‘Azadiya Abdullah Ocalan wê şer biqedîne’ 2022-08-22 09:05:43   STENBOL - Jinan diyar kir ku tecrîda Îmraliyê û şîdeta li hember gel ji hev cuda nînin û gotin: “Divê tecrîd bê rakirin û Abdullah Ocalan azad be.”   Desthilatdariya AKP û MHP’ê di siyaseta şer de israr dike û li Îmraliyê ev 23 sale tecrîda giran tê meşandin. 17 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û desthilatdarî li dijî Rojava amadekariya êrişan dike û welat ber bi şerekî nû ve dibe. Jinan diyar kirin ku ji bo ev krîz û kaos bê çarserkirin divê Rêberê PKK’ê azad bibe.   Rakirina tecrîdê tê wateya bidawîkirina şer   Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Çengel da zanîn ku tecrîdeke ku li cîhanê nehatiye dîtin tê jiyîn û wiha balkişand ser rewşê: “Rakirina tecrîdê tê wateya bidawîbûna şer. Tê wateya bidawîbûna zextên li ser Gelê Kurd. Tê wateya bidawîbûna girtiyên siyasî. Ji ber vê rakirina tecrîdê gelek girîng e. Ev tecrîd rê li ber kaosa mezin a li Tirkiyeyê vedike. Şerê ku Tirkiye dimeşîne bandorek mezin li ser aboriyê dike. Ji ber vê jî divê şer bidawî be. Bidawîbûna şer tê wateya ku butçe ji tenduristî û perwerdê re tê veqetandin. Desthialtdarî bi şer hewl dide emrê xwe dirêj bike.”   ‘Çareserî bê serokatî nabe’   Nedret Kalkan jî wiha bal kişand ser tecrîdê: “Rêbertî di bin şertên giran yê tecrîdê de ye. Tu çareserî bê serokatî nabe. Navnîşana çareseriyê Abdullah Ocalane. Abdullah Ocalan nikare bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Dixwazin bi van rêbazan siyaseta şer bidomînin. Li Tirkiyeyê tu pergala hiqûqê pêk nayê. Ji ber vê jî gelê me divê rabe ser piyan. Bi perspektîfa Abdullah Ocalan jin guherîn. Jin berê di bin tecrîda mêr de bûn. Lê niha di bin tecrîda dewletê de ne. Ji ber vê jî divê em xwedî li serokatiya xwe derkevin. Azadiya jinan girêdayê ya serokatiyê ye. Serokatî du gotinan bike wê çareserî pêk bê.”   Gel ji bo rakirina tecrîdê têdikoşe   Rêvebera HDP’a Ataşehîrê Fatma Saçan, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorek mezin li ser gel dike û wiha pê de çû: “Gel dixwaze tecrîda li ser serokatiyê rabe. Gel ji bo vê têdikoşe. Desthilatdarî ji şer hez dike. Siyaseta şer li hesabê wan tê. Gel bi tu awayî nafikirin. Mirov birçîne û nikarin debara xwe bikin. Zilmê li Gelê Kurd dikin. Dixwazin Gelê Kurd tune bibin. Ji ber vê jî destur nadin hevdînên bi Îmraliyê re. Yek gotinek rêberê Gelê Kurd bandor li gel dike. Ji ber vê jî desthilatdarî siyaseta şer dimeşîne.”