Bi sedan ji Stenbolê bang kir: Em ê bi çapemeniya azad re bimeşin 2022-08-29 08:37:54     STENBOL - Di şeva NÇM'ê ya ji bo 16 rojnamegerên girt û piştevaniya bi çapemeniya azad re ku hat lidarxistin de, siyasetmedaran hata bi kedkaran kesên ku kom bûn  gotinku ewê bi çapemeniya azad a ku tu carî dev ji ragihandina rastiyan berneda re bimeşin.    Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) bi armanca piştevaniya bi 16 rojnamegerên kurd ku li Amedê hatin girtin û çapemeniya azad, li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şîşliyê şeva piştgiriyê li dar xist. Gelek rojnamevan, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, parlamenter, hiqûqnas, nûnerên rêxistinên jinan, nûnerên rêxistinên sivîl, hunermend, Dayikên Aştiyê û kes tevli bernameyê bûn.    Bernameyê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna rojnamevanên hatine kuştin dest pê kir. Sînevziyona ku qala têkoşîna rojnamevanên kurd dikir hat pêşandan.    Pişt re nameya Midûra ajansa me JinNewsê Safiye Alagaş a li Girtîgeha Amedê ya Jinan girtî hat xwendin û di peyamê de tevahiya beşdar hatin silavkirin û ji bo vê şevê malavatiya NÇM'ê kir. Safiye da zanîn ku wan pênûsa xwe ji Mûsa Anter Gurbetelî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat û ji bi dehan şehîdên çapemeniya azad dewr girtine û kêliyek jî ji destê xwe nexistine û dê nexînin.    Piştre endama Teatra Jiyana Nû Rûgeş Kirici axivî û bal kişand ser girîngî û wateya şevê û qala rastiya çapemeniya azad kir.    Pişt re Koma Bandista derket ser dikê û strand.    ‘Bi dehan rojnamevan di vê rêyê de şehîd bûn'    Paşê rojnamevan Huseyîn Aykol axivî û bi bîr xist ku çapemeniya azad 33 sal li pey xwe hişt û di van salan de bi sedan rojnameyan gîhandine. Huseyîn anî ziman ku wan serî netewandiye, heqîqet nivîsandine û ragihandine û got: "Me bi dehan rojnamevan şehîd di vê rêyê de dan. Bi sedan hevalên me rojnamevan hatin girtin û darizandin. Em hê jî tên girtin. Me serî netewand û em ê netewînin. Me deynê xwe da û em ê her deynê xwe bidin."    Peyamên piştevaniyê    Her wiha peyamên ku siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û rewşenbîrên ku şandibûn şevê jî hatin xwendin û dilsoziya xwe ya bi çapemeniya azad re anîn ziman. Peyaamên bi rêya vîdeoyê yên hunermend Suavî, Şanar Yurdatapan, Kawa, Dîcle Anter, Tulîn Ozen û Husnu Arkan şandibûn hatin pêşandan.    Şev li ber stranên Aryen Kom û hunermend Kadîr Çat bi dawî bû.