‘Kesên bêdeng dimînin ji vî şerî berpirsin’ 2022-08-21 09:03:18     Oznur Deger   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît êrişên Tirkiyeyê yên li hember Rojava nirxand û got: “Muxalefet û hêzên navnetewî dema mijar dibin kurd bi hev re tevdigerin û bêdeng dimînin. Erdogan şerê ku koltixa xwe biparêze dide. Hemû kesên li dijî vî şerî bêdengin ji her winda û êşê berpirse.”   Êrişên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di 16’ê tebaxê de li hember Kobanê û gelek devarên din êrîş pêk hat û li gundê Şemokê navendek perwerdê hedef hat girtin 4 xwendekar hatin qetilkirin. Berxwedana gelê Sûriyeyê li dijî êrîşan didome.   Piştî hevdîtina Tehranê serokomarê AKP’ê Erdogan di zîrveya Soçî de jî daxwazên xwe bidest nexist û Erdogan bi serokdewletê Sûriyê Beşar Esad re ji bo êrişa li hember Rojava erêkirinê bigire li riyê lihevkirinê digere. Rojên dawî de serokê partiya Vatan Dogu Perînçek û Ethem Sancak yê ji AKP’ê îstîfa kir û derbasê partiya Vatan bû  diyar kirin ku wê biçin Sûriyê û bi Beşar Esad re hevdîtinê bikin. Ev wek ‘ji bo pêngava ewil a muzakereya bi Sûriyeyê re Dogu Perînçek hat peywirdarkirin’ hat şîrovekirin.   Parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît êrişên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.   ‘Dixwazin ji ser kurdan dengan bigirin’   Gulîstanê got desthilatdariya AKP û MHP’ê gotina wan nehameya û hilbijartinên nêz dibe bibîr xist: “Ev hilbijartin ji bo AKP’ê hebûn û tunebûne. Ji bo gelên Tirkiyeyê jî gelek girîng e. Piştgiriya gel a ji bo AKP’ê her diçe kêm dibe. Desthilatdarî ji bo vê beralî bike jî serî li her cureyê rêbazê şer dide û êrişê kurdan dike. Civakê manînpule dikin û hewl didin ji ser kurdan dengan bigirin.”   Dema mijar dibin kurd ew dibin yek   Gulîstanê destnîşan kir ku yek ji parçeyek din a êrişa li hember Rojava tunekirina destkeftiyên kurdane û wiha vegot: “Hewl didin kurd li tu derê nebin xwedî destkeftî û wekhev û azad nejîn. Bi rojane li hember Kobanê û Rojava êriş didomin. Zarok jiyana xwe ji dset didin. Leşker jiyana xwe ji dest didin. Lê em ji muxalefetê yek gotineke şermezakirinê nabihîzin. Ji ber dema mijar dibin kurd û mafên kurdan desthilatdarî û muxalefet dibin ye.”   ‘Werin em bi hev re kurdan bikujin’   Gulîstanê bi lêv kir ku hêzên navnetewî vê êrişê erê nakin û ne zîrva NATO, ne zîrva Tehran û ne jî ya Soçî erê nekiriye û got: “Rusyayê berê Tirkiyeyê da Esad ku pê re biaxive. Em dibînin bi daxuyaniyan deriyê hevdîtina bi Esad re tê vekirin. Lê Erdogan penaberên Sûriyê difikire û naxwaze bi Esad re hevdîtinê bike. Pêşniyara Erdogan ji bo Esad ev e; ‘Werin em bi hev re kurdan bikujin, werin em kurdan tune bikin ez wê demê bi te re lihev dikim.’Em ê bibînin ku rêveberiya Sûriyê çawa nêzî vê dibe. Hewl tê dayîn ku têkiliya navbera Rojva û Bakurê Kurdistanê qût bibe. Bi Kemera Ereb ev demek dirêje hedef tê girtin. Nêzîkariyên li hember berdewamkirina Kurdistanê tê girtin. Dixwazin nabera kurdan de kemerek ereb ava bikin.”   ‘Gel li dijî van berxwe didin’   Gulîstanê da zanîn ku li dijî van hemûyan rastiya gelê ku têdikoşe heye û gel li Rojava, li Kobanê li dijî DAIŞ’ê têdikoşe û got: “Her tişt ne wek axaftina ser mayseyane. Em ê vê li qadê hemû bi hev re bibînin. Ev projeyek dagirkirin û îlhaqê ye. Lê di fiîliyatê de  Tirkiye di pozîsyona dagirkirinê de ye.”   ‘Pêngava ewil e’   Gulîstanê destnîşan kir ku ji bo AKP hilbijartinan qezenc bike gelek ajandayên wê hene û wiha daxuyand: “Tirkiye demek vala de wê êrişê pêk bîne. Ji ber qada hewayî girtiye wê Tirkiye bi top û SÎHA’yan êriş bike. Ji ber li Tirkiyeyê muxalefetek aştiyane tune destê desthilatdariyê xurt dibe. Dogu Perînçek kesekî pêşeng yê Avrasyayî ye. Xwedî ferasetek emrên Rûsyayê pêk tîne ye. Di vir de mijar de Dogu Perînçeke, mijar  mêjiyê ku temsîl dike ye. Em dibînin ku Ergenekon û dewleta kûr dixwaze navbera Tiriye û Sûriyeyê de lihevkirinek bê kirin. Ji ber vê jî MHP niha peyamên erênî dide Esad. AKP li hember hêzên navnetewî polîtîkayek şantajê pêk tîne. Penaberan wek alav bikar tîne.   Ji ber vê jî feraseteke YE ya ku êrişên li hember kurdan nabîne heye.”   ‘Her kesê bêdeng ji vî şerî berpirse’   Gulîstanê wiha dawî lê anî: “Bêdengiya muxalefetê ya li dijî van êrîşan jî bêguman ji heman îdeolojiyê xwedî dibe. Hemû kesên li dijî vî şerî bêdeng dimînin ji windabûnan berpirsin. Muxalefet û hêzên navnetewî dema mijar dibin kurd bi hev re tevdigerin û bêdeng dimînin. Erdogan şerê ku koltixa xwe biparêze dide. Hemû kesên li dijî vî şerî bêdengin ji her winda û êşê berpirse.”