Ji jinan li dijî êrîşan bertek: Zarokên Kobanê zarokên me ne 2022-08-31 09:02:33     AMED - Jinan bertek nîşanê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Rojava dan û gotin: “Ev dagirkirina çavsor ya li Kurdistanê li tu devereke din ya cîhanê tune. Gelo çi karê we li ser axa Rojava heye.”   Tirkiyeyê di 16’ê Tebaxê de li hember Rojava êrîş da destpêkirin û di êrîşên hewayî û bejayî de heta niha gelek zarok birîndar bûn, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî her diçin zêde dibin. Rêxistina civaka sivîl ya navenda wê li Îngîlîstanê ye û mafê zarokên cîhanê diparêze ‘Save the Chîldren’ di daxuyaniya ku da de da zanîn ku di meha Tebaxê de li Qamişlo û Til Rifat de du êrîşên cuda pêk hatine û du zarokan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 5 jî birîndar bûne. Di 16’ê Tebaxê de li Kobanê zarokek, di 19’ê Tebaxê de li bajaroka El Bab di êrîşa li hember bazarekê de 6 zarok û heman rojê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa dronan de 4 zarokên keç hatin qetilkirin 11 heb jî birîndar bûn. Rêxitina civaka sivîl ragîhand ku di êrîşa li Til Rifet de 2 zarok birîndar bûne.   ‘Dengê bombeyan kêm nabin’   Necîme Yaşaer banga yekitiyê li gelê Kurd kir û daxuyand ku ev zext ancak bi yekîtiyê dikarin ji holê rabin û wiha bi lêv kir: “Dewleta tirk ne tenê êrişî Kobanê, êrîşê hemû çiya, bax û baxçe û girtîgehên kurdan dike. Gelo mirov ji dewleteke ku zarokan dikuje çi bipên?Her çar alî Kurdistanê di bin tecrîdê de ye. Dengê bombeyan nayê birîn. Çiyayên me tên bombebarankirin. Bêdengî mirin e. Em çiqas bêdeng bin wê mirin jî li pey me be. Em li vê axê dijîn. Em hemû dest bidin hev û bila ev zilm ji holê rabe. Em naxwazin tu kes bimire.”   ‘Ji bo zarokên kurd maf û hiqûq tune’   Yildiz Damla ku di 2015’an de keça xwe Stêrk Ciwan li Kobanê winda kir destnîşan kir ku divê dayik ji şer re bêjin na û û wiha dirêjî dayê: “Li Rojava û Başûr komkujiyên mezin tên jiyîn. Lê ev şer bi serhildana dayikan wê bi dawî be. Li Rojava êrîşê nexweşxane û dibistanan dikin. Gelo çima Ewropa bê deng e? Xuyaye tiliya Ewropayê jî tê de ye. Ez bang li dayikan jî dikim; Em li dijî şer rawestin. Dayik zarokên xwe mezin dikin û piştre ew zarok neçar dimînin biçin. Dewlet li wan zarokan neheqiyê dike. Ji bo zarokên Kurd maf û hiqûq pêk nayê. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin xwîna zarokan birêje.”   ‘Zarokên Kobanê zarokên me ne’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît jî diyar kir ku êrîşa pêk tê hovîtiyek mezin e û wê jî nêrînên xwe wiha domand: “Zarokên ji aliyê AKP-MHP’ê ve tên qetilkirin zarokên Kurd in. Yên ji xwe re dibêjin ez musliman im, naçe li dibistanan zarokan bombebaran nake. Li Rojava zarok, jin, kal û pîr, ciwan tên qetilkirin. Ev zilmek mezin e. Em Dayikên Aştiyê li dijî vî şerî ne. Dema zarokek dimre kezeba me dişewite. Zarokên Kobanê jî zarokên me ne. Dest ji vî şerê qirêj berdin. Bila xwîna zarokên me nerije. Ev  hovîtiya li Kurdistanê li tu derê tune. Gelo çi karê we li Rojava heye? Diçin jiyana mirovan ji dest digirin. Ev zarok jiyanek xweş dixwazin. Me her tim destê aştiyê dirêj kir, lê mixabin wan destê aştiyê dirêj nekir. Bila her kes bizanibe ku heta ev êş bi dawî nebe wê dayik li berxwe bidin. Ez carek din dibêjim. Bila dewlet bizanibe ku kurd wê tu car neqedin û tune nabin.”