Fatma Bostan Unsal: Tu hêz nikare vê sekna rayagiştî jinedîtîve bê 2022-08-13 09:10:11   Oznur Deger   ENQERE - 308 ronakbîrî li dijî êrîşeke Tirkiyeyê ya ku dikare li hember Sûriyeyê pêk bê metnek îmze kirin. Yek ji kesên ev metin îmze kir parêzvana mafê mirovan Fatma Unsal bû. Fatmayê da anîn ku ev sekna rayagiştî û 6 maseyî dikare pêşî li êrîşê bigire û wiha vegot: “Sedema tevgerê ev e ku  hêzên demokratîk û Kurd ên li Rojava bi bandor in. Ger îtîrazek xurt bê tu hêz nikare vê sekna rayagiştî ji nedîtîve bê.”   Li kulîsan tê gotin ku êrîşek Tirkiyeyê ya li hember Sûriyeyê mijara gotinê ye. Serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan piştî Tehranê di zîrveya Soçî de jî tiştên dixwest bi dest nexist. Piştî Soçî çapemeniya Rûs hevdîtina Erdogan-Esad xist rojevê. Bi armanca ku pêşî li êrîşa Tirkiyeyê ya li hember Sûriyeyê bê girtin 308 ronakbîr, rewşenbîr, hunermend, nivîskarî metnek îmze kirin û banga rawestîna şer kirin.   Parêzvana Mafê Mirovan Fatma Bostan Unsal ku îmze avêtibû metna ‘nebin hevkarî vî sûcî’ ya 9’ê Tebaxê de hat weşandin der barê mijarê de axivî.   Fatmayê da zanîn ku êrîşek li hember Sûriyeyê di rojeva hikûmetê de ye û serokomarê AKP’yî vê êrîşê dixwaze û got: “Der barê mijarê de muzakereyên navbera welatan de hatiye kirin. Hevdîtinê 18’emîn yê Astana di 14-16’ê hezîranê de pêk hatin. Lîderê Îranê rêbazên dîplomatîk piştguh kir û bi awayekî zelal got ev nikare bê qebûlkirin. Ev operasyon ne ji bo berjwendiya Tirkiyeyê ye. Tirkiye ku ji ber krîza aborî tengezar bûye hewl dide bi operasyonek wisa hestên neteweyî ava bike.”   ‘Sekna zelal girîng e’   Fatmayê her wiha got ji bo pêşî li hewldanên Tirkiyeyê bigirin bang li hikûmetê kirine û wiha daxuyand: “Wek gava duyem me bang 6 maseyê û muxaleftê kir. Em çiqas bêjin ne demokratîk e jî seknek zelal a muxalefetê wê pêşî li hinek biryarên girîng ên hikûmetê vebike. Çapemeniya Tirkiyeyê ji sedî 90 di bin kontrola hikûmetê de ye. Ji ber vê em baş nizanin ku ev danezan çiqas belav bûye. Mixabin zemîneke ku ev mijar bê nîqaşkirinê tune ye. Lê dîsa jî ez ne bê hêvî me.”   ‘Em bang li rayagiştî dikin’   Fatmayê wiha dirêjî dayê: “Aliyê nêzên hikûmetê jî piştgiriyê nadin operasyona li hember Sûriyeyê. Sedema tevgera li Sûriyeyê ev e ku nahêlin Kurd li herêmê wek hêz bên dîtin. Di alî hikûmetê de jî dikare nêrînên cuda derkevin holê. Ji ber vê me ev metn amade kir û me bang li rayagiştî kir. Ger ku em nexwazin hêzên mezin mudaxaleyê herêmê bikin divê em hêzên herêmê bi hev re li hev bikin û di riya çareseriyê de bin.”   ‘Ji Sûriyeyê tehdîdek tune ye’   Fatmayê her wiha daxuyand ku ji Sûriyeyê li hember Tirkiyeyê tehdîdek tune û da zanîn ku ew li dijî operasyonê ne û wiha vegot: “Di hevdîtinên Astana de jî erêş nehat erêkirin. Di hevdîtinên Soçî de jî Putîn got divê Esad muxatab bê girtin û pirsgirêk bi wî re bê çareserkirin.  Dikare pêşî li vê êrîşê bê girtin. Ji ber vê me ev metn ji rayagiştî re aşkera kir. Piştgiriya rayagiştî girîng e. Me xîtabê 6 maseyê û hemû civakê kir. Îfadeyek zelal a 6 maseyî hêzek mezin a ku dikare pêşî li êrêşê bigire ye. Ev metn metnek bangê ye û ji bo hawira muzakereyê jî gava yekem e. Sedema tevgerê ev e ku  hêzên demokratîk û Kurd ên li Rojava bi bandor in. Ger îtîrazek xurt bê tu hêz nikare vê sekna rayagiştî ji nedîtîve bê.”