‘Hemû welat ji Qampa Holê berpirsyar in’ 2022-08-20 09:10:47   Medya Uren    NAVENDA NUÇEYAN – Endama rêveberiya Meclîsa Qampa Holê Cudî Azad, têkildarê kuştinên di qempa DAIŞ’î lê dimînin ya Holê pêk tên ji ajansa me re nirxandin kir. Cûdî diyar kir ku demek dirêje ev metirsî li Qampa Holê berdewam e û bi taybetî jî gelek jin hatin qetilkirin. Cudî destnîşan kir ku  Hêzên HSD'ê û Rêveberiya Xweser li dijî van lêpirsînê didin destpêkirin, li dijî hişmendiya DAIŞ’ê  di nava têkoşînê de ne û got, "Welatên ku ev çeteyên DAIŞ’ê  nîştecihên wanin bêdeng in. Pêwîste qamp were valekirin û her yek ji van li welatên xwe werin darezandin.”   Kampa Hol’ê ya çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin di bin rêveberiya Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser de ji bo demkê hate avakirin. Hejmara kesên di qampê de dimînin di ser 56 hezarî re ye û ji sedî 94'ên  wan jin û zarok in. 27 hezar ji Iraqê ne, di navbera 18 – 19 hezarî  de Suriyeyî û ji welatên din jî 12 hezar kes li vê kampê dimînin. Ji ber ku welat hemwelatiyên xwe nagirtin bi salane ev çete li ser milê hêzên Rêveberiya Xweser û HSD’ê  bûne bar. Banga Neteweyên yekbûyî (NY)  a ku ji welatan re kir û got,'  welatiyên xwe bigirin' jî  bê encam ma.   DAIŞ’î yên di qampê de her ku diçe dibin sedema  metirsiyên mezintir. Kordînetorê Suryê yê NY’ê Îmran Riza daneyên girtine parvekiribûn û gotibû ji sala çûyî heta niha zêdetirî 106 kes li vê kampê hatine qetilkirin û piraniya wan kesan jî jin in. Ev jî girîngiya rewşê nîşan dide. Her roj li vê kampê kuştinpêk tê û bangên ku tên kirin jî bê bersiv dimînin. Ev ji bo hemû welatan jî gefek e.   Endama Rêveberiya Kampa Holê Cudî Azad diyar kir ku ev qamp ji bo demekê hatiye vekirin û şêniyên qampê zêdetirînê xwe ji jinan pêktên. Cûdî wiha berdewamkir: “Bi awayek fermî hejmaraşêniyên qampê 56 hezarî derbas dike.  Lê em texmîn dikin ku ev jimar zêdetir e. Heriwha herî zêde jî li vê kampê jin hene û zarok hene. Weke me anî ziman qampa ku ji bo demekê hatiye vekirin ji ber bê berpirsyartiya welatan nehat valakirin. Li gorî qanûnê divê ev kes li welatê ku jê hatine bên darizandin Li gel bangên ku tên kirin jî ev welat xwedî li welatiyên xwe derneketin. Ev bar kirine ser milê HSD'ê.”   ‘Berxwedana li dijî çeteyan berdewam e’   Cûdî xeteriya ku ev çete pêk tînin bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema nebirina van kesan jî diyar e. Weke di daneyên hatine parvekirin de jî di nava salekê de bi sedan kes di nava qempê de hatin qetilkirin. Her ku diçe ev kes dibin gefeke mezin ji bo me. Lewra ev welat ne di ferqa vê gefê de ne û naxwazin dûbare bigrin nav xwe. Lê belê çiqasî ev qamp vekirî be û ev kes di nav hev de bijîn wê bêhtir metirsiyê pêk bînin. Ji neçarî HSD û Rêveberiya Xweser bar dane ser milên xwe û hîna li dijî van çeteyan berxwedanê didin. Em di xeta berxwedanê de li ber xwe didin. Ji bo hemû welatên cîhanê. Lê belê yek welat jî xwedî li van kesan derneket. Rêveberiya Xweser wan dadgeh dike. Bêdengî û qurnaziya welatan a tê kirin cihê rexneyê ye.”   ‘Zarok tên perwerdekirin’   Cûdî bal kişand ser qetilkirina jinan a di qampê de jî û got: “Di qampê de demek dirêj e kuştina jinan di rojevê de ye. Em hemû jî kêm zêde ji sîstem û hişmendiya DAIŞ’ê agahdarin. Di bin navê ol de li ser jin û zarokan pêkanînên xwe yên qirêj pêk tînin. Gelek jin bi şêweya darezandina wan ya navxweyî hatin qetilkirin. Ji ber em nikarin zêde bikevin hindirê qampê yan jî em nikarin bi awayê perwerde yan çalekiyan tiştek hînî wan bikin ev jî me dike tengasiyê. Belê cardin jî komeleyên me yên perwerdeyê di nav de cih digirin û hewl didin ku guhertinan bikin. Hişmendiya wan ya DAIŞ'ê  ye lê asayîşa me li hemberî wê di nava berxwedanê de ye. Li dijî vê hişmendiyê em têkoşînê didin.”   ‘Divê qamp were valekirin’   Cudî diyar kir ku rewş ji ya xuya dike zêdetir xeter e û berdewam kir: “Qetlîamên ku tên kirin ne karê rojekê ne. Her roj qetlîam çêdibin. Ji bo neyê zanîn jî kesên tên qetilkirin bi awayek veşartî têne binaxkirin. Piştî demekê di lêkolînan de  gorên kesên tên qetilkirin tên dîtin û li goristana Holê tên binaxkirin  Derbarê van qetlîaman de jî lêpirsîn tên destpêkirin. Li dijî vê jî ya pêwîst belavkirina qampê ye. Ev bareke mezine. Pêwîste welatên ku ev kes welatiyên wanin xwedî li wan derbikevin. Divê dadgehek navnetewî were avakirin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka me ye. Ev pirsgirêkek navnetewî ye û divê herkes jî xwe berpirsyar bibîne.”