêjeya wê 2-3 bû.   Tevgereke kollektîf divê hebe    Piştî 2013-2014’a şûnde di 2015’an de piştî pêvajo xera bû şûnde di xebatên me meşan de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ji ‘welatîbûna wekhev’ wêdetir, herî zêde forma çarseriya teşeyên xweseriya siyasî, çandî û îdarî xwe da der. Hejmara kesên digotin bi ‘Kurdistana serbixwe’ pêk tê derketiye banda 9’an. Di mijara çareseriyê de hinek siyaset li cihên şaş disekinin û di mijara çareseriyê de parçeyeke ku gotina neçareseriyê bibin pêşerojê de ne.    Divê bi awayekî baş bê vegotin ku çareseriya pirgirêka kurd, xilasbûna Tirkiyeyê ye û di xilasbûna Tirkiyeyê de mifte çareseriya pirsgirêka kurd e. Di çareseriya pirgirêka kurd de ez tevgereke aştiyane ya kolektîf pêşniyar dikim û bawerim ku wê wisa pêkan be. Aştî tu car nikare bê taloqkirin, ne daxwazeke, aştî hema niha ye.