Xwişka Leyla Karaaslan: Divê kujer bi cezayeke giran bê darizandin 2022-08-27 09:10:02   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê Leyla û her 3 zarokên wê ji aliyê Hasan Karaaslan ve hatin qetilkirin, Xwişka Leylayê Kanîa, diyar kir ku zilm û tundiya li hemberî Leylayê her tim ji hêla malbatê ve dihat veşartin û got: "Ez dixwazim kujer bi cezayeke herî girîn bê darizandin. Em şewitin bila jinên din neşewitin."    Li taxa Yenî ya navçeya Hezexê ya Şirnexê Hasan Karaaslan di 24’ê tebaxê de bi şev jina ku pêre hatî zewicandî Leyla Karaaslan (40) û zarokên xwe yên di xew de Derya (17), Melek (16) û Şerîfe (13) qetil kir. Kujer Karaaslan, piştre çû Midûriyeta Polîsan a Hezexê teslîm bû. Hasan ji aliyê dadgehê ve bi sucê “kuştina bi qesdî ya hevjîn xwe û zarokên xwe" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Şirnexê.   Cenazeyê Leyla û her sê zarokan piştî rapora otopsiyê ji aliyê malbatê ve ji Nexweşxaneya Şirnexê hatin girtin û li goristana gundê Telêle yê girêdayî bajaroka Deştadarê li cem hev hatin definkirin. Xwişka Leyla, Kanîa Başbaş (35) hest û ramanê anî ziman.   ‘Leyla û zarokên wê di bin zextekê mezin de bûn’   Kanîa diyar kir ku Leyla û zarokên wê bi sala ne di bin zilm û îşekenceya Hasan de bûne û got: “Gava me bûyerê bihîst saet 3’yê şevê bû. Telefonê li me kirin û gotin Leyla û 3 keçên wê hatiye kuştin. Em çûn mala wê. Lê polîsan deriye malê mohr kiribûn û lewra em nekarî em bikevin hundir. Hasan her tim bi kes re nediaxivî. Ji berê de jî wisa bû. Gelek zext û tundiyê hem li zarokên xwe hem jî li Leylayê re dikir. Nedihişt keçên wî biçin tu deverê, ne telefonên wan hebû ne jî bi tena serê xwe dihişt bitevgerin. Di 14’ê tebaxê de daweta xizmekê me hebû. Me ewqas got lê dîsa jî nehişt zarokan biçin dawetê. Roja şemiyê jî di navbera wan de şer çêbû û dîsa tundî li wan kiribû. Piştî wê rojê min bi xwişka xwe re axivî dengê wê nexweş dihat. Ji min re got Hasan xaniyê firotiye, ji bo serê wî nekeve belayê firotîye."    ‘Leyla her tim diha bêdengkirin'    Kanîa anî ziman ku jiyana Leyla her di nav zilmê de derbas bû û wiha bi lêv kir: "Gelek caran Leyla îşkence û zilma ku dîtir ji malbatê re digot lê pismam, mam û birayên wê li ser wan zext û îşkenceyê digirtin. Wekî tiştekî di holê de nîne hertim Leyla dihat bêdengkirin. Leyla kengê behsa rewşa dikir ew beravajî derdixistin. Em ji gelê xwe re bang dikin ku bila xwedî li jinan derkevin. Em şewitîn, bila jinên din neyê qetîlkirin.”   ‘Divê kujer bi cezayeke herî giran bê darizandin’   Kanîa, destnîşan kir ku divê jin êdî li dijî van komkujiyan dengê xwe bilind bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qetîlkirina jinan her diçe zêde dibe û ew jî me hêrs dike. Qetîlkirina jinan ên aliyê rojavayê Tirkiyê zêde tê xuya kirin lê yên aliyê me ser wan tê girtin. Divê wisa nebe. Ev komkujîye ku li ser malbata me hat kirin û divê ew komkujî ji rojevê dernekeve. Em bang ji gel dikin bila êdî dawî li van komkujiya li ser jinan bînin. Yên ku jin û zarokan qetîl dikin jî bi la bi cezaya herî giran ve were darizandin.”