Dayik: Divê em ji dagirkeriya dewleta Tirk re bêjin êdî bes e 2022-08-24 09:05:35   AMED - Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol  da zanîn ku di 8 mehan de 44 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û got: “Em  li dijî cezakirina kesên bi binpêkirinan re tên rû hev, ger ku em li hemberî vê temaşevan bimÎnin tu wateya têkoşîna mafên mirovan û demokrasiyê namîne. Bi destê darazê cînayet tên kirin.  Ev pirsgirêka me hemûyan e.  Divê em berxwedanê mezin bikin.”   Meryem Soylu û Halîme Topuz ku di têkoşîna azadiyê de xizmên xwe winda kirin, bertek nîşanê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye? Xwedî li Rojava derkevin. Divê em ji dagikirina dewleta Tirk re jî bêjin êdî bes e.”   Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di 16’ê Tebaxê de navenda wê Kobanê li hember gelek gundan êrîş pêk hatin û zarokekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birÎndar bûn. Di 18’ê Tebaxê de li gundê Şemokê li hember yurda xwendekarên keç êrîş pêk hat 4 xwendekar hatin qetilkirin û 11 jî birîndar bûn. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rojane bertek nîşan didin û peyama wê têkoşînê bidomînin dan.   ‘Bila Kurd bibin yek’   Halîme Topuz a di pevçûnan de birayê wê jiyana xwe ji dest da diyar kir ku kuştina jin û zarokan di hiqûqê de tune ye û bang li Gelê Kurd kir ku li dijî êrîşan bibin yek. Halîmeyê wiha vegot: “Êrîşên li Rojava dijahlaq û bêwijdanî ye. Tirkiye diçe sivîlan qetil dike. Gunehê wan çi ye. Çavên xwe vekin. Destê xwe bidin ser wijdana xwe. Çima diçin wir bomberan dikin. Ez vê şermezar dikim. Tu mafê Tikriyeyê li Rojava tune. Bila li her çar parçeyê Kurdistanê yekitî hebe. Bila her kes dengê xwe bilind bikin. Îro zarokên min sibê wê yê we bin."   Xwedî li Rojava derkevin’   Meryem Soylu ya ku di pevçûnan de 3 zarokên wê jiyana xwe jidest dan banga yekitiyê li kurdan kir û wiha anî ziman: “Îro tiştên li Rojava tên kirin di tu qanûnê de tune ye. Gelo çi karê wan li Tirkiyeê heye. Her roj zarokên me tên bombebarankirin. Ev hovîtiyek mezin  û çavsorî ye. Bila destê xwe bidin ser wijdana xwe. Bila her kes xwedî li Rojava derkeve. Ji dagirkirina Dewleta Tirk re êdî bese. Bila her kes destê alîkariyê dirêj bike. Bi mîlyonan kurd hene. Bila bên gel hev û bibin yek. Dixwazin kurdan ji hev parçe bikin.”