'Werin Weqfa Jina Azad û tu sînoran ji xwe re nekin asteng' 2022-08-14 09:02:15     Yara Kendeş   KOBANÊ - Jinên ku beşdarî perwerdeyên ji aliyê Weqfa Jina Azad tê dayin, dibin bang kirin ku hemû jin beşdarî perwerdeyê bibin û wiha gotin:"Werin Weqfa Jina Azad û tu sînoran ji xwe re nekin asteng."   Li Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo jin hînî xwendin, kompîtur, dirûnê, ziman, wênexêziyê û hwd. bibin Weqfa Jina Azad di asteke bilind de kar û xebatên xwe dide meşandin. Her wiha di vê çarçoveyê de, di her warî de alîkariya jinên ciwan û jinên temenmezin jî dike. Di heman demê de bi perwerdeyên ku dide û ezmûnên ku ji jinan re amede dike tê xwestin encameke baş derkeve. Li ser vê bingehê, ev 2 hefte ne Weqfa Jina Azad perwerdeya kompîturê dide jinan.    Jinên ku beşdarî perwerdeya Weqfa Jina Azad dibin hestên xwe bi rêya ajansa me parve kirin.    'Em kedê didin da ku encameke baş derkeve'   Neîma Şêx Mihemed a ku beşdarî perwerdeyê dibe di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: "Ez niha hatime Weqfa Jinê, ji bo xwe hînî kompîturê bikim. Her wiha ez dixwazim di pêşerojê de karekî xwe bi dest bixim. Ev 2 hefte ne, ez têm vê navendê û perwerdeya xwe dibînim. Perwerdeya me gelekî baş diçe, perwerdeya me pir hêsan e. Bi rojan e em perwerdeya xwe dibînin û em kedekê li ser kesayeta xwe didin da ku encameke baş derkeve holê."   'Her jinek rêya asta pêşketinê li cem wê vekiriye û dikare xwe bi rê ve bibe'   Neîmayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em hêvî dikin di rojên pêş de jinên di  nava civakê de werin Weqfa Jinê û xwestekên xwe yên ji bo fêrbûnê pêk bînin. Her jinek rêya asta pêşxistinê li cem wê vekiriye û dikare xwe bi rê ve bibe."   'Ez gelekî kêfxweş im ku hîn dibim'   Kiristîna Murad a ku beşdarî dewreyê dibe da zanîn ku ew gelekî kêfxweş e ku fêrî kompîturê dibe û got: "Ev bû 2 hefte ez ketime perwerdeyê, xwesteka min pir mezin û cuda ye, hez dikim ku ez her tim bi pêş bikevim. Fikir û ramênê min li ser kompîturê heye û ez hîn jî hez dikim ji niha bêhtir fêr bibim. Eger ez niha fêr bibim, armanca min ez piştî wê di saziyan de karekî bikim û xwe pênase bikim ku dikarim barê xwe rakim."   'Min bi rêya cîrana xwe dest bi perwerdeyê kir'   Kiristînayê di dawiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: "Ez dema li malê bûm, min dît hevala min a cîrana min e, rojane diçe perwerde dibe, xwe fêr dike, xwe bi rê ve dibe. Min jê pirsî tu diçî li ku xwe wiha pêş dixî. Hevala min ji min re got Weqfa Jinê alîkariya min dike, ew dihêle ez kesayeta xwe ava bikim. Ez jî li gorî wê yekê hatim Weqfa Jinê, min navê xwe qeyd kir û ez a niha perwerde dibim."   'Werin Weqfa Jina Azad û tu sînoran ji xwe re nekin asteng'   Kiristînayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew li Weqfa Jina Azad derfeta xwe ya herî mezin a ji bo pêşketinê dibînin û wiha dawî lê anî: "Em li vê derê fêrî her tiştî dibin. Weke, ziman, dirûn, wênexêzî, stran û hwd. Ev mijar ji bo me serbilindî ye. Ez bangî her kesî dikim, werin Weqfa Jina Azad û tu sînorî ji pêşketinên xwe re nekin asteng."   'Ez bi kêfa xwe hatim û dilê min xwest ez hîn bibim'   Fatime Ebdellah a beşdarî perwerdeyê dibe di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hatina wê ya li Weqfa Jina Azad û got: "Ez demek e têm dewreyê dibînim. Ez gelekî kêfxweş im ku ez bi vî temenê xwe hîn dibim û asteke pêşketinê di min de heye. Ez bi kêfa xwe hatim, dilê min xwest ez hîn bibim. Ez dixwazim piştî perwerdeyê karekî ji xwe re bibînim. Yanî tiştekî çetin nîne, dema mirov armanca xwe li ber çavên xwe deyne û ji tiştekî netirse dê bigihêje xwesteka xwe."   'Ez sipasiya Weqfa Jina Azad dikim'   Fatimeyê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ez sipasiya Weqfa Jina Azad dikim ku îro bi me re bûn alîkar û bi me re kedekê didin. Ez bi piştgiriya hevjînê xwe hatim vê derê. Wî moralek da kesayeta min ku ez werim."   'Em li vir dixwazin di her milî de jinan amede bikin'   Ji Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Kantona Kobanê, Diyana Ehmed di destpêka axaftina xwe de behsa kar û xebata Weqfa Jina Azad û rola wê kir û wiha pê de çû: "Em di weqfê de perwerdeyê di hemû aliyan de didin. Her wiha perwerdeyên em didin, birdozî, çand, teknolojî, civakî, hunerî û her aliyên dîtir e. Perwerdeyên me tenê jin û jinên ciwan digire dest, mêr li gel me nînin. Em li vir dixwazin di her milî de jinan amede bikin ji bo ku karekî di nava saziyan de bikin û di aliyê aborî de alîkariya malbata xwe bikin. Pir jin li gel me hene. Yan dev ji hevjînên xwe berdane, yan jî hevjînên wa şehîd ketiye. Ev mijaran jî em digirin dest. Perwerdeyên me li ser vê bingehê tê amedekirin."   'Perwerdeyên me 45 rojan dewam dike'   Diyana di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser perwerdeya kompîturê û bikaranîna wê û wiha lê zê de kir: "Em di perwerdeyên xwe de Woord û Excel didin. Em vê perwerdeyê 45 rojan didin. Tiştên bingehîn ên ku em li ser kar dikin ev in, lê belê berî ku em dest bi perwerdeyê bikin û derbasî Woordê bibin, em perwerdeyekê li ser nivîsê û jiberkirina cihê tîpan didin."   'Banga me li hemû jinan heye werin xwe pêş bixin'   Diyana di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku dê heya dawiyê li ser pêşketina jin û hêzkirina kesayeta wê kedê bidin û wiha dawî lê anî: "Em rojan e xwe perwerde dikin heya ku em bigihêjin asteke baş û pêşketî. Em her tim li ser rêya xebat û pêşketina jinê ne. Em ê tim û daîm karê xwe dewam bikin. Weke Weqfa Jina Azad banga me li hemû jinan heye ku were xwe pêş bixin."