Çalakvanên 'Nobeta Edaletê': Çiqas êriş hebin jî em ê dayik li ber xwe bidin 2022-08-21 09:02:34     AMED - Malbatên ku 10 meh in ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan hatine şewitandin bên berdan di "Nobeta Edeletê" de ne, diyar kirin ku di hevdîtinên li Enqereyê de partiyên muxalîf soz dane wan ku wê bihestiyar tevbigerin lê tevî evqas dem derbas bûye tiştek nekirine.    Xizmên girtiyan bi daxwaza girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan di 16’ê mijdara 2021’ê de li Baroya Amedê dest bi nobeta edeletê kirin. Gelek sazî û dezgeh çûn serdana nobetê û malbat piştî vê çûn Enqereyê û ligel meclîsê çûn serdana gelek partiyên siyasî û saziyan û banga hestiyariyê kirin. Malbatan piştre çalakiya xwe gihandin aliyên din û li ber girtîgeha Tîpa D ya Amed, ATK û Edliyeya Amedê meşandin.   Partiya CHP û partiyên din yên muxalefetê ku malbatan pê re hevdîtin kirin, jê soza ku wê li dijî mijarê hestiyar bin girtin. Lê heta îro tu pêngav nehatiye avêtin. Ligel Nobeta 278 roj in li Amedê didome, li Wan, Stenbol û Îzmîrê jî nobetên xizmên girtiyan didomin. Xizmên girtiyan bi mehane nobetê didomînin lê desthilatdarî li dijî vê bêdeng e.   Girtiyê bi navê Hamdusena Ada yê li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar Yek a Amedê girtiye û girtiyê bi navê Civan Boltan yê li girtîgeha Tîpa F ya Boluyê girtiye, ji girtiyên nexweş in. Xwişka Hamdusena, Reşahat Ada û dayika Civan, Nazîme Boltan der barê girtiyên nexweş û nobeta edeletê de axivî.   ‘Bû 10 meh lê deng tune’   Reşahatê da zanîn ku wan ji gelek saziyan xwestine ji bo girtiyên siyasî banga hestiyariyê bikin û wiha vegot: “Di 5’ê çile de em li Enqereyê bi gelek partiyên siyasî re hatin gel hev û me rapora der barê girtiyên nexweş de pêşkêşî wan kir. Girtiyên nexweş nikarin hewcedariyên xwe bînin cih. Me xwest girtiyên nexweş bên dermankirin. Madem derman nakin bila berdin em bikin. Partiyên siyasî gotin ‘ser seran em ê eleqeder bibin’. Lê 10 meh derbas bû tu deng tune. Heta ku rayedar bi edelet tevnegerin em ê heta dawiya jiyana xwe ji bo wan têbikoşin. Çima evqas ceza didin. Yekane sûcê me kurd bûne. 30 sal, 120 sal ceza didin. Ka hiqûq ka edelet?”   ‘Em ê li ber xwe bidin’   Reşahatê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku heta ku edelet û maf neyê cih wê nobetê bidomînin û wiha bidawî kir: “Em edeletê, em aştiyê mirovahiyê dixwazin. Bila aştî pêk bê hemû girtî bigihêjin malbatên xwe ku êdî dilê dayikan neşewite. Bila dayik negirîn. Emê heta dawî berxwe bidin. Bijî berxwedana zindanan. Em heta dawî ligel girtiyên xwe ne. Çiqas êriş hebin jî em dayik wê li ber xwe bidin.”   ‘Çareserî hebûya em ê ne li kolanan bûna’   Nazîme Boltan jî balkişand ser Nobedeta Edeletê û wiha dirêjî dayê: “Ev 10 meh in em di nobetê de ne. Di bê pêvajoyê de tu çareserî pêk nehat. Ger çareserî hebûna em ne li kolanan bûna. Edeletê hêjayî kurdan nabînin. Em hêjayê zarokên xwe ne em hêjayê ziman û axa xwe ne. Çima mafên zarokên me nayên cih. Zarokên me nexweşin û dewlet dizane ku zarokên me nebaşin. Dipên ku zarokên me bimrin. Dewlet dipê ku tabutên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Çima sûcdaran berdidin û zarokên me digirin.”