Xizmên girtiyan: Em ji vê rêyê venagerin 2022-08-23 12:08:37   AMED - Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê malbatên girtiyan ve ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan dan destpêkirin di roja 280'yî de berdewam kir.   Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan dane destpêkirin, li Amedê li ber Girtîgeha Tîpa D berdewam e.   Ji bo piştgiriyê bidin malbatan Komeleya Piştevaniya bi Malbatên li Derguşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER), Komeleya Piştevaniy bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY -DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED -DER) jî bi armanca pitevaniyê tevli çalakiya malbatan bûn.   'Em em ji vê rêyê venagerin'   Dayika girtiyê nexweş Civan Boltan Nazîme Bolatn, diyar kir ku ew 10 meh in di nobeda edaletê de ne û got ku divê rewşa girtiya li meclisê bê niqaşkirin. Nazîme wiha berdewam kir, "Ev 10 meh in ne me edalet dîtiye û ne jî hiqûq.  Divê ji bo girtiyên nexweş qanûn bê derxistin. ji bo 650 gitiyên nexweş jî. Barê me giran e. Ev 10 meh em li kolanan di bin tavê de çalakiya xwe berdewam dikin. Divê dewlet bizanibe ku em tiştekî zêde naxwazin. Em ji vê rêyê venagerin."   Daxuyanî bi dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan", "Heq, hiqûq, edaletê" û bi çepikan bidawî bû.