Sala 3'yemîn a qeyûman: Em ê dîsa bi ser kevin 2022-08-15 09:03:43     Rojda Aydin - Şehrîban Aslan    AMED - Parêzer Gulîstan Ataş têkildarî qeyûmên ku di sala 2019’an de tayînê şardariyên HDP’ê hatin kirin de axivî û got: “Dema ku li Kurdistanê hilbijartin çêbibe dê HDP dîsa bi ser keve. HDP û gel wê têkoşîna xwe bi her awayî bidomînin."   Qeyûmên ku di navbera 2016-2019’an de li şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine tayînkirin, ne tenê sazî û komeleyên jinan ên girêdayî şaredariyên bajarê mezin, ên li navçeyan jî girtin. Di dema ku 36 navendên ku xizmetê dida hatin girtin, stargehên jinan ên ku yekane navnîşan û hêviya jinan bûn, bê fonksiyon hatin hîştin. Tabelayên ku bi kurdî hatin guhertin, navên park, kolan û kuçeyan hatin guhertin. Her wiha êdî şaredarî bi gendelî, taciz, mobîng û fihûşê hatin rojevê.    Parêzer Gulîstan Ataş a di sala 2019’an de weke endama Meclîs Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate hilbijartin, piştî tayînkirina qeyûman ji peywirê hat dûrxistin. Gulîstan polîtîqayên ku ji sala 2019’an û vir ve ji aliye qeyûman ve tên meşandin nirxand.   ‘Ev binpêkirina hiqûqê û binpêkirina destûra bingehîn e’   Gulîstan, anî ziman ku nîqaşên qeyûman bi jimara 674’an a KHK’ê û Qanûna Şarederiyê ve zêdekirina hin xal û madeyan ve dest pê kiriye û got ku bi rêziknameya ku bi KHK’ê hatiye çêkirin, Wezareta Karên Hundir ji bo hevşaredarên ku lêpirsîn li wan hatiye vekirin rasterast qeyûm tayîn kiriye. Gulîstan, wiha got: “Biryarnameya navborî ya ku weke tedbîra rewşa awarte hatibû derxistin, piştre di encama tifaqa AKP-MHP’ê de derbasî meclîsê bû. Çavkaniya bêhiqûqiyê ji destpêkê ve li vir dest pê dike. Ango prosedurên rewşa awarte tenê ji bo rewşa awarte derbasdar in. Piştî ku OHAL bê rakirin, li gorî van rêziknameyan nikarin tu gavan bavêjin. Ev bi serê xwe binpêkirina hiqûqê û binpêkirina destûra bingehîn e.           ‘Vîna hilbijêran hatiye desteserkirin’   Gulîstan, desnîşanê mijara waliyan ku weke qeyûm tayînkirinê şaredariyan tên kirin, kir û wiha domand: “Ger biryara dûrxistina serokên şaredariyan ji erka demkî hatibe girtin, divê kesekî ku ji aliyê endamên meclîsa şaredariyê ve hatiye hilbijartin ku di heman demê de ji bo meclîsa şaredariyê hatiye hilbijartin û saziya biryardayînê ye jî, wezîfeyê bigire ser xwe. Lê belê bi veguhertina vê desthilatdariyê ji bo rêveberiya navendî, rêzikname mantiqa xweseriya rêveberiyên herêmî bin pê dike. Esasê rêveberiyên herêmî ji xweseriya wan tê. Rêveberiyên herêmî di encama vîna azad a gelên wê herêmê de tên diyarkirin. Ji ber vê yekê li gel mafê dengdanê yê welatiyan, mafê hilbijêran jî ji holê tê rakirin. Lewma diyardeya hilbijartinê bi temamî fonksiyona xwe winda dike. Vîna hilbijêran hatiye desteserkirin.”   ‘Pergela hevserokatiyê hedef girtin’   Gulîstan, destnîşan kir ku gava yekem a qeyûmên tayînî şaredariyan hatiye kirin yekem îcraata wan girtina navendên jinan, girtina stargehên jinan û ji kar avêtina xebatkarên jin ên di Midûriyeta Polîtîkayên Jinê bûye. Gulîstan, da zanîn ku bi van biryaran re têkoşîn û destkeftiyên jinan ew e ku têkiliya wan a bi rêveberiyên heremî re bi temamî ji holê rabike û wiha axivî: “Saziya hevserokatiyê modela temsîliyeta wekhev e ku tevgera jina kurd bi ked û bedelên giran xistiye pratîkê. Piştî tayînkirina qeyûman, îtîfaqa AKP û MHP'ê saziya hevserokatiyê weke sedema vê bêhiqûqiyê hedef nîşan da. Hevserokên jin û meclîsên jin ên hatine hilbijartin bi pergala hevserokatiyê hatine sûcdarkirin û bûne mijara darizandinê. Di vê çarçoveyê de gelek hevserokên me ceza li wan hat birîn. Armanc ew e ku şaredariyên ku bi nêrîna jinê hatiye avakirin, zemîna pergala mêr ava bikin û bikin meriyetê.”   ‘Hêza me heye ku em fikrên xwe bibêjin’   Gulîstanê, behsa pergala hevserokatiyê jî kir û wiha got: “Bi tasfiyekirina şaredariyên ku bi vekirina perspektîfa jinê hatine avakirin, dixwazin zemîna pergala mêr ava bikin. Jin di rêveberî, aborî, qada civakî û heta di parêzertiyê de jî zêde naxwazin. Bi pergala hevserokatiyê re em dibêjin; em rejîma mêraniyê qebûl nakin. Em dixwazin di rêveberiyê de cih bigirin û em cih digirin jî. Gotineke me jî heye û hêza me heye ku em fikrên xwe li gorî xwe bibêjin.”   ‘Nikarin bîranînên me tune bikin’   Gulîstan, diyar kir ku qeyûmên ku rêzê li vîn, ziman û çanda Gelê Kurd re nîşan nadin, armanca wan ew e ku dîroka Gele Kurd bi temamî tune bikin û ji ber vê yekê ketine nav tevgerê û wiha bi lêv kir: “Di rastiyê de ev yek nîşaneya dijminatiya AKP û MHP’ê ya li hemberî kurdan û zimanê kurdî ye. Polîtîkaya asîmîlasyon, înkar û îmhayê ji aliyê qayûmên herêmê ve tê meşandin. Li gel polîtîkayên asîmîlasyonê ya ewqas giran e jî Gelê Kurd bi hemû hêrsa xwe ji bo parastina dîrok û çanda xwe têkoşînê dide. Mînak, dema ku danasîna navnîşanê tê kirin; tê gotin ku ‘Ez li ber Navenda Çanda Cegerxwîn im’. Ev ji me re nîşan dide ku hûn dikarin tabelayan daxînin, lê hûn nikarin bîranînên me tune bikin û gel vê di pratîkê de di her qadên jiyanê de dide nîşandan."   ‘Dîsa HDP û gel wê têkoşîna xwe bidomînin’   Gulîstan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di lêkolînan de jî em dibînin ku dema jinûve hilbijartin çêbe gel dev ji fikra HDP’ê bernade. Yanî dema ku li Kurdistanê hilbijartin çêbibe dê dîsa HDP bi ser bikeve. Dîsa HDP û gel wê têkoşîna xwe bidomînin. Dema ku em carekedin şaredariyan dewr girt, ji bo sererastkirina wê xirbe û kaosê çi ji destên me bê em ê bikin. Ez hîn endama meclîsê me, belkî difikirin ku min pasîvîze kirine û ji kar dûr xistine. Lê dîsa jî em li ber çavên gel endamên meclîsê ne.”