Di nobeda edaletê de bertek nîşanî pêkanînên li ser cenaze hat dayîn 2022-08-30 15:38:21   ÎZMÎR - Di Nobeda Edaletê de, bertek nîşanî radestkirina cenazeyê Hakan Arslan a di torbe de ku li Sûrê berî bi 7 salan jiyana xwe ji dest da hat dayîn û wiha hat gotin, "Tişta hat kirin şerma mirovahiyê ye."    Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdn hat destpêkirin di roja 105'emîn de li avahya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) berdewam kir. Xizmên girtiyan , bi berdilkên bi dirûşmên "Ji girtiyên nexweş re azadî", "Girtiyên nexweş serbest berdin" tevli çalakiyê bûn û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) yên navçeyan jî piştgirî dan çalakiyê.    'Şerma mirovahiyê tê kirin'   Hevseroka Navçeya Alîaga Gul Ekîcî ya ku mafê axaftinê girt diyar kir ku her roj ji girtîgehan cenaze tên derxisitn û ev tişt got, "Qesera Edaletê ya Amedê cenzeyek di torbe de radestî bavekî kirin. Ev şerma mirovahiyê ye. Em bang li hemû rêxistinên saziyên sivîl û kesên xwedî wicdan dikin ku tevli çalakiya me bibin. Di serî de Aysel Tugluk, em dixwazin hemû girtiyên nexweş  serbest bên berdan û bên dermankirin."    'Bila dengê me bibihîzin'   Dayika Meded Sever ê ku di Girtîgeha Tîpa T y Bandirmayê de ye Hanim Sever jî bang li her kesî kir ku li dijî pêkanînên tecrîdê yên li girtîgehan rabin ser piyan. Hanim wiha got, "Bila êdî kes nemire û ev şer bi dawî bibe. Ev nêzî 110 rojan e em li ber baro, edliye û girtîgehan nobedê digirin. Kes dengê me nabihîze. Lê em ê têkojîna xwe bidomînin. Em ji bo hemû gelan têkoşînê didin. Zarokên me dimirin û cenazeyê wan nadin me. Dikin hundirê qutiyekê û radestî malbatên wan dikin. Em dayik vê qebûl nakin û dibêjin êdî bes e."   'Ne dema tirsê ye em edaletê dixwazin'   Hanim diyar kir ku li her dera Tirkiyeyê pirsgirêk hene, qeyrana birçîbûnê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Ne dema tirsê ye, em edaletê dixwazin, Em li vir zilm û îşkenceyê dibînin. Her roj kes tên binçavkirin û kesek nikare bibêje aştî.  Ez bang li Serok Komar û Wezîrê Edaletê dikin; destê xwe bidin ser wicdanê xwe û bila rondikên çavan bes bibarin."