'Ligel êrişan em ê perwerdeya xwe ya bîrdoziyê bidomînin' 2022-08-23 09:02:48   Yara kendeş   KOBANÊ -  Ji Rêveberiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Avaşîn Misto diyar kir ku êdî dibistan, akademî, peymangehan û deverên ku mala zanistê ye hedef tên girtin û got: " Armanca Dewleta Tirk têkbirina Projeya Neteweya Demokatîk e, têkbirina şoreşê ye. Lê em ê weke qadekî bîrdozî li dijî tunekirina civaka azad têbikoşin."    Êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem hewayî û hem jî bejayî didomin. Di encama êrişan de gelek kes birîndar bûn û gelek kes jî jiyana xwe ji dest da. Êrişa ku di 18'ê tebaxê de li hemberî dibistana li Şemokê yê li ser rêya Til Temir û Hesekê de pêk hatî de 4 zarok hatin qetilkirin. Ligel bêdengiya raya giştî ya navneteweyî, çalakî û bertekên gelê li herêmê û Kurdistaniyan didomin. Akademiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava gel de perwerdeya xweparastinê pêş dixin û gel hişyar dikin.    Derbarê armanca xebatên akademiyan û êrişên li hemberî gel de ji Rêveberiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Avaşîn Misto ji ajansa me re axivî.    'Armanca êrişan diyar e'    Avaşîn di destpêka axaftina xwe de balkişand ser rewşa şer û cûreyên şer a ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hal hazir de, ji aliyê Dewleta Tirk gelek êrişên giran pêk tên. Bi taybetî di demên dawî de êriş zêde, girantir bûye û her wiha rêbazên cûda tên bikaranîn. Êdî topan li ser gelên herêmê de dibarîne û tevlîheviyê di nava civakê de pêş dixe. Armanca wan êrişan diyar e, di nava gel de metirsiyê bide avakirin ku berê gel bide deverên dîn û koçberiyê bide ferzkirin."    'Jin hedef tên girtin'   Avaşîn, diyar kir ku sûcên ku Dewleta Tirk a li hemberî jin û zarokan derketiya asta herî jor û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi taybetî jinên li vê herêmê dijîn her tim hedef tên girtin. Nêzîkî 10 sal in şoreşa jin derketiye pêş, di heman demê de jî tekoşîna jin a li hember desthilatdariyê û zihniyeta ku bi awayekî giran xwe li ser gelan û civakê de ferz kiribû. Ev şoreş ku serokatî afirandiye û şoreşa ku jinê dide nas kirin, ji ber vê jî herî zêde Dewleta Tirk jinê hedef digire. Di bûyera ku herî dawiyê çêbû jineke ciwan gîhaşt asta şehadete. Ew jî bi rêya hedefgirtina balafirên bê mirov ê Dewleta Tirk bû."   'Em ê hişyar û amade bin...'   Avaşîn, da zanîn ku êdî dibistan, akademî, peymangehan û deverên ku mala zanistê ye hedef tên girtin û wiha bi lêv kir: "Ev tişt jî tê wateya ku dagirker ji jinên zane ditirse. Jinên ku dixwezin xwe di aliyê îdelojiyê de pêşbixin û civakeke pêşketî derxin pêş dibin hedef. Qada perwerde û avakirinê civakê giraniyek û kedekî mezin didin. Em li ser vê hurdibin. Ew dîroka ku Rêbertî behsê dike yên ku qala dewletên nijadperest dike, em eşke re bikin, em riya rastî û heqîqetê eşkere bikin. Li ser asta şerê şoreşgerî ya gel, stratejiya gel a birêxistinkirinê, Serokatî wiha nirxandibû "Serkeftineke herî rast û herî xurt bê kirin, divê mirov baweriya xwe bi gel û hêza xwe ya leşkerî xurt bike'. Li beramberî van mijaran divê hevalên jin bi taybet weke dayik, ciwan û şagirt di van demê niha de hişyar û amede bin. Zarok û derdorên xwe civakê bi xwe re bi tevahî hişyar bikin.”   'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'   Avaşînê di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku pêwîstiya me niha bi civakê û jinê heye ku hişyar bin li kêlekî zarokên xwe yên di çepelên şer de bin û bi van gotinan dawî lê anî: “Li ser vê bingehê dev ji doza xwe bernadin, em dizanin jî armanca dewleta tirk têkbirina Projeya Neteweya Demokatîk e. Têkbirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, lê em jî rastî weke qadekî di Herêma Firatê de weke qadekî bîrdozî, em ê di nav sazî û dezgehên xwe de perwerdeyên xwe bidomînin û perwerdeyên xwe bighînin hemû civakê. Li dijî tunekirina civaka azad em ê têkoşîna xwe bidomînin."