Endamên NÇM’ê serdana malbata Nûdem Durak kir 2022-08-14 13:01:02     ŞIRNEX -  Endamên NÇM'ê, serdana malbata hunermenda girtî Nûdem Dûrak kirin.   Endamên Navenda Çand û Mezopotamya yê serdana malbata girtiya nexweş hunermend Nûdem Durak ku di sala 2015’an de ji ber stranên kurdî hate girtin û 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn kirin.    Li ser navê NÇM’ê Hunermend Sema Ozel Asî axivî û diyar kir ku divê hunermendên kurd bi awayekî azad stranên xwe bêjin û got: “ Em wekî NÇM’ê piştgirİyê didin hevalên xwe û ji bo Nûdem û hemû girtiyên nexweş azadiyê dixwazin.”   Endamên NÇM’ê di dawiya serdana xwe de ji bo Nûdem û malbata wê stranên kurdî strandin.