Dı Nobeda Edaletê de banga parastina mafê jiyanê hat kirin 2022-08-24 12:41:40     AMED - Malbatên ku li Amedê Nobeta Edeletê didomînin diyar kirin ku tevî ku 10 meh in di çalakiyê de ne jî bersiva ku dixwazin negirtine.   Nobet Edaletê ya malbatên girtiyan a ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfazawan hatiye şewitandin bên berdan, li Amedê 281 roj in dewam dike. Malbatan banga parstina mafê jiyanê kirin.   Malbatan îro jî çalakiya xwe li ber Saziya Tiba Edlî pêk anîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER),  Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛHAY-DER), endam û rêveberên  Înîsiyatîfa piştgirî dan çalakiyê.   'Werin em mafê jiyanê biparzin'   Di çalakiyê de keça Abdulhalîm Kirtay Herdem Merwanî axivî û got: “Me gelek caran li vir  bang li partiyên siyasî kir ku bibin dengê me û daxwazên me bînin rojevê. Lê 10 meh derbas bû û hin jî me bersiva ku dixwest negirtiye. Partiyên siyasî me bi tenê hiştin.”   Herdemê destnîşan kir ku pêkanînên li dijî girtiyên nexweş neqanûnî ne û wiha dewam kir: “Her ku diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Bila girtî ne piştî mirinê,  beriya mirinê bên rojeve. Em careke din bang li partiyên siyasî dikin, werin em bi hevre mafê jiyanê biparêzin.   Nobeta Edeletê bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Heq, Hiqûq, Edelet” bi dawî bû.