'Daxwaza edeletê ya Sîbel û Gokhan ji bo her kesî ye' 2022-08-12 09:03:32   ENQERE - Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim bi mehane di rojiya mirinê de ne û rewşa wan her diçe xera dibe. Parêzer Ceren Yilmaz ji bo muvekîlên xwe banga hestiyariyê kir.   Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim yên bi KHK’ê ji kar hatin avêtin û di çalakiya ‘ez karê xwe şûnde dixwazim’ de hatin binçavkirin û bi îfadeyên şahidan hatin girtin, bi armanca binpêkirinên hember wan bidawî bin, darizandinek adîlane pêk bê û girtiyên nexweş bên berdan ketibûn rojiya mirinê û çalakiya wan didome. Sîbel Balaç li girtîgeha Sîncanê girtiye û çalakiya xwe di roja 236’an de berdewam dike û Gokhan Yildirim jî li girtîgeha Hejmar Yek a Tekîrdagê di roja 230’î de çalakiya xwe didomîne. Rewşa wan her diçe giran dibe. Sîbel di alî meşandinê de pirsgirêkan dijî û Gokan jî bi kursiya teker dikare tevbigere.   Wezaret tiştekî nake   Rewşa her du girtiyan her diçe giran dibe. Tevî bertekên rayagiştî ji wezareta dadê tu pêngav nehatiye avêtin. Der barê piştgiriya ji bo Sîbel û Gokan çalakiyên piştgiriyê pêk tên. Parêzera Buroya Hiqûqê ya Gel Seda Şaraldi jî ji bo piştgiriya muvekîlên xwe ket greva birçîbûnê ya 5 rojan. Parêzera Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim, Ceren Yilmaz der barê rewşa dawî ya muvekîlên xwe de nirxandin kirin.   ‘Sîbel Balaç daket 45 kîloyan,  Gokhan Yildirim jî daket 41’ê’   Cerenê destnîşan kir ku muvekîlên wê Sîbel û Gokhan bi mehane di rojiya mirinê de ne û rojek berê çûye serdana Sîbelê û daketiye 45 kîloyan. Cerenê der barê rewşa wan de wiha vegot: “Dema Sîbel ket rojiya mirinê 85 kîlo bû. Niha lingên wê dişewitin û devê wê de birîn çêbûne. Gokhan jî daket 41 kîloyî.  Di dest, stû, poz û rûyê Gokhan de jî rewşbûn çêbûne û girêdayê vê birîn derketine holê. Hefteya borî li ser daxwaza Gokhan roja çarşemê me serî li ATK’ê da. Gokhan roja pêncşemê birin Nexweşxana Bajar a Tekîrdagê. Niha em ji lijneya tenduristiya Nexweşxana Bajar a Tekîrdagê dipên ku sewqa wî ji bo ATK’ê kirin an na. Rewşa Gokhan me dike fikaran. Divê lijne biryara sewqkirina ATK’ê bide. Divê ATK jî biryara ku muvekîlê me bê berdan bide. Em vê dipên.”   Darizandinek adîlane û berdana girtiyên nexweş   Cerenê daxuyakirin ku serlêdana ji bo Gokhan li ATK’ê hatiye kirin encamek nedaye û ev tişt daxuyand: “Rewşa Gokhan roj bi roj xera dibe. Em ji lijneya tenduristiyê biryarek erênî dipên. Daxwaza herduyan jî mafê darizandinek adîlaneye. Daxwaza gelan jî daxwaza edeletê ye. Îro li welatê me li ser îfadeyên şahidên veşarî û îtîrafkaran darizandin tên meşandin. Di dosya Sîbelê de bi delîlên dijqanûnî darizandin tê kirin. Di vê rojiya mirinê de jî dosyayên herdu muvekîlên me ji aliyê 3’yemîn Daîreya Cezaya Dadgeriyê ve hat erêkirin. Me der barê vê de serî li DDB’ê da. Me got divê demildest ev darizandina dijhiqûqî bê dîtin û bêjin ku binpêkirina maf a darizandina adîlane heye. Li aliyê din daxwaza din berdana girtiyên nexweş e. Îro li welat li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene. Yek ji van Aysel Tugluk e. Li girtîgeha Tekîrdagê nexweşê pençeşêrê Alî Osman Kose heye. Ji bo tahliyekirina wî daxwaz heye. Her wiha daxwazek din jî ev e ku cezayên kêfî yên tên dayîn bên rakirin.”   ‘Bila edelet pêk bê’   Cerenê her wiha destnîşan kir ku ew wek parêzer û malbatên Sîbel û Gokhan bi fikarin û Sîbel û Gokhan ji bilî doktorên xwestine naxwazin ji aliyê doktorên din ve bên dermankirin û wiha dawî lê anî: “Divê daxwazên muvekîlên me demildest bên qebûlkirin. Bila dawî li van darizandinên siyasî yên bêperwa bên. Daxwaza edeletê ya Sîbel û Gokhan ji bo her kesên li welat dijî ye. Hewl didin qîrîna hemû kesî bidin bihistin.”