Jinan bertek nîşanê qetîlkirina Firdevsê dan: Em bêdeng naminin 2022-08-23 09:39:38     Sema Çaglak ŞIRNEX - Jinên Şirnexê bertek nîşanê qetîlkirina Firdevs Babat dan û gotin: "Li Şirnexê li hemberî jin û ciwanan polîtîkayên taybet tê meşandin û exlaqê civakê hedef tê girtin. Kujerên Firdevsê jî hêzên girêdayî dewletê ne û dê bi polîtîkayên bêcezahiştinê sûde bigirin." Li navçeya Qileban a Şirnexê jina ciwan Fîrdevs Babat a 18 salî ku du rojan winda ma di encama lêgerîna hat kirin de di çemê Hêzil de qetilkirî hate dîtin. Derbarê bûyerê de Sadî Babat, Ramazan Babat û Ahmet Babat wekî gûmanbar hatibûn binçavkirin. Sadî û Ramazan Babat piştî îfadeyên xwe serbest hatin berdan û Ahmet Babat di îfadeya xwe ya dozgeriyê de piştî îtîrafkirina sûcê xwe hate girtin.  Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenazeyê Fîrdefsê ji bo bê otopsîkirin di serî de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê û ji wê jî şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Di enacama rapora otopsîya ku hat kirin de derket, holê ku Firdevs bi îşkenceyê hatiye qetîlkirin. Li ser laşê Firdevs şopên derpkirinê, kêr û guleyên çekê hate dîtin. Li aliyê din li ser stuyê Firdevsê jî şopên werîs hatin dîtin. Herwiha derket holê ku tîpa A bi kêrê li pişta Fîrdevs hatiye xêzkirin û bi îşkenceyê hatiye qetilkirin!" Jinên li Şirnexê qetilkirina Firdevsê ya bi hovan şermezar kirin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît û hevseroka HDP’ê yê navçeya Silopî Asûman Kulter derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn.  ‘Kujerên Firdevsê hêzên girêdayî dewletê ne’ Zîlan Ecevît, destnîşan kir ku jinên ciwan ên kurd bi polîtîkayên taybet ên şer tên qetîlkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir. "Gava em van bûyeran dibînin em gelek pê aciz dibin. Ji ber ku tu wextekê de wekî di vî pêvajoyê de jin wiha bi şêwazên hovane û bi îşkenceyê nehatine qetîlkirin. Di van demên dawî de gelek jin bi polîtîkayên taybet en şer tên qetîlkirin. Herî dawî jî li navçeya Qilebanê jina ciwan Firdevs bi awayekî hovane hat qetîlkirin û cenazeyê wê li çemê Hêzilê hat dîtin. Yên ku Firdevsê qetîl kirin hêzên nêzî dewletê û sîstemê ve girêdayî ne. Cesareta xwe ji polîtîkayên bêcezahiştinê digirin. Lewra kujer bi rehetî tevdigerin û jinan hedef digirin.” ‘Qetilkirin bi awayeke sîstematîk pêk tên'  Zîlan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser malbata kujer: "Birayê kujer Ramazan Babat salekê bere destdirêjiyê zarokekê kir û bi pereye li ser bûyerê girt. Niha jî bêyî ceza girtine li derve bi rehetî digere. Yê ku Fîrdevsê qetîl kir jî hêza xwe ji birayê xwe distîne, hêza xwe ji vî sîstema ku jinan hedef digire distîne û ji polîtîkayên bêcezahiştinê digire. Li navçeyên Botanê polîtîkayên taybet ên şer derketiya asta herî jor û di her qadên biçûk de jî bandora xwe nîşan dide. Bi taybetî jî Qileban. Bûyerên tacîz, revandin û destdirêjî li Qilebanê zêde bûne. Xelkê Qilebanê nêzî ji sedî 90 cerdevanin. Hêzên ku girêdayî dewlet û sîstemê ve bin bêtir bûyerên bi vî rengî ya li hemberî jinan derdikevin holê. Kujer jî tu carî ceza nagirin. Ji ber vê sedemê jî ev kuştin ne di şexsê kesekê de hatiye kirin û ev qetilkirin bi awayekî sîstematîk hatiye kirin.” 'Divê kujer bêceza nemîne'  Zîlan, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser têkoşînê: "Eger tu bixwazî civakekê xira bikî divê ewilî exlaqa wê xira bikî. Li herêmê jî ev polîtîka tê birêvebirin. Li Cizîrê li hember ciwanan, li Qilebanê jî li hemberî jinan polîtîkayek taybet tê meşandin. Bi giştî bi exlaqê civakê re dilîzin û armanc dikin ku civakê bê exlaq bihêlin. Li navçeyan di şexsê jin û ciwanên kurd e polîtîkayên tiryak û fihûşê pêş dixin. Yên ku mafê jinan diparêzin divê li ser qetîlkirina Firdevsê bisekinin. Ev bûyer jî wekî Îpek Er e û divê kujer bêceza nemîne. Divê rastiya vî bûyerê were ronî kirin.” ‘Qetîlkirina jinan polîtîk e’ Asûman Kulter jî di destpêka axaftina xwe de  qetîlkirina Firdevs şermezar kir û got: “Li herêmê qetîlkirina jinên kurd bûye polîtîkayek. Li ser bedena jinê polîtîkayek tê meşandin û her carî ew polîtîka xwe bi rêbazeke cuda nîşan dide. Tiryak, madeyên cuda, fihuş û herwekî din li hember ciwanên kurd tê bikaranîn. Em van polîtîkayan qebûl nakin. Ez wek endama TJA û endama Meclîsa Jinan a HDP'ê li dijî van bûyeran banga mezinkirina têkoşînê dikim." ‘Em ê têkoşîna xwe mezint bikin’ Asuman, diyar kir ku desthîlatdar jina azad naxwaze û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin êdî xwe nas kiriye û nasnameya xwe dizane. Li dijî hişmendiye mêr derdikeve. Jin bindestiye qebûl nake û têkoşîna jinan sîstemê aciz dike. Lewra jinan hedef digirin. Ji bo ku em pêşiya van qetlîman bigirin divê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê li ber xwe bidin ku êdî Firdevs, Sakîne û Bêrîvan neyên qetîlkirin.”