'Tiryaka ku aşkera tê firotin zarokên me ber bi mirinê ve dibe' 2022-08-27 09:10:57   Rojda Aydin    MÊRDÎN - Malbatên li taxa Perêket a Qoserê dijîn, her çend ku navê firoşkarên tiryakê didin polîs û dozgeran jî heta niha gavek nehatiye avêtin. Malbatên ji bo zarokên xwe ji tiryakê rizgar bikin di nav hewldanan de ne gotin: "Zarokên me li ber mirinê ne. Em çend tedawiya wan bikin jî bê feydeye ji ber ku li taxê bi aşkera tiryak tê firotin."    Li herêmê li hemberî ciwan û jinan polîtîkayên taybet ên şer tên meşandin. Yek ji wan polîtîkayên ku tê meşandin jî firotin û bikaranîna tiryakê ye. Hejmara bikaranîna tiryakê roj bi roj li herêmê zêde dibe û li dijî vê yekê jî tu tedbîr nayên girtin. Yek ji wan cihên tiryak lê tê firotin jî Qosera Mêrdînê ye. Li gor agahiyên ku hatin bi destxistin li taxa Perêket a navçeya Qoserê bikaranîna tiryakê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Ligel giliyên malbatan jî erkdarên navçeyê tu gavê navêjin. Ligel ku malbat bi vekirî navê firoşkaran didin polîs û dozgeriyê jî heta niha tişta pêvist nehatiye kirin.    Her wiha şêniyên taxa Perêketa, li dijî firotin û bikaranîna tiryakê di 18’ê tebaxê de dest bi çalakiya nobetê kirin. Şêniyên taxê ku heta 20'ê tebaxê .nobeda xwe domandin hîna jî çalakiya xwe ya parastina taxê berdewam kirin. Malbatên ku zarokên wan ketine nav tora tiryakê ji ajansa me re behsa rewşa xwe kirin.    Du zarokên wê tiryakê bi kar tînin   Ayşe Fîdan (42) ji wan malbatan yek e ku du zarokên wê Sûltan (26) û Gokhan (24) Fîdan tiryakê bikar tînin e. Ayşe, anî ziman ku di taxa wan de gelek zêde tiryak tê bikar anîn got: “Jehrê tînin taxê difroşin û zarokên me dikujin. Bi taybetî jî ji hêla çîngeneyan ve tê firotin. Ew 4 kes in. Bira û pismamê hevdû ne. Ew tînin difroşin zarokên me. Zarokên me roj bi roj dimirin û dîn dibin. Ji bo vê jehrê bikirin ciwanên taxê diçin diziyê dikin. Ji bo vê jehrê bikirin, dikarin dê û bavê xwe jî bikujin. Em dixwazin ciwanên me ji vê jehrê xilas bin. Divê em ji bo zarokên xwe çareyek bibînin. Ew çîngene nêzî 15 sal in hatine û li vir bi cih bûne. Navê ew kesên ku vê jehrê difroşin Umran Ç., Vedat Ç., Ferat Ç. û Hasan Ç. e. Ciwanên ku tiryakê bikar tînin di malên xwe de çi hebin dibin didin wan û vê jehrê dikirin. Di taxê de tê firotin lê belê tu tişt nayê kirin. Dewlet wan digire û berdide. Bi hezaran ciwanên me li ber mirinê ne. Ên ku vê jehrê bikar tînin jî temenê wan di 17 saliyê destpê dike. Du zarokên min jî vê jehrê bikar tînin.”   ‘Em nikarin tiştek bikin’   Ayşe, da zanîn ku ji bo zarokên xwe tedawî bike wan biriye gelek nexweşxaneyan û wiha domand: “Min zarokên xwe bir nexweşxaneyên Edene, Riha, Mêrsîn û Dîlokê. Li van nexweşxaneyan tedawiya tiryakê dîtin lê belê dîsa çareser nebû. Ji ber ku dema em tên li vir carekedin bikar tînin. Zarokên min tedawiyê qebûl dikin, lê belê dema tên li vir ji ber ciwanên taxê bikar tînin ew dîsa berê xwe didin vê tiştê. Zarokên min jî dixwazin ji vê rewşê xilas bin û tedawî bibin. Di karê ku dixebitin de çi pere qezenc dikin tînin didin