Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Deriyê me ji hemû ciwanan re vekiriye 2022-09-01 09:01:04     STENBOL - Endama ya Şaxa Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê ya Stenbolê, Karun Yildiz da zanîn ji ber pirsgirêkên ciwan pê rû bi rû dimînin Komîsyona Ciwana hatiye deklerekirin û got:"Hedefa me ew e ku ciwanên bêyî ku bitirsin mafên xwe biparêzin û li dû rastiyên jê bawer dikin, herin derkevin pêş."   Ji ber bêkarî, siberoja ne diyar, tengkirina qadên azadiyê ciwan berê xwe bi Ewropayê vedikin. Îktidar dewsa polîtîkayên çareseriyê biafirîne tenê nêzî hilbijartinê çend sozan dide. Bi taybet li bajarên kurdan bi polîtîkayên şer ên taybet berê ciwanan ber bi hişbirê ve tê dibin. Rêxistinê ciwanan jî li dijî van polîtîkayên bi zaneyî tên kirin, têkoşîna xwe dikin.    Ji bo çareseriyê gave: Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê    Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di vê çarçoveyê de di 25'ê Tebaxê de Komîsyona Ciwanan deklere kir û ji bo çareseriya pirsgirêkan gavek avêt. Endama ya Şaxa Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê ya Stenbolê, Karun Yildiz ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan wan komîsyon deklere kirine û got:"Me xwest em pirsgirêkên niha di rojevê de bêtir bidin xuyakirin. Ciwan nizanin wê ji bo pirsgirêkan bi ku ve biçin. Loma me xwest em alîkariya wan bikin û me komîsyon ava kir. "   Ciwan ji gelek tiştî bêpar dimînin   Karunê da zanîn ku li gor daneyên Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUÎK), 84 milyon 680 hezar 2 sed û 73 kes li vî welatî dijîn û ji vê serjimarê sedî 21.6 ya ciwanan e. Karunê da zanîn ku tê texmînkirin daneyên bêkariyê yên mêran ji sedî 18.4 a jinan jî ji sedî 27.6 e. Karunê da zanîn ku ev ferqiya cihê fikarê ye û wiha got:"Bi rastî jin di warê dîtina kar de zehmetiyê dibînin. Ciwan ji jiyana xwe ne razî ne. Çimkî xwe nikarin bigihêjin derekê. Xwe nikarin bigihêjin huner, konser, pêşangeh, sînema û faliyetên civakî. Her tişt pir buha ye. Bi taybet ciwanên zanîngehê dixwînin bêtir zehmetiyê dibînin. Ev jî ji bo ciwanan pirsgirêkeke mezin e. Loma nikarin jiyana xwe ya civakî jî bijîn."   'Deriyê me ji hemû ciwanan re vekiriye'   Karunê da zanîn ku îktidar ciwanên lênapirsin, bê hişmendî û naxwînin, dixwaze û wiha pê de çû:"Naxwazin ciwan bixwînin û hîn bibin. Çimkî ciwanên dixwînin dikarin rexne bikin. Îktidar ciwanên rexne dikin, naxwaze. Lê belê em ê vêya derbas bikin û bi axaftinê mafê xwe biparêzin. Dema pirsgirêkekê rû da ciwan dikarin li deriyê me bixin. Ji bo tercîhên zanîngehê jî ciwan dikarin li deriyê me bixin."    'Heta ji destên me bê em ê piştgiriyê bidin ciwanan'   Karunê wiha bi dawî kir:"Em ê atolyeyên balkişandinê vekin. Faliyetên huneî û çandî li dar bixin. Her wiha em ê şevên sînemayê, semîner, taştiya ciwanan û çalakiyên bi vana mîna pêk bînin. Em ê berê hevdu nas bikin, piştre ÎHD'ê nas bikin. Em plan dikin ku bi vî hawî mezin bibin. Hedefa me ew e ku ciwanên bêyî ku bitirsin mafên xwe biparêzin û li dû rastiyên jê bawer dikin, herin derkevin pêş. Hevalên dixwazin beşdarî komisyonê bibin jî dikarin bên. Serlêdan dema bên kirin em dikarin piştgiriya hiqûqî û derûnî jî bidin. Heta ji destên me bê em ê piştgiriyê bidin ciwanan."