Xizmên kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dane: Berpirsiyarê komkujiyê Cengîz Holdîng e 2022-08-23 10:31:08     Rojda Aydin    MÊRDÎN - Malbatên ku xizmên wan di qezeya Dêrîkê de jiyana xwe ji dest dan, anîn ziman ku ev qeza ji ber tedbîr û ewlehî nehatin girtin pêk hatiye û gotin: “Ger ku tedbîr bihatana girtin dê ev qeza nebûya. Her wiha ev ne qezaye, komkujiye û berpirsiyarê vê jî Cengîz Holdîng e.”   Li herêma Uçyol a navçeya Dêrikê TIR’a aidê Fabrîkaya Etî Bakir a Cengîz Holdîngê dema barê xwe dibir qeza kir û dema welatî alîkariyê dikir TIR’eke din ket nav qelebalixê. Bi qezaya duyem re, jin û zarok di nava de bi tevahî 21 welatî jiyana xwe ji dest dan. 8 jê giran nêzî 25 jî birîndar hene. Her wiha  Dadgeha Cezaya Sûlhê ya Dêrikê bi hinceta “Tenduristiya civakê, ewlehiya netewî, pergala cemaweriyê, ewlehiya cemaweriyê û pêşilêgirtina sûc kirinê” têkildarî bobelata bû sedemê mirina 21 kesan qedexeya weşanê hat dayîn.     Di nava civakê de qeza wek komkujî hat pênasekirin. Malbatên ku xizmên xwe di qezayê de windakirin axivîn û gotin Cengîz Holdîng berpirsyarê vê komkujiyê ye.    Xwîş û bira di qezayê de jiyana xwe ji dest dan   Bêrîtan (12) û Şervan Tanrisever (7) xwîşk û birayê hev in û di qezayê de jiyana xwe ji dest dan. Jinmama zarokan Sevîm Tanrisever (40), anî ziman ku dema qeza bûye li dikana xwe bûye û piştî ku deng bihîstiye ber bi cihê bûyerê ve çûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû der toz û tofan bû. Min got ez lê binêrim ku çibûye. Min dît ku tî yê min bang dikir. Min got çi bûye û wî jî got TIR’ê zarokên min xistine. Du zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. Ez jî çûm li ser cenazeyan. Lê polîsan destûr nedan ku ez biçim. Min ji wan re got ew zarokên min in. Polîsan ji min re got zarokên we nemiriye. Em jî li ser vê yekê çûn nexweşxaneyê. Zaroka me yek li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû. Yê biçûk jî rakiribûn nexweşxaneya Qoserê. Lê ew jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Du zarokên me jî jiyana xwe ji dest dan. Em dixwazin ji vê rêyê re çareseriyek bê dîtin. Ev çend qeza û çend mirin in ku li vir diqewimin. Em naxwazin ku ew TIR di nava bajar de derbas bibin. Bila ji bo van TIR'an rêyek din çêbikin. Zarokên me hemû li ser van rêya û kolana nin. Çawa ew erebe ji vir derbas dibin?”   ‘Sedema vê komkujiyê Cengîz Holdîng e’   Sevîm, da zanîn ku ji ber wan TIR’an nikarin zarokên xwe derxin derve û bişînin dikanan û got: "Her sal li vir qeza çêdibin. Lê vê carê ne qeza bû. Komkujiyek pêk hat. Ev ne kesek û ne jî du kes in. Bi dehan welatiyên me hatin kuştin. Dema ev qeza bû, îhmala dewletê jî hebû. Dikaribû mûdaxale bikin û rê bigirta. Du TIR qezayê pêk anî û TIR'a sêyem jî wan îmha kir. Çima beriya wê tedbîr negirtin. Di navbera herdu bûyeran de nêzî nîv saetê heye. Lê tu ewlehî nehatin girtin. Çawa dibe firenê sê TIR’an bi hev re diteqin? Qet tiştek bi şoforên TIR’ê nehat. Lê çi bû bi mirovên me bûn. Li Dêrîkê xwîn herikî. Çima ji vê rewşê re çareseriyek nabînin. Em naxwazin maşîneyên wan di nav bajarê me de derbas bibe. Dema qezaya yekem bû. Me hemû birîndar rakirin nexweşxaneyê û piştî wê ew maşîneya din hat û ket nava gel. Em nizanibûn ku em çi bikin û xwe bigihînin kî. Di her malbatekê de dû an jî sê kes jiyana xwe ji dest da. Dewletê dikaribû mûdaxaleyê vê komkujiyê bike. Lê belê piştgûh kir. Bila Cengîz Holdîng maşîneyên xwe ji cihek din re derbas bike. Sebebê vê komkujiyê Cengîz Holdîng e. Êşa me gelek mezin e û em êdî nizanin ku çi bêjin. Cengîz Holdîng bila hesabê bide û bê girtin.”   ‘Barê maşîneyan gelek giran e'    Di qezayê de kesên ku jiyana xwe ji dest da yek jî Îbrahîm Has (85) e. Hevjîna wî Fatma Has (75) diyar kir ku ji ber vê qezayê dil û keza wan û welatiyên Dêrîkê dişewite û wiha axivî: “Heta îro li ser vê rêyê gelek qeza çêbûne. Gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Lê dîsa jî tu ewlehî nehatin girtin. Îro jî ev komkujî pêk hat. Hevjînê min jî di vê qezaya yekem de jiyana xwe ji dest da. Ev rê rêyek qirêj e. Em naxwazin erebeyên wan di nav bajarê me re derbas bin. Bila çareseriyek bibînin. Ev ji bo me komkujiye. Dema qezaya yekem bû dengek bilind derket ji her aliyê ve hate bihîstin. Lê piştre ereya din ket nava gel û bi dehan mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Ger ku ew rê negirtîbûya dê ev qezaya duyem çênedibû. Sebebê vê komkujiyê Cengîz Holdîng e. Ger ku maşîneyên wan baş bûna û barên wan ne zêde bûna dê ev qeza jî çênebûya. Dê ev qeza jî çênebûya. Barê wan maşîneyan gelek giran e. Em ê derbarê wan de serlêdana sûc bikin.”   ‘Ev roj ji bo me rojek reş bû'    Bûka Îbrahîm, Hatîce Has (46) jî bi lêv kir ku piştî xezûrê wê jiyana xwe ji dest daye ew ber bi cihê bûyerê ve çûye û got: “Jiyana xwe ji dest dabû. Lê agahiya me jê tunebû. Piştî qezaya duyem dema bû ew der bûbû wek dojehê. Piştre em hîn bûn ku xenzûrê min jî jiyana xwe ji dest daye. Ji Roboskiyê xiraptir bûbû. Ew roj ji bo me wek rojek reş bû. Bajarên tirkan Etî Bakir qebûl nekir û anîn li welatê me ava kirin. Divê bi trenan alavên xwe bibin û bînin. Çawa bi TIR’an di nava bajêr de derbas dikin. Cengîz Holdîng bi santralên ku avakirine xwezaya me talan kirin. Ev jî têr nekir niha canê me jî ji me girtin. Dema ew qeza bû cenaze nedihatin nasîn. Hemû parçe bûbûn. Kurê wî cenaze ji destê wî nas kir, ji ber ku cenaze nedihat nasîn. Piştî 3-4 saet şûnde me cenazeyê xwe wergirt û veşart. Şerîtek rê ji xwe girtine. Beriya 8 meh berê jî dîsa li heman cihê qeza çêbû û zarokek 9 salî jiyana xwe ji dest da. Ev cade salê canekî ji me digire. Lê dîsa jî heta niha tu tedbîr nehatin girtin. Dêrîkê bêxwedî dibînin. Em ê derbarê Cengîz Holdîngê de jî serlêdana sûc bikin.”   ‘Ambûlans piştî 15-20 deqe şûnde hatin’   Di qezaya duyem de kesên ku jiyana xwe ji des dan yek jî jê dayika 84 salî Sûltan Abûl e. Kurê wê Serhat Abûl (42) jî wiha behsa wê roja qezayê kir: “Em li ber mala xwe rûniştibûn. Me dît ku TIR’ek bil ez hat û me got ‘teqez firena wî teqiyaye’ û hema piştre qeza bû. Kesên birîndar û mirî hebûn. Ji bo ku alîkariyê bikin em bi lezgînî ber bi wê derê ve çûn. Nêzî 5 kesî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Piştre qerebalixî çêbû û polîsan ji me re got belav bin. Li ser vê yekê em jî vegeriyan ber mala xwe. Min ji malbata xwe re got biçin mala xwe, em biçin mala xwe bila qezayek din çênebe. Di wê navberê de min bihîst ku dengek ji jor ve tê. Me dît ku firena vê maşîneyê jî teqiyaye û kete nava gelê. Bav, dayik û birayên min hemû bi cihekî ve revîn. Ew toz û gubreya erebeyê ji xwe bi ser me ve jî hat. Piştî ku qeza bû û min li dora xwe nêrî ku dayika min li erdê ye. Dema ku min wê ji erdê rakir dît ku serê wê hemû xwîne. Ew tekera erebeyê hatiye serê dayika min ketiye. Me bi lezgînî bi erebeyê rakir nexweşxaneyê û piştre bijîşkan gotin dayika we jiyana xwe ji dest da. Ew teker dayika min ketibû û heta hindirê dikana min çûye. Li Dêrîkê di aliyê tendûristiyê de gelek kêmasiyên wê hene. Ambûlans tunebûn ku bên birîndaran û miriyan bibin. Dema qezaya dûyem bû şûnde 15-20 deqe şûnde ambûlansên navend û navçeyan hatin. Yanî ambûlans jî dereng hatin. Ji xwe kêmasiya bijîşkan jî hebû. Ev komkujiye û em ê destûrê nedin li ser vê bê girtin. Em ê derbarê wan kesan de jî giliyan bikin. Ji mirina dayikan min ew berpirsyar in.”