vê jehrê. Zarokên me li ber mirinê ne. Polîs tu tiştî nakin. Ji me re dibêjin bibin tedawî bikin. Ez du caran çûm qereqolê û min ji polîsan re got zarokên min bigirin bikin girtîgehê. Belkî wê demê dev jê berdin. Ji min re gotin ‘ma çi kirine, bila sûcekî bikin em ê wê demê bigirin û bikin girtîgehê’. Polîs dibêjin 'Dema difroşin divê em li ser wan bigirin, an em nikarin tiştekî din bikin’. Me qet nedît ku polîs ji bo ew kesên ku tiryakê difroşin tiştek kirine. Ji wan yekî girtin nêzî sê-çar mehan di girtîgehê de ma berdan. Di mala wan de gelek zêr derketin jî tiştek nekirin. Ew zêran jî ji gel hatine dîzin bû. Di taxa me de ev kes difroşin. Lê belê di taxên dinê de kî difroşe em nizanin. Bi hezaran kes hene ku vê jehrê difroşin.”   Rayedar bêdeng in   Ayşe, destnîşan kir ku ligel ew qas serlêdan û giliyan jî rayedar bêdeng in û tiştekî nakin û axivî: “Em dixwazin ev kes bên girtin û zarokên me bên tedawîkirin. Zarokên me roj bi roj dîn dibîn. Bijîşk gotin ji ber tiryakê mêjiyê wan tê şûştin. Di dawiyê de yan dê dîn bin, an jî dê bimirin. Ez bi xwe sê caran çûme qereqolê û min gotiye ev kes difroşin. Ji min re gotin ‘tu biçe, dema ku me di destên wan de girt em ê wan bigirin’. Niha jî tiryakê bikartînin. Di xaniyên xirabe de êvarê bikar tînin. Dema dikevin qirîzê kêr digirin destên xwe û hemû alavên malê dişkînin. Berê di taxa me de tiştên wisa tunebûn. Lê piştî ku ew hatin ev tiştên qirêj derketin holê. Sê meh beriya niha esrarê dikişandin niha jî eroîn dikişînin. Ji bo zarokên me xirap bikin û dîn bikin vê anîne di taxê de difroşin. Dewlet tu tiştî nake. Ligel ew qas giliyan jî polîs tu tişt nakin. Bi hezaran ciwanên me tiryakê bikar tînin û ez dixwazim ji vê rewşê xilas bibin. Keç û xortên me îro hemû bikartînin. Ez dixwazim bibim Amedê tedawî bikim. Lê dema ku em tên li vir zarokên me dîsa vedigerin ser rewşa xwe ya berê. Ev çend roj in zarokên me û kesên difroşin ji ber çalakiya gelên taxê newêrin derbikevin derve. Gelê taxê ji bo ku di taxê de tiryak neyê bikar anîn û asteng bikin çalakî dan destpêkirin. Ev çalakî çend rojan berdewam kir. Lê gelê taxê ku wan bibînin lê dixin. Êvarê newêrin derbikevin derve. Hemû şêniyên taxê piştgiriya vê çalakiyê kir. Ciwanên taxên din jî hatin taxa me û tevlî çalakiyê bûn. Vê jehrê dewlet tîne di nava zarokên me de belav dike. Bi destên dewletê tê firotin. Bila hemû malbat li dijî vê tiştê rabin li ser piyan. Êdî ciwanên me neman.”   ‘Dewlet tiryakê dide ciwanan’   Kurê Ayşe, Gokhan Fîdan (24) ê ku tiryakê bikar tîne diyar kir ku ew berê tiryakê bikar nedianî û wiha serpêhatiya xwe anî ziman: “Hevalên min bikar dianîn û min jî bi rêya wan dest pê kir. Di taxê de 4 kes difroşin, ew bira û pismamê hevdûne. Ew tînin difroşin me. Em jî dixwazin ji vê rewşê xilas bin. Em tedawî dibin, lê dema em tên taxê carekedin bikar tînin. Em dixwazin ku taxa me ji vê tiryakê paqij be. Agahiya dewletê jî ji vê tiryakê heye. Her çiqasî wasî gelê taxê wan îxbar dike jî dewlet tu tiştî nake. Dewlet piştgiriyê dide wan. Ji bo ku em bi rêxistin û zanist