Veterîner Suzan: Ji ber qeyrana aborî xuyaye ku koçertî kêm dibe 2022-08-23 09:07:22   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Veterîner Suzan Arsû bal kişand ser qeyrana aborî ya li ser koçertiyê û got: “Heke ev qeyran wiha berdewam bike dibe ku hêjmara kesên sewalkariyê û koçertiyê dikin kêm bibe.”   Bi taybetî di salên dawîn de ji ber polîtîkayan çewt ên dewletê, qeyrana aborî her sal kurtir dibe. Qeyarana aborî yak ku her diçe bandora xwe ya li ser civakê zêde dike dibe sedema bertekên welatiyan. Qeyrana ku li ser hemû beşên civakê bandora neyînî dike, li herêma Botanê jî ku bi piranî şêniyên wê debara xwe bi koçertiyê û sewalkariyê dikin bandora xwe li ser jiyan û karê şiniyên herêmê zêdetir dike.  Veterîner Suzan Arsu(29) ku li Silopiyaya Şirnexê 7 sal in veterînertiyê dike, diyar kir ku heke ev qeyran wiha berdewam bike wê  hejmara koçerên ku bi sewalkariyiyê debara xwe dikin kêm bibe û di şêwaza jiyana koçertiyê de kêmasî çêbibin.   Suzan a ku di destpêkê de mamostetî kiriye piştre ji bo ku kare jê hez dike bike dest bi veterîneyê dike. Suzan, got: “Ez ji kare xwe gelek hez dikim. Bi salan e kedê didim. Dİ destpêkê de kare min baş bû. Lê belê bi qeyrana aboriyê re em jî wek hemû esnafan ketin tengasiyê. Qeyrana aborî her ku diçe kûrtir dibe. Berhemên ku min çend sal berê bi buhayekî erzan distendin îro bi bihayekî gelek zêde distînim. Bihayê derman û berhemên din ku em bi kar tînin gelke zêde bûye. Ew derman û berhemên din ku em bi bûhayekî gelek zêde distînin jî ji ber ku derfetên muşteriyê me nînin bistînin di destên me de dimînin.”   ‘Em di bin deynan de ne’   Suzan, daxuyand ku 3 sal berê dermanê bi 10 TL difirot vê gavê bihayê wî di navbera 30-50 TL de difiroş e. Suzanê, di berdewamiya axaftina xwe de wiha gotaxaftina xwe re wiha berdewam kir: “Ji bo ku derfetên muşterîyan jî nîne, ez di bin deynan de dimînin. Em kirêyên xwe jî nikarin bidin. Berê de me bi rehetî dikarîbû bigirin. Lê niha em di bin deyn û kredîyan de nin. Her wiha fatureyên ceyranê û vergi 3 qat zêdetir bûne. Gava mûşterî tên jî gazincên xwe ji qeyrana aboriyê dikin.”   ‘Dê sewalkarî kêmtir bibe’   Suzan, destnîşan kir ku qeyrana aborîyê li ser şêwaza jiyana koçertiyê jî dike û wiha axivî: “Êdî ji  ber vê zêdebûna biha kesek ku 3-4 sewalên wan hebin nema dikarin ji bo wan derman bistînin. Yên ku keriyekî pezê wan hebe di warê stendina derman û pêdiviyên wan de ji ber bihabûnê gelek zahmetî dikişînin. Karê me li gorî demsalan diguhere.  Di demsala havînê de hêjmara pez gelek kêm dibe. Hemû diçin zozanan û 6 mehan li zozana dimînin. Di meha îlon û Cotmehê de jî dîsa vedigerin nav bajêr. Berhemên ji bo sewalan gelek zêde û berhemên bingehîn in. Di wan serdeman de bihayê êm jî zêde dibe. Gava ew zêde bûn em jî jê bibandor dibin. Bihayê dermanan jî zêde dibe. Êdî yên ku dixwazin wan berheman bistînin li şûna ku 3 heban bigire yekekî digirin. An jî dermanên ku qelîteya wan kêmtir e digirin. Ew jî ji bo sewalan xetereyek e. Sewalkarî jî ji ber van sedeman wê kêmtir bê kirin.”   ‘Çareseriyek divê’   Suzan, di dawiya azaftina xwe de diyar kir ku divê ji van pirsgirêkan re çareseriyek wer dîtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li vî welatî gelek pirsgirêk hene ku nayên çareserkirin. Îro gava em dinihêrin dibinin ku rojeva her kesî ya sereke qeyrana aboriyê ye. Ji ber ku rastî jî gel nikare debara xwe çêbike. Lewra hem welatî bi gazinc in hem jî esnaf. Pêwiste ku ji wan pirsgirêkên heyî re bi awayekî şenber çareseriyek were dîtin.”