Pirsgirêka girîng a Tirkiyeyê: Têkçûna ahlaqî ye 2022-08-12 09:04:16   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku pirsgirêkên herî girîng ên welat perwerde, têkçûna ahlaqî û şexsîbûne û pirsgirêk girêdayê hev in. Her wiha diyar kirin ku ji bo pirsgirêkan çareseriyek mayînde pêwiste.   Li Tirkiyeyê ku bi her alî ve krîz serdest e, ji bo her kesî pirsgirêka esas an jî ya girîng heye. Me jî ji jinan pirsgirêka herî girîng a welat pirsî. Jinan bersiva ewil hat hişê wan vegotin û bersivên wekê ‘perwerde û aborî’ derketin pêş. Her wiha diyar kirin ku pirsgirêk hemû girêdayê hev in.   ‘Çareseriyek mayînde pêwiste’   Lîstikvan Ozge Gunay Goze daxuyakirin ku ger asta perwerdê bilind bûna wê ev pirsgirêk evqas giran nebûna û wiha anî ziman: “Divê pirsgirêka perwerdê bê çareserkirin. Ji ber kesên baş ji kar fêm nakin di pozîsyona rêveriyê de ne, ji ber ne xwedî zanînin, her tim pergal diguhere. Bêliyakatî jî ji bê perwerdebûnê pêk tê. Çareseriya her tiştî ji gel derbas dibe. Pergalek evqas şaş heye ku di pergal em têde derbas dibin jî demokrasî şaş didome ku guherîna rêveberiya heyî jî vê pirsgirêkê çareser nake. Yanî divê çareseriyek mayînde pêk bê.”   ‘Pirsgirêk aboriye’   Karkera malê Fîgen Kanit jî di vê mijarê de wiha dibêje: “Krîza aborî pirsgirêka esas e. Ez bi pereyê digirim nikarim debara xwe bikim. Ev 3-4 mehên dawî ye em nikarin tiştekî bigirin. Hevjînê min nexweşê diyalizê ye. Em nikarin ji tiştekî fêdeyê bigirin. Li welatên biyanî şer derdikevin bandor li me jî dike. Gel bêzar bûye.”   ‘Çareserî bi civakê pêkane’   Dîlek Aykanat ya karê muhasebeyê dike  destnîşan kir ku pirsgirêka giran aboriye û wiha nirxandin kir: “Kes êdî nikare xwe bigihîne xurekan jî. Zarok baş xwedî nabin. Ev pêvajo di esasê de hev xwedî dike. Ger welat baş neyê birêvebirin aborî xera dibe û maf û hiqûq jî ji xwe namîne. Divê beriya her tiştî hebûna pirsgirêkê bê qebûlkirin. Divê em dakevin çavkaniya pirsgirêkê. Divê îradeya siyasî berpirsyariyê bigire. Her tim şer heye û mirin heye. Em dikarin hezaran pirsgirêkî rêz bikin. Tenê tiştek nîne. Kuştinên jinan zêde bûne. Çareserî ne tesnê siyasetmedarin. Divê bi komele, bi psîkiyatrîstan re bi hemû civakê re komxebat bên kirin.Mafê jiyana mriovan çawa dikare bê qestkirin. Pirsgirêk di esasê de perwerde ye. Divê çareseriyek ku hemû civakê dihewîne pêk bê.”   ‘Pirsgirêk nayên çareserkirin’   Muazzez Dîl ya zanîngeh qedandiye jî diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ev e ku pisgirêk tu car nayên çareserkirin. Muazzezê wiha destnîşan kir: “Ez tenê çavkaniyekê nîşan nadim. Çavkaniya pirsgirêkê civake. Pirsgirêka betalî, fikarên aborî, perwerde û edeletê hene. Jin nikarin bi rehetî li kolanan bigerin. Divê civak biguhere. Divê asta perwerdê bê zêdekirin.”   ‘Têkçûna ahlaqî’   Xwendekara zanîngehê Pelîn Beyazadam jî nêrînên xwe wiha bi lêv kir: “Girêdayê etîkê pirsgirêka herî girîng perwerde ye. Têkçûna aboriyê bandor li ser nirxên ahlaqî û etîkê kiriye. Windabûna nirxên ahlaqî pirsgirêkek girînge. Civak hatiye asta têkçûna ahlaqî. Pirsgirêk girêdayên hev in. Ji ber vê divê her kes perwerdehiyek mirovahî bigire. Divê pergal biguherin, polîka biguherin û perwerga ahlaqî bê.”