nebin tiryakê tînin di nav me de difroşin. Me bi tiryakê dihelînin û nahelin em behsa hebûn, maf û zimanê xwe bikin. Em naxwazin ku kurdên me tiryakê bikar bînin. Em nizanin ku ew ji ku hatine. Ez bi xwe jî dixwazim tedawî bibim. Min di despêkê de bizanibûya ev tiştek ew qas qirêje min bikar neaniya. Ez dixwazin hem ez û hem jî hevalên min tedawî bibin û ji vê rewşê xilas bibin. Dewlet ji vê rewşê re nabe asteng, berojavê wê kêyfa wan tê. Deh sal in di taxê de difroşin, lê belê rojekî dewlet tu tiştî nekir. Me ew qas îxbar kir jî tu tişt nehat kirin. Dema ku ew ji taxê hatin derxistin û girtin, dê ciwan jî vê xilas bin. Piştî ku hevalên me tevlî PKK’ê bûn vê tiryakê anîn nav me. Ev 10 sal in ez vê tiryakê bikartînim. Ji 2013’yan vir ve ez û birayê xwe bikar tînin.”   ‘Em bêçarene û nikarin tiştekî bikin'   Turkan Kavan (50) jî ku du kurên wê R.K. (23) û S.K. (25) jî tiryakê bikar tînin, bi lêv kir ku ewqas ketiye nav hewldanê jî ji vê rewşê re çareseriyek nedîtiye û dom kir: “Lê belê me tu çareyek nedît. Me li wan da û di mal de girê jî da lê çare nekir. Me gilî kir, lê gotin tişta ku bikin tuneye. Ez û kurê xwe çûn qereqolê û me şandin serdozgeriyê. Serdozgeriyê jî ji me re got ‘Ka we kêr kiriye. Dema dizî kir werin bêjin em ê wan bigirin’. Ew jî dixwazin zarokên me bi kar bîbin. Şev û roja me bi girî derbas dibe û tişt ji destên me nayê. Em ji polîsan re çi bêjin jî vala ye. Ew jî dixwazin zarokên me vê jehrê bikar bînin. Zarokên min jî ev 10 sal in bikar tînin. Em tedawî bikin jî vala ye. Ji ber ku di taxê de ciwan bikar tînin. Kurê min Ramazan ji ber diziyê ev du sal in hatiye girtin û di girtîgehê de ye. Kurê min ê li derve jî bi mirinê re rû bi rû ye. Kurê min dema diziyê dikir û gel ji me re digot em nikaribûn rûyê wan binêrin. Kurê min Sûltan jî qet nayê berdan. Carna tê û carna jî qet nayê. Em bêçarene û nikarin tiştek bikin. Ew kesên çîngene tînin difroşin.”   'Kesên ku vê tiryakê difroşîn alîgirê dewletê ne'    Turkan, da zanîn ku berê esrar bû îro jî eroînê û belkî jî sibê tiştek din bînin bifroşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zarokên me guhdariya me nakin. Dewlet tu tiştî nake. Polîs tên mala me dinêrin û diçin. Serdozger got ‘Heta zirarek mezin nede em nikarin tiştek bikin’. Bi zanebûn vê tiryakê di nav zarokên me de belavdikin. Dixwazin berê ciwanên kurd bidin vê rêyê. Dewlet tîne dide wan û difroşin. Dewlet bi zanebûn tiştek nake. Em dixwazin ciwanên me ji vê rêya xirap xilas bin û ev jehr neyê firotin. Bila Gelê Kurd rabin li ser piyan û li dijî vê derkevin. Zarokên me wek mirî ne. Laşê wan elimiye vê jehrê û nikarin jê xilas bin. Li taxê du sê roja çalakî dest pê kir û niha sekiniye. Min digot ez ê jî tevlî vê çalakiyê bibim û pêşiya vê tiştê bigirim. Gelek tişt hatine serê me. Du ciwanên me ji ber vê jehrê çûn. Bajarên ku kurd hene tînin vê jehrê difroşin. Vê jî bi zanebûn dikin. Kesên ku vê tiryakê difroşin jî alîgirên dewletê ne. Ne wisa bûna niha hemû hatibûn girtin. Dewlet çav û guhên xwe girtiye. Bila tu kes bêdeng nebîne.”